Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 7 peyam
kawa nemir - tirşik
kawa nemir
(44) (5) (1)
di mijarê de bigere

45. tirşikên biyanî tirşî Kurdî dike. Mala wî ava be!



02.10.2014 16:28 | bijon

46. vê derê bI asayî dIxwînê an na nIzanIm lê, JI zûde ye, em lI benda helbestên wî yên nû ne.



29.10.2014 01:14 | seydayê_peyvan

47. ez ji dixwazım balÊ bikişÎme alÎyekÎ din ya kawa nemir. bi min zimanÊ ku kartÎne pir girane carcaran ji xwe ra dibÊjim dibÊ ku kawa jı bo ku neÊ fam kirin zımanekÎ wiha kartÎne. ez dizanim kawa tu nıhe bi navekÎ ne dÎyar endamÊ tirşÎk Ê yÎ ji kerema xera rexneyekÎ binivÎse bo min ku eger kÊmasÎyeke min hebe xwe rast bikim. DÎsa jÎ heyrana nÊrÎnÊ te me tÊ bÎra mın tu havÎna 2012 an de hevpeyvÎneke imc tv da gotinÊn xweş Û 'tijÎ kÛrdÎstanÎ' kir.



01.11.2014 14:43 | azad30

48. *Hezkiriyê xwe ye-nexweşî û megalomanî ya me kurdan hemûyan e



*werger û helbest pere nake lewma xwelîser neşêt bo xwe derbyekê bikirît rihê xwe kur biket;ku pere hebit jî diçît dide bîrayê



*zivistanan bi montê xwe yê kevil-reş û berçakva xwe li kolanên Ofisê ligel Şener Özmen digerît (yanî: yek hunermendê navnetewî ye yê dî jî bi wergera shakespeare û ulyssesê namzetê navneteweyiyê ye)



*Ligel kurê xwe bi tirkî diaxive ji ber ku wexta tu rexnegir û xwendevanên kurdî ji zimanê wî fêm neke dê kurê wî çawa kurdiya wî fêm biket.

*welhasil kelam xwedê emrekî dirêj bidetê her çawa be ji bo me lazim e *



02.11.2014 11:46 | xanî

49. Wergêrkî çak û çalak e. Ferhenga wî ji serhedê ber bi milkê botan û bahdînan ve berfireh dibe. Ew bi eslê xwe jî bajarokê igdirê yê bi ser Mêrdînê ve ye. Ji ber ku ferhenaga wî berfirehe, gelek caran peyvên ku bikartîne li hevnakin û zimanê wî bê aheng dixuye. Lewma jî zimanê wî pir çêkirî xuya ddike. Lê bi ya min di warê hunerê de Kurdê herî xebatkar e.



02.11.2014 13:30 | rojan

50. wextekî digotin kawa nemir ulysses ê werdigerîne kurdî lê xweberek nehat bê çi kir çi nekir. niha ez li bendê me ku pirtûk derbiketa û me jî bixwenda...



02.11.2014 14:04 | ceso

51. Li gundê min merivek jê re weke nav- nûçik nemir an nemiro dibêjin heye ku karê sewalkariyê dike… dema navê kawa nemirî dibihisîm ew merik tê bîra min..sala borî me jê gîskek hilgirt an kir, ji bo hîda qurbanê ..lê di qurbanê de ji goşt zêdetir baz derket .. ew derziyan sewalan dixê, mane ku sewal zû bigehin, bigoşt xuya bikin.. jê re çend caran gotin lo nemiro qet nebe yên nasên xwe re pezî derzî lênexistî bifiroşe da ku em ji qurbana te firotî radî bibin…lê çi feyde an gotin bi kêr nehatin..



02.11.2014 14:59 | havka

52. nivîskarê di 13 salan de {2008-(1975+20)}* 54 pirtûk wergerandine û 6 antolojî amade kiriye û 2 pirtûk nivîsî ye.



ma qey her ji sê mehan pirtûkek wergerandine?



(bnr: ma bû çi)



*2008 sala hevpeyvînêye. biner: http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=8&ArticleNr=3413#.VFa3fcmnc4o

1975 sala hatiye dinyê ye. 20 sal jî biladestpêkirina wergerên wî be...



03.11.2014 01:08 | berxweda

53. saeta kalkê wî Hecî Resûl ya serkîsof pir navdar e. Kawa qeşeng û jîr e. lê hest zêde tune ye di helbestên wî de. gelekî sar e helbesta wî. wergerên wî baş e..



03.11.2014 02:20 | marî

54. çawa nemir ka li kû ye nexwe? guh nedin efsaneyen bivî şiklî berê ji bo ahmet kaya jî digotin nemiriye nizanim li kîjan dewlata avrupayê jiyan dike lê derew derket




55. (bnr: kawa nemir mir)

(bnr: xudê neket)



23.12.2014 02:37 | vêca çiyeeee

56. piştî neh deh sal şundeselpakfiroşa wî wergera wî ya melvile, bartlebyê nivîsvan ji nav weşanên lîse derket.

https://twitter.com/KawaNemir1/status/549530369436176385/photo/1



07.01.2015 17:12 | seydayê_peyvan

57. hevpeyvîna wî a dawî: http://kurdish.ruvr.ru/2015_01_15/282124530/



"Berê di salên 1990-an de, tengasîya me hebû, ew di nava wan şert û mercan û wê asîmîlasyonê de, me digo: `em çima xwe nêzîkî kurdî nakin, di ser kurdî de em çima nasnava xwe naparêzin`. Îro ro ji xwe êdî em ji wê yekê bihurîne, êdî em dibînin mesele ji zimên jî derketîye. Êdî rih û gîyan, takekes û şexsîyet hemû, mixabin ber bi entegrasyonê ve diçe. Entegrasyona li gel dagirkerên xwe."



22.01.2015 21:20 | kurê xelkê

58. ''Bi xwêya tenik a beyaniyê re

bi şînî û qetranî hîşyarî darberûyan dibim,

Rehên kûr î agir û alav jiber dikim

û dena xwe dide balindeyên bîra min

Pirsa bi şaxên gewdeyê te yê li ser mêrg û kaniyan ve:

gelo hebe bibînim te pencereya xwe ya çiyayan?''



24.02.2015 20:40 | ferhenga şikestî

59. Pirtûka wî ya kurteçîrokan ji weşanxaneya lîsê derketiye:



(bnr: çavdêriyên barbarekî)



25.02.2015 00:00 | xendekî

60. gelo rojek kawa nemir bimre em ê jê re bibêjin kawa nemirê nemir?



18.03.2015 19:22 | remlavêj

61. kawa nemir jidil e, zana ye. min berê li hember wî xeber dida. pey re min ferq kir ku camêr nivîskarekî gewre ye. zaf xebatkar e.



03.04.2015 16:12 ~16:53 | sîpan

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» kawa
» nemirnejî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî