Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 59 peyam
cegerxwîn - tirşik
cegerxwîn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

33. Tazî me birçî me, mela!
Çi bikim bi rojî û nimêj?
Kom bûn li min derd û bela,
Çi bikim ji vê rîha dirêj
/cigerxwîn /





03.07.2020 21:04 | rojhhh

34. xebata jı millet re karê te ye
bizane ku ew jî şÎyarê te ye!



awazdanîn şerîn perwer





01.07.2021 08:04 | bîyan

35. xebata jı millet re karê te ye
bizane ku ew jî şÎyarê te ye!



awazdanîn şerîn perwer





01.07.2021 08:04 | bîyan

36. Cegerxwîn sala 1903'an li Hesarê, gundekî navçeya Kercewsê a girêdayî bajarê Êlihê ji dayîk bûye. Lê wê demê Hesarê girêdayî Nisêbîna rengîn bû. Navê wî yên bi rastî Şêxmûs e. Lê ji ber şevt û jana gelê xwe wî di helbestên xwe de navê xwe wek Cegerxwîn bi kar aniye.

Cegerxwîn di sala 1927an de bi keça xalê xwe (Kehla Mistefa) re zewicî û ew bûn xwediyê 5 keç û 2 kuran. Kurên wî Keyo û Azad; keçên wî jî
Sînem, Gulperî, Rojîn, Benîye û Selam in. 

Cegerxwîn ji ber ku dêûbavên xwe di temenê biçûk de windakiriye zarokatîke pir bi zehmetî û belengazî derbas kiriye. Di wan deman de şivanî, paletî, gavanî kiriye.

Cegerxwîn demekê jî bûye feqehê li ber destên meleyan. Di wan deman de li her çar parçeyên Kurdistanê geriyaye û belengazî, bextreşî, hêsîrî, zilm û zordarîya li ser gel dîtiye. Bi bandora van dîtinan wî bi Dr.Ehmed Nafiz, Arif Ebbas, Evdilrehman Axa, Mela Elî, Muftî Mela Ehmed û Hacî Yûsif re "Civata Azadî û Yekîtîya Kurd" ava kirine.

Di sala 1979'an de koçî Swêdê kir û weşandina berhemên xwe li wê derê domand. Cegerxwîn di sala 1984'an de  li xerîbîyê û li dûrî axa bav û kalên xwe li welatê Siwêdê çû ser dilovaniya Xwedê. 

Naverokên helbest û berhemên Cegerxwîn zêdetir ji felsefeya serhildan û şoreşgerîyê pêk tên. Herwiha biratî, wekhevî, evîn û evîndarî jî di helbest û berhemên wî de cîh digirin.

Em niha jî bi hev dû re çend helbestên Seydayê Cegerxwîn mêze bikin.

Helbesta wî ya bi navê Agirê Evîndariyê ji aliyê Aram Tîgran ve hinekî hatiye guhertin û di sala 2002'an de hatiye bestekirin.

        Agirê Evîndarî
Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo

Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na,
Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na
Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye?
Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na

Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî?
Ahî dema destê wî l’bin serê min!
Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?
Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriştim ay dil îşev çima çû?”


Helbesta wî ya bi navê Agirê Evîndariyê ji aliyê Şivan Perwer ve hinekî hatiye guhertin û bi navê Kîne Em hatiye bestekirin.     
         
          KÎME EZ?

Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêtim
Agir û pêtim.
Sorim wek etûn,

Agir giha qepsûn.
Gava biteqim
Dinya dihejî.
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî.
Kîme ez?

Ez im rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.

Ji dest xwe berdan ew text û ew tac,
Bûne olperest,
Bi tizbî û xişt.
Ta dijmin şikand
Li me ser û pişt.

Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
Ta ku Kurdistan,
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan
Ket e bin destan!
Kîme ez?

Ez im ew milet, ez im ejderha,
Ji xewa dîlî şiyar bûm niha.
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek şêr
Serê xwe hildim,
Çi ser bilindim.
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn,
Rêçika Markîs,
Rêçika Lenîn.

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,
Kurê Salar û şêrgoh û Deysem.
Bejin bilindim,
Wek dêw bilindim.
Ez dest dirêjim,
Serbest dibêjim.
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim!..
Kîme ez?

Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez,
Serdarê meye gernas û nebez.
Em şer naxwazin,
Divên wekhevî,
Em paş ve naçin,
Dijmin direvî!..

Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîme ez?

Helbesta wî ya bi navê Jîn û Hebûn ji aliyê koma Kardeş Türküler ve hatiye bestekirin û di sala 1997'an de albûma wan ya bi navê Kardeş Türküler de hatiye weşandin.

      Jîn û Hebûn
Ez xumxuma avên çema,
Ez çerx û govend û sema,
Tînim di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.

Bayê siba tê xweş ez im,
Berfa sibatê xweş ez im,
Xurtî di latê xweş ez im,
Hişk û ziwa bin, ez ter im



Helbesta wî ya bi navê Şeva Hîcranê ji aliyê Xelîl Xemgîn ve hatiye bestekirin û di sala 2007'an de di albûma Siwaro de hatiye weşandin.

          Şeva Hîcranê

Di tarîka şeva hîcran çiraxek sîfet im ya Reb,
Ji ser heta piyan ar e, bi carek vêketim ya Reb.
Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil,
Evîn behr e belê tenha di ber pêlan ketim ya Reb.
Ji dîlber dûr ketim lewra bela ser daye can û dil,
Temaşa nakî ey zalim kî ez bê taqet im ya Reb.
Meger pirsê li min nakî belê tim tê xiyala min,
Şev û rojan bi nalîn im bi ah û hesret im ya Reb.
Şev û rojan bi kovan im bi bilbil re dilovan im,
Hevalê xuncê baxan im, ji gul ez dûr ketim ya Reb.
Digel bilbil dinalim ez, zirav im wek hîlal im ez,
Şikestî rengê dal im ez, di halê hirqet im ya Reb.
Di kûra eşqê borî me, yeqîn ez pîrê Torî me,
Di “lailma” derûrî me, di qeyda hîcret im ya Reb.
Meger ez Ristemê Kurd im fîraqê ez nexweş kerdim.
Cegerxwîn im siyahçerd im, di kunca xelwet im ya Reb



17.01.2023 01:24 | amed7221

dengdanên dawîn (yên din..)
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1]
Li devera me dibêjin; (stur: dê were vî kerî ji vê kurê*herrîyê* derxe...
paşeroj û pêşeroj [2]
nivîsa ku @berevaji li ser bloga xwe weşandiye, bawer im wê îzahata /1...
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
belki ev jî bala te bikişînin
» cegerxwîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî