Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; colemêrg
peyamên çepikkirî

45556. Belku gele faktorên vi şerê rureşiyê hebun gorey her di rexan belê sedemeke sereke jî polîtîkayên partiyê ne. Eve hinde sale çi caran şer ji Cilemêrgê xelas nebuye. Mixabin rêvebiriya partiya Cilemêrgê ji xeynî dikan girtinê u Molotof avêtine çi rêberî bo miletê Cilemêrgê nekir. Ma siyaset kirin kepeng girtin u slogan avêtine. Seroka şaredara Cilemêrgê jineke ciwane. Kurmancî nizanît, ne ji Cilemêrgê ye edet u usulên Cilemêrgê nizanît. Kes çi pê nadet. Weke tayînkirî ji partiyê hate nîşan dan, şibya waliyê dewletê. Dema ew bo Cilemêrgê kirine endama serokatiya Cilemêrgê qet ji xelkê Cilemêrgê ne pirsîn. Kesên ku ev rewşa rexne kirin u gotin bo Cilemêrgê ne kotaya jinê kotaya xizmet u rêberiyê lazime. Gotine van kesan hun xayîn cehş u nizanim çi u çine. Guhê xwe nedane mileti. Rêvebiriya partiyê jî kirine eşîrkanê. Ji ber hindê rehî sedê sih kêm bun. Dîsa jî bo wan ne xem bu. Ji Enqerê hinde rêvebirên partiyê qerar dan u eve jî demokrasî bu.



07.06.2013 17:38 | endazer

45557. Nihe şaredarî u partî neşên çi tişti biken, kes guhê xwe nadetê u wan çi hisab naket. Çimkî partiyê tinê ber avêtin nîşa wan da. Çi rêgirtin u hirmet u siyanet nemaye. Kes guhê xwe nadete kesê. Li Cilemêrgê rewş hate halekî we kurê deh dazde salî bi xeberê babi nekir. Dema babi gote kurê xwe: ‘ kurê min bera ne avêje dikanên alemê’ kur ço bab şikayet kire partiyê!



07.06.2013 17:38 | endazer

45559. Nihe mesele ji kontrolê derkeftiye. Çi kes neşêt bîte berevanî, mileti jêkve ket. Her di rexan dikanên êkudi sohtin. Hinde kes dê suçi avêjine ser istê dewletê u quricîtiyê. Belê raste dewlet neye bê gunehe. Belê ma partî u şaredarî li Cilemêrgê çi şohli diken bi kêr çi tên. Her ro her ro wê meclisên taxan ava diken. Eve dazde sale Cilemêrg ya di destê partiyê da. Eve hinde sale çi diken….



07.06.2013 17:38 | endazer

45560. Bi kurt u kurmancî heke silhe neyête kirin dê gele mirov êne kuştin ji milê her di rexan ve. Di cilemêrgê da çi halekî xweş nemaye. Hal gele yî xirabe. Bi dehan dikan hatine sohtin. Seetekî ji seetê zutir heke hinde kes nekevine nabeynê u berevaniyê neken, Xudê neket gele xwîn dê rişît. Nihe ji dia pêve çi tişt j ime nayêt….



07.06.2013 17:38 | endazer