Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
necat emîn - tirşik
necat emîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. komposor an komponîsteke kurd e.. di sala 1966an de li bajarê kerkûkê ji dayik bûye û bi 12 saliya xwe ve karê muzîkê ve miJûl bûye. Bo yekemîn car li koma muzîka zarokan ya Pîremêrdê de di sala 1980-82'an de xebitîye.

Ji sala 1984an û pêv de li Danîmarkayê karê xwe yê muzîkê dike. Di 1986-88 xwendina li peymangehê li bajarê Kopinhaginê bi dawî tîne ku li wir Piano, Keman, Harmonî, Pwereda guh dixwend.

Di 1991an de li welatê Poloniyayê jibo xwendina Lêkanînê (komposisyon) xwendinek 5 salî û bi pileyek bilind li jêr çavdêriya Prof. Françîsêk Wozniyak qedandiye, û li gelek pêşbirkan: Poloniya, Ispaniya, Kanada, Danimark, Îtaliya . . hevbeş bûye, û di 23.02.1997'an de xelata Bêrnard Rosên Fêldî li Kopinhaginê wergrit.

Necat Emîn jibo vê pêşbirkê Pêncîneyek Pifdanê (Wind Quitet) amade kiribû ku ji aliyê Pêncîneya kopinhaginê hatibû pêşkêşkirin û di pey re di sala 1998an de li bajarê Darmstadtê ya elmanî bo cara duwem hate pêşkêşkirin.

Di 1997an de û jiboyî karekî pir girig ji aliyê qadir dîlan ve tê vexwendin jibo dirustkirina Orkêstra Netewî ya Kurd li elmaniya.

Piştî vê çavpêketinê û çendîn hevdîtinên dinê helbet bi piştgiriya ekadêmiya çand û hunera kurdî li elmaniyayê di gel xebateke bê rawestan karî orkêstraya netewî ya Kurd di heman salê de damezrîne ku ta niha jî ew bi xwe rêvebirya wê dike.



Berhemên Necat Emîmî yên herî giring heya niha ev in:



3 PoymatênSinfonî

yek Çuwarneyî Jêdar (Strîng Quartet)

yek Pêncîneyî Hawayî (Wind Quintet)

Berhemek jiboyî Harp, Perkêsyon, Amûrên Jêdarekan

Sîmfonî Dans

Konsêrtek jiboyî Keman û Orkêstra jibo Helebce

Rêkwêmek bi navê Helebce

10 Fûge

24 Kanon

yek Sêyîne jiboyî Saksofon (Saxophon Trio)

Çend berhem jiboyî Deng û Orkêstra



kilama edûlê û miho bi awayeke orkestral: https://www.youtube.com/watch?v=QiNdYOIKyUI#t=245



05.04.2014 03:03 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» necat baysal
» emîne xanim

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik muzikstrn huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî