1. têkiliya zayendÎ ya ku ji aliyê du zilaman yan jî du jinan pêk tê.. |
|
2014.04.03-23:51 |
mergehez
![]() |
2. ezmûn û îmtîhaneke giran e.. |
|
2014.09.09-00:06 |
endazer
![]() |
3. tişteke ku xwezayî bûna wê meçhul nîne, eşkere ye. êdî kerê me yê reş jî dizane ku hevzayendîtî tişteke fitrî û xwezayî û normal e. lê raste, di vê dinya ya bêdad, bêwijdan û bêînsaf de îmtîhaneke giran e. bêgûman civak hê di vê mijarê Têra xwe zane û Têkildar nîne. mixabin hê hevzayendîtîyê wek nexwaşîyekî an jî wek rêşaşîyê dibînin. di vê nêrîna seqet ya civakê de bandora hemû olan, bandora derûnnasiya civakî û bandora çand û jîyana dîrokî heye. ji ber ku hevzayenditî tişteke xwezayî ye, terikandin an jî asteng kirina wê jî ne mimkun e. çawa mêrek nikare mêrantiya xwe, an jî jinek nikare jintiya xwe biterikîne; lezbiyen jî nikarin lezbiyentiya xwe û gay jî nikarin gaytiya xwe biterikînin. |
|
2014.09.09-09:54 |
nazim tolhildan
![]() |
4. Tişta ku li gorî ola islamê dive ne weke fetwayenkurdi.com be bersivandin.Di wê pirsa camerî kirî de tiştek anormal tûne ye û di jiyana wî de ji tiştek anormal tûne ye.Mixabin tişta anormal ev e ku nêrîn û bersiva alimokên me ji bo vê meselê ye. |
|
2014.09.09-12:41 |
karmatî
![]() |
5. (bnr: di tirşikê de lobiya hevzayendan) * |
|
2014.09.09-14:42 |
endazer
![]() |
6. (bnr: wow, postmoderniya tirşikê) |
|
2014.09.09-20:59 |
azadixwaz
![]() |
7. tişta gava ku kurd pê dihesin piraniya wan vê bersivê didin bizde olmaz heval lê ya rast ne ev e hima ez ji der û dora xwe mînakan bidim gava ez biçûk bûm li gundê me hinek kes bi hinek lawikên qûnek re diketin têkiliyê û ser de jî ew biçûk didîtin bi ya wan gava tu bi wan re biketana têkiliyê te mêrantiya xwe derdixist rastê lê gava wan qûnektî dikir xwe pê biçûk dixistin, hevalên min ên ku di biçûktiya xwe de, xwe bi lawikan re ceribandine hê jî dilê wan dibije lawikan îcar ev yek ji wan re weke nîşaneke mêrantiyê bû lê ya rast ne ev e ya rast ew e ku kesê ku bi hemcinsê xwe re (tabî tercîh tercîha wan e ez jê re nabêjim tiştekî) bikeve têkiliya cinsî xwezî bike xwezî jî xwe bide ew kes kesekî lgbtî ye bila qet xwe virde wirde nebin neyinin. erê bavo gava dikin mêrantiye lê gava ku xwe didin qûnektî ye? ji ber vê yekê kesê ku dibêjin " bizde olmaz heval " qûnekên mezin ew bixwe ne. herin bi heywanan re bikevin têkiliyê herin bi lawikan re bikevin têkiliyê herin bi keçikan re bikevin têkiliyê û paşiyê jî kesên lgbtî biçûk bikin! çi? kîrê kerê ! yanî çi yanî civaka kurd civakeka homoseksuel e lê tim û daîm homoseksuelîyeka veşartî... rastî ev e xwezî zora we here xwezî zora we neçe. |
|
2014.09.09-23:19 |
ceso
![]() |
8. ya ku ne nexweşî ye. tu pirsgirêk di hormonên wan de jî tune ne. çawa simbêlê mêrekê derdikeve, kîr mezin dibe, masulke zêde dibin ya wan jî wisa ye, yanê hormonên wan karê xwe dikin. |
|
2014.09.10-00:01 |
brusk56
![]() |
9. Bi taybetî di civakên rojhilatê de heterobûn ji zayendî pirrtir, tê wateya zêdebûn/çêbûnê. Kêf û coşî bi temamî hatiye vederkirin û hezkirî-bûnê ku berî pesendkirina kêf û coşî ye, wekî tenê xwesera zilaman hatiye dîtin. Tew çi xweşî! Evîna lehengên wekî mem û eliyê qolaxasî yan jî mecnûn û ferhad ên ji vê axê bûn, ji aliyê vê pergala pîs û qîrê ve bi nêrîna anormal hatiye dîtin. Dema zilam hezdikin, mirin dikeve para wan. Ji ber ku hezkirinê EWê wî kesî bigihîne kêf û xweşiyê, lawazî û qelsî ye, jê bêhtir tunebûnê ye. Ji bo wan qelsbûna zilaman ne tiştekî ye ku bê xwestin. Ji bo wan divê behreya ganokî û kutanî her tim ne bi xuyaneka bulgebe jî bi potansiyelekî wekî çêrok û kufirbazî bê nîşan dan. Bi eslê xwe ev xwesteka qebiliyeta şerkirin û pevçûnê ye. Peyvên bi “divê” didomîne ji hêla zayendî ve, veşartin û tunekirina hebûnên jinan dihewînin. Lê ji ber navê mijarê pêwist e ku ez di şîroveyên xwe de qala hevzayendîtê bikim. |
|
2014.09.10-13:55 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
11. Dibêjin: |
|
2015.09.20-01:46 |
mergehez
![]() |
12. Tiştekî gênêtîke, û ne ji bandora derûdora civakî tê. Û ev najeve bin destnîşankirina nexweşiyê. |
|
2015.09.20-02:17 |
hola êzîda
![]() |
13. li youtubeê min li rastî videoyek bi navê homophobia is so gay hat. di 2011ê de hatiye weşandin û bi 75 zimanan binnivîs hatiye amadekirin ku yek jê kurdî ye. gelek çewtî di rastnivîsa wê de hene, lê bi ya min karekî xweş kirine. |
|
2015.09.26-20:04 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
14. têgih hinek ketine bin guhê hev. ji ber ku zana farqînî di ferhenga xwe de ji homoseksuel re gotiye "hevzayend", miletê din jî heman peyvê bi kar aniye (ez jî tê de me). lê mamoste peyva "hermafrodît"/hunsa" tevlî vê peyvsaziya xwe nekiriye (ji ber ku navê wê ji xwe di kurdî de heye: nêremo an jî nêremê lê ev mentiq jî şaş e jbk îro wekî argo û heqeret jî tê bikaranîn û divê jêre peyvek notr bê çêkirin) û di tayîna wî ya maneyan de xeletî derketiye. hevzayend, bi ya ferhenga wî û mentiqa wî dibe "kesê ku xwedî du cinsiyetê ye" lê maneya ku mamoste daye wê peyvê wiha nabêje. îja bi ya tercîhên wî yên peyvan mane divê wiha bin: |
|
2020.11.24-15:25 ~15:30]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
15. Gelo dewsa peyva hevzayendî, peyva nêromê an jî nêremo were bikaranîn çêtir nîne? Nêromê Peyveke kurdî ye û kevnar e. weke heqeretê jî nayê bikaranîn. Qet nebe min weke heqeretê nebihîstîye. Lê li gorî min peyva "hevzayendî" bi mantiqa "eş cinsel’a” Zimanê tirkî hatîye çêkirin. Mirov vê peyvê di nav gel de jî bikarbîne ez bawer im kesê jê fahm neke. |
|
2020.11.24-16:16 |
fatoş xanim
|
16. gey/lezbîyen û nêremo ne tiştên wek hev in. nêremo rasterast ferdên hermafrodît/hunsa pênase dike, yanî bo kesên ku him vajînaya wan him jî penîsa wan hene. ji vir jî em fêm dikin ku nêremo nasnameyeke biyolojîk e. lê di heman demê de argo ye jî, wekî heqeret jî tê bikaranîn. min gelek kes dîtin ko bo biçûkxistina travestiyan bi kar anîne. ji bo zarok û xortan jî tê bikaranîn, ew kesên ku rewş û tevgerên wan "femînen" in. tecrube dibêje. |
|
2020.11.24-17:51 ~22:21]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [3] |
![]() |
xwe guhertin [1] |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [3] |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [2] |
![]() |
kovara pîjok [1] |