Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
xwesteka bikaranîna tîpa w yê şûna tîpa v yê - tirşik
xwesteka bikaranîna tîpa w yê şûna tîpa v yê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwesteka ku bi min ji qedexe bûna tîpa w yê bingeha xwe distîne ye .



weke mînak li amedê zilam navê marketa xwe kirye "hewal market" . berê bikaranîna tîpa w yê qedexe bû , bi min ev zilam jî dixwaze tola wan deman bistîne. lê bi aweyekî çewt mixabin ..



07.07.2013 18:18 | brusk56

2. xwesteka ku, bi ya min bingeha wê baweriya çiqas tîpên kurdî were bikaranîn nivîs ewqas dibe kurdî ye.



07.07.2013 18:20 | simurg56

3. buyera ku ji ber nebaşzanîna affabê û kêmasiya perwerdehiyê rûdide ye.

mixabin hê jî gelek kes ji cûdahiya navbera u-û, v-w, e-ê... ne haydar e. Ji alîkî din ve ji zimanzanên kurd jî ne haydar in ku tîpên k-t-p ji bo nişandana du fonêman di carek de tê bikaranîn, û bi vî awayî fonêmên serbixwe di zimanê nivîskî de wek allofonên fonêmêkê yekane tên femkirin. û x'ya bideng jî tune tê hesibandin. mesela dema ku em dibêjin "bexda", x'ya ku em bikartînin qonsonantekê bideng e.



ev gotina k-ya nerm, t-ya nerm, p-ya nerm şaşiya keran e.

hevalno têgînên bi vî rengî di dibistanên seratayî de ji bo ku zarok bi hêsantir fêr bibin tên bikaranîn, lê zimannasên me di enstîtuyan ve wana wekê termên zanîstî bikartînin, û mirov cina dixin. yanê di disîplîna lîgûsîtîkê de bikaranînên wiha nîn e. (terma 'kumik' jî her wiha..)



bi kurt û kurmancî, nezanî bi temamî ne ya gel e, kesên ku xwe di bin banê zanîstê de vedişêrin û dibên "em zimanzan in, nizam çi ne" bingeha vê nezaniyê tije dikin.



xebat xebat û xebat. ev e çarenûs.



19.09.2013 01:49 | filankes

4. xWESTEKA KU DI NAVA KESÊN XWE NÛKA HÎNÊ KURDÎ KIRIN DE YE. aN JÎ KESÊN KU HÎÇ KURDÎ NIZANIN Û DIXWAZIN BI ÇEND GOTINÊN KURDÎ XWE BER DILÊ KURDaN XWEŞ BIKIN BIKARTÎNIN. kELÎMEYA WAN YA HERÎ NAVDAR JÎ ''HEVAL'' E. lÊ NIKARIN BÊJIN HEVAL. DIBÊJIN ''HEWAL''. cARNA jÎ DIBÊJIN ''ŞEW BAŞ''... tIŞTEK E ECÊB E.. wEKE HEVALAN JÎ GOTÎ BELKÎ JI BER FIKRA çiqas tîpên kurdî were bikaranîn nivîs ewqas dibe kurdî ye BÊ....lI PÊŞBERÊ AVAHIYA KU EM TÊ NE SÎTEYEK HEYE Û NAVÊ SÎTEYÊ ''AWAŞÎN'' E..hERHAL YÊ EV NAV LÊ KIRÎ QESTA WÎ AVAŞÎN BÛ..



21.02.2014 01:14 | nan û av

5. (bnr: spas hewal)

(bnr: şewbaş)



21.02.2014 01:17 | brusk56

6. carinan mifteya zanebûne ye ku meriv fahm dike bê ew kes bi kurdî zane binivîse an na.



21.02.2014 01:26 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwesteka bikaranîna tîpa w yê şûna tîpa v yê
» bikaranîna lêgerîn di şûna telefonkirinê de
» tîpa j-yê
» yên ku îro têketine
» şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin
» tîpa j-yê
» yên ku îro têketine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî