Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
çaya bêşekir - tirşik
çaya bêşekir

Navê mijarê ya ewil ev bû:çaya bê şekir
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

19. (bnr: nescafe classic)

(bnr: qehweya bê şekir)



10.03.2015 00:59 ~00:59 | brusk56

20. Min jî got ez êdî hêdî hêdî şekir kêm bikim û çaya xwe bêşekir vexwim. Lê nebû nabe. Tenê êdî wek berê şekir naavêjimê, şûna du kefçiyan kefyçiyekî diavêjimê. Halê xweş e.

(bnr: çaya kêm şekir)



10.03.2015 10:33 | xendekî

21. (bnr: lobiya çaya bişekir)

ez di vê meselê de wisa difikirim ku yên modaya çaya bêşekir belavkirin tirk bûn, yanî pêşî wan dest pêkir ji ber ku haya tirkan ji tehma çay tune ku hun jî zanin di tirkî de navê tehma "tehl" tune lê ji bo kurdan tehl tehl e, nexweş e. ji ber vê yekê kurd şekirhez in. lewma di binhişa kurdan de ev norm heye "tiştên tehl nexweş in, çaya bêşekir hî tehl e vêca çaya bêşekir jî nexeş e"



10.03.2015 14:02 | ceso

22. Çaya tenê li ber şêranîya tê vexwarin e *

Dikarim dev ji çayê berdim nikarim çayê bê şekir vexwim.

Wekî din baş zanim ku tenê ev kesên çayê bê şekir vedixwin tehma çayê zanin û dikarin li ser wê şîroveyên hêja bikin.



24.11.2019 21:19 | berxweda

23. biqasî 2 sal berê ez jî derbasî "" bûm. ji hal û rewşa xwe zor xweş im



24.11.2019 23:27 | wiha wilo wisa

24. Êdî ji min re ecêb nayê.ji 10 sal zêdetir e ez çayê bi yek şekir vedixwim hîn nû ez derbasê çaya bê şekir dibim.ev pêvajo hîn dewam dike.temam nebûye.



25.11.2019 13:17 | bayesar

25. Asta jor..min 3 sal beriya niha bi 3 heb şekir ça vedixwar salek paşê 2 paşê 1 vêga 1 yek e. Heta sala bê ez ê jî bikim bê şekir. Tiştekî pir karizmatik e *



25.11.2019 17:30 | hesinkar

26. Heke hun lê bialimin tehma wî ji ya şekirkirî xweştir e 7 sal in bê şekir çayê vedixwim



25.11.2019 17:37 | seryasêdilşûşe

27. salê çûyî min 2-3 kevçiyan an jî 5-6 yên kûp diavêt. ev 5 6 meh in, bêşekir vexwim. min vexwarina çayê berda. tenê çayek di tatê de vedxwim bi şekir. hew lê bi nîv kevçî şekir.

çaya bêşêkir, mîna çayên din ên giyayan, bêtehm û bêsêhr e tu hewcebûyîna wê ya jiyanî tune ye.

(bnr: yeaq)



25.11.2019 23:17 | biruya hayao miyazaki

28. wila bê şeker bo, qirika mi de manena û ez bi zorakî war kena. Ma bonder nêbî bira!



25.11.2019 23:19 | kajav

29. Ji bo libata kevçî avêtinê, te wê wateyê ku "ez bêşekir vedixim wuleyn teres!!!" , min berda. Belê poşmanim lê ez ketim vê bengîya bê veger



25.11.2019 23:48 | rizgarm

30. a ku dema mirov elimî, ya bi şekir weke quzzilqurtê tê mirov.
bi min divê em, ew kesê ku cara yekem şekir avêtiye çayê bibînin Û têr lê bidin.



25.11.2019 23:55 | brusk56

31. Ev demeke dirêj e min dest pê kiriye. Ji wextê dizanim min 2 dikirine. Vê Dawiyê ji ber tenduristiyê min got ez ê dev jê berdim û min berda. Hûnê bêjin çi guherî, tenê bê şekir e, dîsa nexwşiyê lehnet bi min re hene. (bnr: seboreîk dermatît)

Tiştekî ecêb e ku diçim derva li kafêyekê divexûm çayê mecbûrî bi şekir divexûm. Malmîrata tu dibe qey qîr kirine nav, çiqas bi min tehl tê. Tu lê dinêrê zêde ne tarî ye jî, ecêp...



26.02.2023 23:37 ~23:38 | merwano

32. x: Hûn çiqas şekir bikar tînin?
Ez: Na, ez şekir bikar naynim, spas heval.

Dema ku ez vê dibêjim, ez hest dikim ku min tiştek girîng kir *



27.02.2023 15:52 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» çaya çînê

Kategoriyên mijarê:: jiyan xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî