30. gava nabêje "ez ê qurbanê we bim", meriv bi vê dilgermî ya wî dike bixwe bibe qurbanê wî! |
|
11.03.2015 23:04 |
ervah.azad
|
31. di mala me de pir mişk hebûn, me nikaribû wan bigirta tim direviyan. min strana ciwan haco vekir tev serxweş bûn derketin. |
|
19.03.2015 01:05 |
remlavêj
|
32. pirrî caran dema ji xewka şêrîn radibim, bi stranên ciwan dest bi rojê dikim. mariv ker nebe bi ciwan haco dest bi rojê nake, ew hemî ciwaniya ku niha têde me yekcar ji laşê min difûre,direve. dûmahika roja min bi melankoliyê derbas dibe, heta nîvê şevê nikarim ji ser xwe biavêjim. |
|
11.04.2015 11:42 |
ferhenga şikestî
|
33. vebêjê hemû êşên ji kurdistanê belavî kurdistanîyan bûye ye. |
|
02.08.2015 20:38 |
xendekî
|
34. stranbêjê mûzîka kurdî yê herî serkeftî dibinim yek jê ewe. stranbêjê ez heyranê wî û li serê mirîme stranbêjê sê çar sal hima bêje timî min wî gohdar dikîr û bi darê zorê dida gohdarkirin li dibistanê hevalê min ji minra digotin hê jî dibên ciwan, ciwan haco, ciwan hoca... min navê wî û wêneyê wî li ser kincê mektebê çapdikir hîngî hez jê dikir tev şaş diman û sipariş didan digotin wêneyê me jî wiha çêke û teklîf dihatin...(ewro îro min keçika li dora xwe dît ) dibe cara yekem li ser tîşorta çapkirina wêneyê hunermenda min derxistibe di sala 2004-2005 ada li ser tîşorta wêneyê xwe yê ciwan haco û yê yılmaz güney min koland li ser tişorta lê vê paşê li ser tişorta ahmet kaya, şivan perwer şahê bedo... derketin holê werhasil xwedê ji ciwan haco razîbe keda hunera wî heye li ser min heqê wî nayê danê.. |
|
03.08.2015 16:03 ~2015.12.31 16:13 |
shorbevan
|
35. xwezî xalê me yê can ciwan heneki kêmtir vexwara. min îro darîya videoyeke wî ya nû kir, te bê qet tavilê ji xwe ve biçe... ez ji dil ve xemgîn dibim bi şeref! |
|
23.09.2015 22:28 |
ervah.azad
|
36. ciwanekî stranbêj e. bi rastî bi xwe ne ciwan e. lê belê stranên wî herdem ciwan e, tu pîr nabe, kevn nabe. |
|
24.10.2015 18:35 ~2015.10.25 21:10 |
xwedaparêz
|
37. nuha bi navê pêşmerge klîbek nû weşandiye. pir kêfa min jê nehat. lê ciwan e, guhdar'ikirin ne bar e. |
|
31.12.2015 13:29 ~13:30 |
biruya hayao miyazaki
|
38. ciwan haco, di sala 1991 an de li qamişlo li nav malekî konserek daye * |
|
20.10.2016 15:20 ~15:20 |
xwelî li ser
|
39. Bi navê felek albumeke wî ya nû di rê de ye. ev xeberekî gellek xweş bû. xwedê bike tehma salên 90î di vê albuma eî ya nû de hebe. |
|
10.04.2018 23:10 |
ceso
|
40. bi albûma xwe ya nû îşelleh bikeve ser riyeke di navber albûmên wî yên kevin û 2-3 albûmên wî yên dawîn. bi nûçeya albûma nû, gelek kêfxweş bûm. bila zû derkeve... |
|
11.04.2018 22:05 ~22:05 |
simurg56
|
41. Ciwan haco; Behre, ave, barane, axe, ewre, jîyane, berxwedane, serhildane, gotine, awaze, dîroke, ronahîye, heyve, roje, tave, tîrêje bi temami kurdistan e. |
|
11.04.2018 23:01 ~23:02 |
hesen bira
|
42. eva çend roj in strana wî a ez diçim (lawo here) guhdar dikim. |
|
12.10.2019 12:56 |
bûtîmar
|
43. hunermedê muzîka kurdî yê herî mezin e. bandora wî li ser hemû stranbêjên piştî wî hatî re heye. di cîhanê de navdar e. yek ji wan kesên ku sedema serfirazî ya Kurdan e. yek şansa wî jî ew e ku muzîkjenên wî gelek baş bû(Paolo vinaccia, stein bull-hansen, audun erlien). |
|
07.12.2019 02:04 |
lîfikê firaxê
|
44. ê ku li gor min jî stranbêjê herî baş ê kurdan e. |
|
07.12.2019 13:17 |
brusk56
|
45. Yek ji hunemendên kurd yê teqawîd buye ye. |
|
07.12.2019 13:44 |
azad30
|
46. Êdî di pîknîkan de ji hevalên xwe re distire Lê teqawîd nebûye. Hê berî 7 mehan jî stran û klîbek bi navê mektûb çêkiribû. |
|
07.12.2019 20:07 |
simurg56
|
47. hunermendê herî serkeftî ê kurdan e. Belê gotina "hevalê xwe ji min re bêje da ji te re bêjim tu kîyî" çend rast e. Dema ciwan bi muzîkjenên skandînavî re dixebitî li ku bû piştî bi ayhan evcî re, li gor miqamên muzîka tirkî çend albûmên ji hev xirabtir derxist li kû ye. Ronahîyên bakûr li kû, deşta konya li kû! Tevî tercîhên şaş ên salên dawî ciwan hêj xweyî îtîbarek mezine, qedirbilind e û gelek tê hez kirin. |
|
25.02.2020 02:25 |
hespêsor
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |