Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ciwan haco - tirşik
ciwan haco
(17) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. can e can.



08.07.2013 10:52 | serburiyek

2. stranbêjek e ku pîr nabe.

nizanim ji ber navê wî ye an ji ber stranên wî lê her çiqas rûyê wî qermiçî be jî mirov (ez) wî ciwan dibînim.



08.07.2013 10:57 | simurg56

3. jina wî ji îzlanda tê

http://vimeo.com/65287373



08.07.2013 23:43 | gimgim

4. neviyê haco axa ye. piştî serhildana haco axa têk diçe ew û malbata wî sirgûnî Qamişloyê dibin. ciwan li kurdistana rojava hatiye dinê. cihê Ciwan HACO di muzîka Kurdî wî gelkî girîng e. di stranên xwe de mijarên welatparêzî , destanan, eşq û evînê tînê ziman. ciwantiya xwe de di bin tesira mihemed şêxo da maye. helbestên cegerxwîn , mihemed şêxo, dilber haco, rûşen haco, mir celadet bedirxan û mehmed uzun kiriye stran. stranê wî yê ku ez herî zêde hez dikim ''bilûra min'' helbestê mîr bedirxan e.



11.07.2013 00:27 | fuad hemedxan

5. piştî van du-sê albûmên xwe yên dawîn ewî jî rêya xwe bi popê û popûlîzmê xistiye.. hele hele piştî dûeta bi hülya avşarê re ya di albûma dawîn de yekcarî dilê min ji ciwan reş bûye.. ka ew ciwanê berê ku bi her straneka xwe dilê me yê bikul û birîn dax dida..

eger rojekî riya wî bi tirşikê bikeve dixwazim vê yekê bixwîne: ciwanoo me bi destana egîdekî, bilûra min, hevala evîndar, girtiyên azadiyê hej te kir û cihê te li dilê xwe xweş kir.. xêra xwe û ya dêûbavê xwe berî her tiştî eleqeya xwe bi ayhan evci û hülya avşarê re qut bike.. û paşe jî vegere û bide ser rêya xwe ya berê.. vegera te ya dawîn ne tu vegerek bû.. esl û feslê mûzîkalîteya te ne ev e tu ji me hemûyan çêtir pê zanî..

erê zanim demekî te di hevpeyvîeka xwe de gotibû ez gelekî aciz bûme ji stranên epîk ên şervanî û welatparêziyê dixwazim hinekî jî ji bo eşq û evînê bistirêm û bilorînim.. di mijar û temayên stranên xwe de serbest î helbet lê qenebe destê xwe li terza xwe nede..



11.07.2013 04:08 | endazer

6. dema ku em li ser mûzîka Kurdî biaxivin û em çend hunermendan bihejmêrin dinav çendên ewilîn de ciwan haco derbas dibe. Vê taliyê berhemên ku derxistîn li dijî rengê wî bûn dueta ku bi hulya avşarê re kir jî ne bi dilê Kurdan bû. lê ciwan her tim cuda ye baş an xerab. tevahiya stranên wî xweş in lê dêrsim ji bo min cuda ye.



11.07.2013 12:03 | siwaro

7. piştgireke filîstîniyan e. lê carekê komeke hackerên filîstînî malpera wî ya înternetê xera kirine û piştî ku ji wan re hatiye gotin ku ciwan haco ne dijminê filîstînê ye û heta li ser filîstînê stran jî çêkiriye, wan lêorîna xwe xwestine.



09.08.2013 01:55 | simurg56

8. can te çi ji min kir, te çi li seré min kir... Hunermendek béhampaya...



09.08.2013 14:12 | gabarî

9. gotin sar dibin wexta ez pesnê mûzîka wî bidim.(ji xeynî van salê dawî- hingî jî gotin dibin pizot wexta ez rexneya mûzîka wî dikim.)



09.08.2013 14:28 | reşkêşevê

10. xwedê min beRî gelek divêya lê piştê performan a Newroza wan'ê( a 2013ê) ez lê sarbûm, ma mirov newrozê wiha pêşbazî dike... ez dibêjim hinek hunermendê kurd li bin hunara xwe dimînin dipelçiqin , ciwan jî heman rewşê de ye. êdî hêdî hêdî bawerim ji bo çanda popûler dixebite....



09.08.2013 18:23 | kelha bayê

11. MÛZIKJENEKÎ NAVDAR E YÊ KURD E. hER DEM LÊ TÊ GUHDARÎ KIRIN.



09.08.2013 21:03 | seydayê_peyvan

12. Yê ku vê helbestê kiriye stran. "Sira sibê li ba bû, dara hewrê veciniqî hişyar bû, tevziyek da xwe, tevziyek kûr, rahişt blûrê danî ser dirana..."



26.09.2013 00:31 | ceso

13. ciwan haco wekê din gotin naxwaze nav bes e ...



26.09.2013 00:59 | nîgarvan

14. dilê min...



26.09.2013 18:36 | hozanagirîn

15. diz û dîzdarê dilê hemû keçên Kurd...



26.09.2013 19:55 | keje bemal

16. Îro derketibû ser kanala cnn türkê di bernameya şirin payzınê ya bi navê 360 dereceyê de bersiva pirsên şirîn xanimê didan.. çû û hat û behsa divêtiya jiyîna bi hev re ya tirkan û kurdan kir.. û dawiyê jî got ez dixwazim ku kurd ji doza xwe û daxwazaên xwe neyên xwar û herkesek bi zarokên xwe re bi kurdî xeber bide.. mixabin ji ber ku dereng ez pêhesiyam min nekarî ez seyra temamê bernameyê bikim.. hêvî dikim ku di demeke kin de vîdeoya bernameyê li ser înternetê jî were belavkirin..



10.10.2013 20:35 | endazer

17. bernameya cnnturkê de va ke: ez her çiqas fikrê nasyonalîstî ra hes nêko zî; ma kurdî mecbûrî ke bibî nasyonalîst...

reyna va ke: ez seba sûrîye, tirkîya nêmireno, Înan ziwanê mi qedexe kerdo; la az seba almanya eşkeno bimiro, çimkÎ înan ziwanê mi dayo mi.



http://video.cnnturk.com/2013/haber/10/10/ciwan-haco-almanya-icin-olurum



10.10.2013 22:09 | kurdane

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwankîle

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî