Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
çarşema sor - tirşik
çarşema sor
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di Çarşema Sor de, piranî ev duaya jêrîn tê xwendin:



Qewlê Afirandina Dinyayê



Yarebî dinya hebû tarî

Tê da tunebûn mişk û marî

Te zindî kir taze halî

Çû nema gul jê barî

Ya Rebî tu hostayê kerîmî

Te vekir rê û derba tarî

Tu hostayê her tiştî

Bihuşt çêkir rengê bî

Erd û ezman tunebûn

Dinya fireh bê bin bû

Însan û heywan jî tunebûn

Te xak saz kir

Di behran de tenê hebû dur



Ne dimeşiya, ne dipeşiya

Te xweşruh anî ber

Nûra xakê peyda kir

Goşt û ruh hatine ber

Nûra çavan lê hate der

Dest û pê kire leş

Lê şêrîn kir got û bêj



09.04.2014 18:28 | bijîmillah

2. Çarşema Sor cejna êzdiyan ya herî naskirî ye. Her sal, di yekemîn çarşema meha nîsanê ya bi gor salnama kevin de tê pîrozkirin. Bi gor baweriya êzdiya, Xwedayê alemîn her sal melekekî rê dike ruyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav însanan ji holê rake û başî di nav însanan de belav bibe. Her weha daweta êzdiya jî piranî di Çarşema Sor de, tê pêkanîn (wergirtin: http://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87ar%C5%9Fema_Sor )



20.04.2014 14:21 | jîndar

3. cejneke kurdan e, ji aliyê kurden êzîdî ve hêjî tê pîrozkirin. bi qasî ku ez dizanim berê kurdên misilman jî ev cejna çarşema serê nîsanê pîroz dikirin, hevalê min ê nisêbÎnê dibêje beriya niha 15 salan me li nisêbînê di vê rojê de cilên xwe yên xweşik lixwe dikirin û em û gundiyên hemû pevre diçûn seyranê.



15.04.2015 10:32 | xendekî

4. (bnr: çarşema zipê) ji tê gotin.



15.04.2015 12:16 | shorbevan

5. Di sebeqeyek a Qewlê de ji bo Çarşema Sor ev bend hatiye gotin:





Çarşema serê Nîsanê

Hat mizgînîya îmanê

Şêxalê şemsa berdan ji zîndanê

Şêxalê şemsa kerem kir



16.04.2015 10:46 | mele ehmedê nalbendî

6. "Li rex birînên fermanê

Bihar hatiye Kurdistanê

Bi dilê xemgîn pîroz be,

Çarşema Serê Nîsanê.

Bi navê ol û îmanê

Ereb ketin nav talanê

Kurdo bi hevre dil soz be

Biparêzin pîrozxanê

Li rex birînên fermanê

Bihar hatiye Kurdistanê

Bi dilê xemgîn pîroz be,

Çarşema Serê Nîsanê.

Ev hezar û çarsed sale

Talan dikin mulk û malê

Weke Kawayê Newroz be

Ji ber Dehaqan menale

Li rex birînên fermanê

Bihar hatiye Kurdistanê

Bi dilê xemgîn pîroz be,

Çarşema Serê Nîsanê"



20.04.2016 23:44 | ronahiv

7. Kurdên rojhilat çarşema dawî ya salê (çarşema ber 21ê adarê) weke cejna çarşema sor pîroz dikin.
Îsal roja 18.03.2020 li rojhilat cejna çarşema sor e.
Merax dikim ecêb ew bi cejna êzidiyan we heman cejn e ya na.



17.03.2020 21:05 ~21:06 | cinorek

8. dibe ku çarşema sor mîtosek be nav civaka kevnar de. êzidî çarşema serê nîsanê pîroz dikin. ev nîşana veqetînekê dike. ger ne şaş bim êzdayetî jî versîyonek an mezhebek zerdeştî ye.



17.03.2020 21:32 | hespêsor

9. destpêka jiyanê



08.04.2020 13:39 | qijilyo

10. ji ber çi çarşem giring e nizanim, roja çarşemê di zimanên anglosakson de wek wednesday tê gotin ango roja odin.



11.02.2021 22:34 | ezcan

11. çarşema sor cejneke xwerû îranî ye, ligel faris, Azer, talîş û gilaniyan jî heye. Here lînkê



23.07.2021 17:05 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çarşema zipê
» sorting algorithms

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî