Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
kurdê ku rojbûna xwe dizane - tirşik
kurdê ku rojbûna xwe dizane
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: xeyalê zanistî)



05.04.2014 23:34 | simurg56

2. ew bajarî ye.



10.04.2014 02:39 | bijîmillah

3. yek ji wan ez im. çawa dizanim? ji ber ku, dema ku ez ji dayik bûm, bavê min xwendekar bû. li gorî gundîyên li dora xwe, piçek zêdetir zaraw bû û rojbûna hemû zarokên xwe lib û lib kifş kiribû û nivisîbû.



10.04.2014 10:27 | nazim tolhildan

4. ez jî yek ji wan im. bavê min jî dema ez ji dayik bûme çûye nasnameya min derxistiye û roja rast nivîsandin daye. û li gor hin nivîskaran divê ez ji kurdîtiyê derkevim *



10.04.2014 11:07 | mergehez

5. Piranî kurdên piştî salên notî(90) ne..tohvên wan li ber xêzefilmen dallas û marriana hatiye avêtin,nifşê tuttî frutî ne..



10.04.2014 11:24 | birho_fîlo

6. Kurdên ku bi lêkolîneke kûr û dirêj ez jî dikarim bikevim nava wan. Gava ku ez çêbûma ew şev daweta yekî bûye lewre min heya meha rojbûna xwe jî hîn kir. Lê ji bo rojbûna min lêkolîneke kûr divê... Ji ber ku tarîxa dawetê ne tê hişê bûkê ne jî tê hişê zava...



10.04.2014 12:38 | ceso

7. dema yek pirsa rojbûna xwe ji dêbavê xwe dipirse bersiva dêbavan:

tu wextê palyiya genimî de xwedê dayİ

wî çaxê şer hebû

rojeka serma û seqem bû



10.04.2014 12:41 | renas

8. (bnr: ez) *



30.08.2016 01:22 | biaqila malê

9. Kurdên berê * ji alî kurdave zanebûna rojbûna xwe hima bibêjin ne pêkane yên berene têde.. ez jî vaye du sê seete ji diya xwe pirsên wekî yên qebrê dipirsim; dema xwedê minda dinya germ bû? sar bû? dew hebû? berf? hêşînahî hebû?, dema rezan, baxçeyan bû? ... hat hişê wê got; "meha şebanê bû jibû navê te jî me got bira şeban be paşê pîra te xwedê jê razî got navê apê min şebane bira navê wî shorbevan be..)" min jî sala 1990-1991 teqwîma hicrî û miladî da da berhev meha şebanê dawiya sebatê û adarê dide berxwe.. diya min jî dibêje adar bû werhasil me biçi kul û halî me hê sal û meha wî dît *



01.10.2016 14:22 | shorbevan

10. (bnr: kurdên mûdern)*



01.10.2016 16:47 | xwelî li ser

11. Kurdê bajarî * Ez ji diya xwe dipirsim dibêje payîz bû Baran dibarî em li ber sobê bûn *



01.10.2016 19:45 | hêja

12. Ez im û rojbûna min jî sibê na dusibe ye *



01.10.2016 22:04 | bûtîmar

13. kurdê ku piştî salên 2000an hatiye dinê.



02.10.2016 19:29 | kezebmonitor

14. bavê min jî dibêje rojbûna te bihar bû.., bavo newroz hatibû an na ? na kurê min pkk hê me ne afirandibû , ji remezanêre çend roj mabû? hostgator



02.10.2016 21:45 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên mesîhî
» rojbûna arjen arî
» xweştirîn helbest li ber dilê min
» dizane xêl e lê nizane li ber deriyê kê ye

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî