Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hamlet - tirşik
hamlet
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji aliyê kawa nemir ve li kurdî hat wergerandin û ji aliyê celil toksöz ve bû şanoyekî kurdî .

dû re gelek deveran hat lîstin ; amsterdam, îzmîr, amed, enqere ...



07.07.2013 22:46 | brusk56

2. biqasî ez zanim heta hefteyeke wê li Amedê bibe mêvana me. dîsa bi Kurdî.



01.02.2014 15:27 | kurê xelkê

3. Li Amedê şanoya şaredariya mezin lîstika “Hamlet” bi zimanê Kurdî dileyîze;

(bnr: http://diyarbakirhaber.com.tr/mobil/yazioku.aspx?kayitid=151)



04.02.2014 16:04 | arams

5. Pir hewl da ku bêyî ferhege ve bixwînim lê nebû, neçûm serî. Bi min pirtûka ku bêyî nêrina wergêra ya tirkî an jî îngilizî nayêt xwendin. Meriv dixwîne jî fam nake. Bi min nişeyên berfireh ve hewceyî rastkirinê heye. Dibe ku meriv bi nêziktedayî ya erênî ve pirtûkê bixwînî.

Berhemeka Magnum opus’ê (şahkar, serkarpêk, şahkarpêk) ya Shakespeare ye.

Wekî:
Laertes:
Ezê milên xwe mîna şahperan li hogirên wî vekim,
Wek keravîyên ku ji ber dilovaniyê ji canê xwe derbas dibin
Ez ê wan bi xwîna xwe xwedî dikim r.213

Bîst caran bixwîne jî tu fam nake. Ji ber ku di dema nivîskar dijî de bawer dikirin ku pelîkan, li vir keravî ye, çêlikên xwe bi xwînê xwedî dikin.
Wergêr çima cûreyek çûçik an jî teyrek pir şêrîn ra, pelikan, peyva “keravî” bi kar aniye. Qaşo pelîkan keravî ye. Keravî an jî kera avî.

Peyvên zişt ku divê ji ferhengan de bêt derxistin: keravî



30.09.2023 00:24 | çomo

6. Di pirtûka wergêra kawa nemîr ya hamletê de lê rastî bikaranînek weha hatim..
Wekî
Dîk bang dide (r.52) (belê bang dide, ne bang dike)
Dikira biaxifiya dîk bang da.(r.53)

Dîk bang nakin, dîk dixwînin.
Dema yekî re bibêjî “dîk bang kir, ez rabûm” ew dê bi teqez bikene.
Dibe ku di nava çîrokan de dema dîk mîna mîrovan axifî hingê dibe ku bang bike.
Wekî: dîk bangî mirîşkê kir û got “ Were em herin çêrîne.”
ji bona firehkirana sînora zimên wergêr tiştekî weha kiribe jî, lê rasthatina ewil de hinek seyr tê.



04.11.2023 00:58 | çomo

7. Hin riste an jî gotinên pirtûkê xweşiyê meriv tê.

Good Hamlet, cast thy nighted color off,
And let thine eye look like a friend on Denmark.
Do not forever with thy vailèd lids
Seek for thy noble father in the dust.
Thou know’st ’tis common; all that lives must die,
Passing through nature to eternity

Hamletê dilpak, dev ji van mirûztirşiyan berde,
Bila çavên te jî bi dostanî berê xwe bidin mîrê denmarkê.
Qey tu yê heta hetayê çavên xwe bikusirînî erde
Û di nava xweliyê de li bavê xwe yê tovrind bigerî?
Tu jî dizanî ku ev yek asayî ye- hemû zindî dimirin,
Ji xwezayê derbasî bêdawiyê dibin.



15.11.2023 23:35 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hamlet

Kategoriyên mijarê:: tiyatrolistik pirtukweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî