41. niha li tirshttps://tirsik.net/m weşanê de ye. |
|
28.06.2014 21:57 |
simurg56
|
42. versiyona ku min qet jê heznekir.. ji opera mini'yê têketin ji vêya hezar qatî xweştir e.. |
|
28.06.2014 21:59 |
mergehez
|
43. versiyona ku ne li gor hêviyên me be jî,ne xerab e. mirov dikare bi hesanî sernivîsan bixwîne, têketinê bike, binivîse.. |
|
29.06.2014 00:42 |
brusk56
|
44. bi gelek kêmasiyên xwe bi xêr hatiye, bi vî awayî jî kêrî min hatiye û ji telefonê peyam dinivîsim. |
|
29.06.2014 09:59 |
azadixwaz
|
45. versiyona ku kêrî min nehat.. ji ber ku telefona min pir hêdî ye ez zêde nikarim têkevim geroka înternetê ya telefonê yan jî gerokên din ên ku ne mini ne.. ezê bi nivîsandina ku di opera miniyê de dikim, berdewam bikim. heya sepana tirşikÊ çêbibe an jî heya ez telefoneke Nû ji xwe re bistînim, ezê kêm binivîsim mixabin.. |
|
30.06.2014 02:17 |
mergehez
|
46. a ku mirov tenê rupela pêşîn a mijarê dibîne û mijarên ku ji 20 peyaman zêdetir hatî nivîsînde peyamên nu hatî nivîsîn naxuyên, loma jî ez nikarim van peyaman bibînim û pirî caran nikanikarim ji ber wê binivîsim jî. |
|
30.06.2014 10:40 |
azadixwaz
|
47. heta niha min lÎnka wê ji kê re şandibe qîma xwe pê neaniye.. qey çêkirina mobîl versiyonê ev qasî zehmet e? an mesrefa wê zêde ye, çi ye yanî? ev 6-7 meh in ha çêbû ha çêdibe.. eger xweyê sîstemê xwe lê neke xweyî û çênake, bi hezaran camêr hene mirov kare jê alîkariyê bixwaze, eger mesrefek zêde lê diçe, em karin di nav xwe de tiştinan bidin hev.. ji ber tunehiya mobîl versiyonê belkî 20 nivîskarên berê dinivîsandin êdî nanivîisn.. ji xwe mîrata piyasê kesad e, heta ku em yekî qayîl dikin ji bo bê û di tirşikê de binivîse hema namîne ku em xwe nayêxin di bera de.. vêca bi ser de jî pirsgirêkên bi vî awayî teknîkî derdikevin pêşiya me.. mesele ne tenê mobîl versiyon e, belkî bi dehan kêmasiyên teknîkî yên tirşikê hene.. hê jî sîstemeka wekê insanan ji bo peyam şandinê nehatiye çêkirin, hê jî sîstemeka birêkûpêk ya statîstîkên tirşikê nîne.. |
|
30.06.2014 16:58 |
endazer
|
48. (bnr: mijara wilê kiriye endazer ji tirşikê xeyidiye) û dibêje heta ku ev pirsgirêkên teknîkî safî neebin ez ê tirşikê nexwim! weylaa wileh mafdar e. ma em ê çend caran bêjin êdî bes e. em dikarin navxwede tiştnan kom bikin, em pevre van tiştan safî bikin, lê bila halê nedome.! |
|
30.06.2014 18:14 |
xendekî
|
49. a ku min derbarê wê de zu xeber daye. mixabin ji ber zêdebuna kêmasiyên wê min ji nu ve opera mini daxist û ji malpera normal dikevimê. |
|
01.07.2014 10:22 |
azadixwaz
|
50. (bnr: greva nenivîsandine) |
|
15.07.2014 11:39 |
karmatî
|
51. versiyona ku ger zûka neyê pêkanîn dawiya tirşikê ji bibe weke ferhengên din. |
|
05.08.2014 14:10 |
karmatî
|
52. eslê xwe de êdî ne pêdiviyek girîng e. ji ber ku di sîstema nû ya tirşikê de hemû fonksiyonên tirşikê li ser telefonên mobîl jî bi hêsanî dikare were bikaranîn. ji ber ku sîstem li ser mobîlan jî normal/bêpirsgirêk xuya dike. |
|
23.10.2014 00:33 |
simurg56
|
53. versiyona ku dema mirov %50ê versiyona kevin û %34ê ya nû û %47ê a nipûnû dane ser hev derdikeve holê * |
|
23.10.2014 00:36 |
brusk56
|
54. problema ku êdî bi temamî hatiye çareserkirin îşelleh. sîstema nû ya tirşikê êdî li gor ekrana bikarhêneran xwe diguherîne û baş jî dixebite. ser xêrê be. |
|
29.10.2014 10:44 |
simurg56
|
55. Wisa xuyaye ku îcar tam çêbûye.destên kedkarên wê xweş be. |
|
29.10.2014 13:31 |
bayesar
|
56. ya ku heta tüne bû, rojê 50 kesan hezar caran digot çima tüne û wê kengê çêbe. niha jî tu kes nabêje kuro ev çi tiştek xweş e ser xêrê be deste we sax be. demek ew hemû hêcet bû * |
|
30.10.2014 01:38 |
brusk56
|
57. sîstema nû ye ku,çima ez nedibînim. |
|
30.10.2014 21:28 |
endazyar
|
58. versiyon ji vir dikare were bikaranîn: wergerine.com/t |
|
30.10.2014 21:30 |
simurg56
|
59. Divê bişkoka peyamê ji vebijêrkan were derxistin. Dema bê navber peyam dişînî, gihiştina bişkoka peyamê zehmet dibe û bi piranî bi xeletî li bişkoka panelê ditikînî. Bi min cihê bişkoka peyamê hinek asê ye û wekî versiyona desktopê berbiçav nîn e. |
|
14.05.2021 12:10 |
xelîl
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |