Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
hevoksaziya tirşikvaninan - tirşik
hevoksaziya tirşikvaninan
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di hevoksaziya kurmancî de lêkera eslî û lêkera bûn'ê li dû hevdû nikarin werin.hetta hin moderator jî li ser vê çewtiyê ne, bo nimûne:

bajarê ku osman baydemîrê wenda kiriye ye.



Lê hevok ku bi vî awayî bihata ristin dê li gor hevoksaziya kurdî bûna, bo alternatîfekê:

ew bajarê ku osman baydemîrî wenda kiriye.



kiriye ye, hatiye ye, çûye ye û hwd. bi temamî tesîra hevoksaziya tirkî ye.



01.04.2014 16:28 | aryâspa

2. (bnr: kurdiya tirşikê)

(bnr: zimanê tirşikê)



01.04.2014 16:42 | simurg56

3. ev hevok jî tê de, tişta ku ez hemû peyamê xwe de dikim e. eger bi rastî jî şaş be, divê em nekin.



02.04.2014 14:14 | nazim tolhildan

4. ji ber çend sedemên beredayÎ tê çêkirin lê ji serî heta binî asîmîlekirina hevoksaziya kurdî ye. divê berpirsyariya tirşikê vê tevgerên çewt bibîne û vê hevokAN di demekî kin de rast bike.

ji bo daxuyaniya li ser lêkera bûnê bnr: kurdiya tirşikê/23732



02.04.2014 22:39 | biruya hayao miyazaki

5. çewtî çêdibin gelek normal e. nivîskarên din ên ku ji ber vê çewtiyê eciz in divê piçek tolerans biranê yên din bidin.

ez bixwe gelek çewtiyên rêzimanî dikim û xwedê zane di vê nivîsê de çend heb çewtiyên min hene. ez carinan li nivîsên nivîskaran dinêrim ku camêr bi salan di nava kurmanciyê de ye, bi salan serê xwe pê êşandiye lê hê jî xeletî dike. ma di vir de kes profesyonel nîn e, em jî însan in û bi demê re, hêdî hêdî em pê çewtiyên xwe verdiqilin. mariv bi xebatên rêzimanî û bi xwedina çend kitêb û bi nivîsandina bi çend salan, nikare bişavtina ku li ser wê/î hatiye kirin li ser xwe rake. ma kê bi zimanê kurdî perwerdehî dît? perwerdehî û hînbûn ji hev cihê ne. mesela tirkên ku heta lîsê xwendinê jî dema ku bi tirkî dinivîsin hezar heb çewtî dikin tevî ku 12 sal bi wî zimanî perwerdehî dîtine dîsa jî şaşî dikin. ma em kurd bi hewldana şexsî hînî zimanê xwe bûne, bihêlin em jî çend şaşî bikin. mariv xwe rast dike heta ku mariv bixwe şaşiyên xwe nebîne nikare xwe bi xwe jî xwe rast bike (yaw min jî pirr got xwe:-)



03.04.2014 01:23 | ferhenga şikestî

6. min hertim ev hevoksaziyê biguman bikar anîtiye. hetta min pir bikar anîtiye. lê li gor min ev ne hevoksaziyek çewt e. lewra dema em.'ku'yê bikar tînin em peyva berî kuyê rave dikin û divê hevoksazî weke peyvên ku me piştî kuyê nivîsandine, tune be, bê saz kirin. mesela: "nivîsa ku min xwendiye, ye." di vê hevokê de şûna 'nivîsa ku min xwendiye' nivîs em têxin. nivîs (y)e. yanê em nivîsê rave dikin. neyse..



ez rêzimana kurdî baş nizanim û jixwe ez vê biguman bikar tînim. ji aniha pêv ez bikar nînim û temam *



03.04.2014 09:42 | mergehez

7. hê jî li gor min hevoksaziyek rast e.

mesela mijar bila hiroshima, mon amour be Û ez peyamekê li ser wê dinivîsim:

fîlma alain resnais ya ku di sala 1959an de kişandiye.(1) fîlm reşûspî ye. yek ji fîlmÊn herî xweş yên ku min heya temaşe kiriye, ye.(2)



(1) li vir temam ne hewce ye mere ', ye'yê tÊxê.

(2) ka emê li vir çi bike? ku em ', ye'yê nexê wateya hevokê namîne Û jixwe lêker jî tune ye.



13.04.2014 00:37 | mergehez

8. ji ber ku formata tirşikê ferheng e û di ferhengan de jî tişt û kes û bûyer û diyarde têne binavkirin û pênasekirin, û ji ber ku tirşik hema bêje di kategorî û klassmana xwe de nû ye nûxwurî ye, yanî tu nimûne û mestereyeke berbiçav tunîne ku dema likumî xwe pê bigire û dema tengijî hawara xwe pê bigihîniyê, gelek caran dibe cihê sosretên kesanedîtî, ew cureya hevoksaziya ku di peyamên jor de gelek camêran jê gazind kirine min jî wextekî ceriband lê paşê min dît ku ev yek di şûna ku cihê ber piyê kurmanciyê xweş bike û rê û asoyên nû li ber veke, dixe di qalibên pêkenî û pêlêhvok de û cih lê teng dike, min dev jê berda..



13.04.2014 01:59 | endazer

9. ji bo nimûne hevoka didoyê ya di peyama 9. ya li jêr evê mijarê de mirov dikare wek; yek ji wan fîlmên herî xweş e ku min heta niha temaşe kirine.'' li ber bejna hevoksaziya resen ya kurmanckî bike..



13.04.2014 02:07 | endazer

10. wisa dixûyê ku tenê ji bo "kiriye ,ye" dibe ku hevokê rast bike ango wisa bixûyê lê bi rastî dawiya her hevoka ku bi lêkeran ve diqede de jî mirov bikarbîne, pir absûrd dibe.
demek berê ez rastê vîdyoyeyek abdullah ocalan jî hatibûm , her dawî ya hevokekî de "se" bikar dianî.
Bi ya min pirr zêde bi tirkî re mijûlbûn wek axaftin/nivîsandin dibe sedemeke bandor li ser zimanê kurdî dema axaftinê de.Raste rast tirkî fikirîn û wergerîna bo kurdî dibe sedema çewtiyên wisa.



03.04.2020 16:39 | brzn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevoksaziya tirşikvaninan

Kategoriyên mijarê:: tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî