Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    47 mijar û 83 peyam
    çarşema sor - tirşik
    çarşema sor
    (2) (0) (11)
    di mijarê de bigere

    2. Di Çarşema Sor de, piranî ev duaya jêrîn tê xwendin:



    Qewlê Afirandina Dinyayê



    Yarebî dinya hebû tarî

    Tê da tunebûn mişk û marî

    Te zindî kir taze halî

    Çû nema gul jê barî

    Ya Rebî tu hostayê kerîmî

    Te vekir rê û derba tarî

    Tu hostayê her tiştî

    Bihuşt çêkir rengê bî

    Erd û ezman tunebûn

    Dinya fireh bê bin bû

    Însan û heywan jî tunebûn

    Te xak saz kir

    Di behran de tenê hebû dur



    Ne dimeşiya, ne dipeşiya

    Te xweşruh anî ber

    Nûra xakê peyda kir

    Goşt û ruh hatine ber

    Nûra çavan lê hate der

    Dest û pê kire leş

    Lê şêrîn kir got û bêj



    2014.04.09-18:28 | bijîmillah

    3. Çarşema Sor cejna êzdiyan ya herî naskirî ye. Her sal, di yekemîn çarşema meha nîsanê ya bi gor salnama kevin de tê pîrozkirin. Bi gor baweriya êzdiya, Xwedayê alemîn her sal melekekî rê dike ruyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav însanan ji holê rake û başî di nav însanan de belav bibe. Her weha daweta êzdiya jî piranî di Çarşema Sor de, tê pêkanîn (wergirtin: http://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87ar%C5%9Fema_Sor )



    2014.04.20-14:21 | jîndar

    5. cejneke kurdan e, ji aliyê kurden êzîdî ve hêjî tê pîrozkirin. bi qasî ku ez dizanim berê kurdên misilman jî ev cejna çarşema serê nîsanê pîroz dikirin, hevalê min ê nisêbÎnê dibêje beriya niha 15 salan me li nisêbînê di vê rojê de cilên xwe yên xweşik lixwe dikirin û em û gundiyên hemû pevre diçûn seyranê.



    2015.04.15-10:32 | xendekî

    6. (bnr: çarşema zipê) ji tê gotin.



    2015.04.15-12:16 | shorbevan

    7. Di sebeqeyek a Qewlê de ji bo Çarşema Sor ev bend hatiye gotin:





    Çarşema serê Nîsanê

    Hat mizgînîya îmanê

    Şêxalê şemsa berdan ji zîndanê

    Şêxalê şemsa kerem kir



    2015.04.16-10:46 | mele ehmedê nalbendî

    8. "Li rex birînên fermanê

    Bihar hatiye Kurdistanê

    Bi dilê xemgîn pîroz be,

    Çarşema Serê Nîsanê.

    Bi navê ol û îmanê

    Ereb ketin nav talanê

    Kurdo bi hevre dil soz be

    Biparêzin pîrozxanê

    Li rex birînên fermanê

    Bihar hatiye Kurdistanê

    Bi dilê xemgîn pîroz be,

    Çarşema Serê Nîsanê.

    Ev hezar û çarsed sale

    Talan dikin mulk û malê

    Weke Kawayê Newroz be

    Ji ber Dehaqan menale

    Li rex birînên fermanê

    Bihar hatiye Kurdistanê

    Bi dilê xemgîn pîroz be,

    Çarşema Serê Nîsanê"



    2016.04.20-23:44 | ronahiv

    9. Kurdên rojhilat çarşema dawî ya salê (çarşema ber 21ê adarê) weke cejna çarşema sor pîroz dikin.
    Îsal roja 18.03.2020 li rojhilat cejna çarşema sor e.
    Merax dikim ecêb ew bi cejna êzidiyan we heman cejn e ya na.



    2020.03.17-21:05 ~21:06]| cinorek

    10. dibe ku çarşema sor mîtosek be nav civaka kevnar de. êzidî çarşema serê nîsanê pîroz dikin. ev nîşana veqetînekê dike. ger ne şaş bim êzdayetî jî versîyonek an mezhebek zerdeştî ye.



    2020.03.17-21:32 | hespêsor

    11. destpêka jiyanê



    2020.04.08-13:39 | qijilyo

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    borderline [3]
    Borderline xerabûneke kesayetê ye. Kesên borderline bin jiyan ji bo wa...
    hangava [1]
    zû bi zû, ecele, bi lez û bez... hahangava jî tê gotin. ...
    xapandina kurdan [2]
    Piraniya kurdên ku tê xapandin ji kurdbûnî rê dûr ji hezkirina ziman û...
    sîfik [1]
    Rengeke (en: pink) ku li gelek deran dibînim kurdên me şûna wê pembe/p...
    yekitîya umetê [1]
    fikreke hevgirtina misilmanan e. sedemek ji sedemên nebûna kurdîstanê ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çarşema sor
    » soryaz

    Kategoriyên mijarê:: oldin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî