Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; romana kurdî
peyamên çepikkirî

57402. Min di meha borî de çar romanên kurdî yên du nivîskarên kurd bi dû hev de xwendin. Ji fawaz husên “Parîsabad” û “Barê şevê”, ji bextiyar elî “Şeva Pervanê” û “Apê min Cemsîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir”. Bi coş û kêfxweşî ez dikarim bêjim êdî romana kurdî heye û di payeya romana cîhanê de ye. Dema ez wan gotinên xwe bi lêv dikim, ez nexwazim bêjim berî wan nivîskaran romana kurdî tune bû. Romanivîsa kurdî ya ku bi Şivanê Kurmancî ya erebê Şemo dest pê kiribû û bi Jana Gel a Îbrahîm ehmed û bi şêweyek hemdemî bi mehmûd baksî, memed uzun, helîm yûsiv, jan dost û yên din berdewambûyî bi Fawaz Husên û Bextiyar Elî gihîştiye payeyek nû. Ya ku ez bi coş û kêfxweş kirim, bi şewêyek hemdem, bi navarokeka bi war û demê ve girêdayî ya tijî û bi zimanekî dijî romana kurdî bêrawêst tê afirandin.



Di rêya netewebûyînê de qestê dîroka xwe bi destî xwe nivîsandin, romana xwe jî bi dest û zimanê xwe nivîsandin tiştek pir girîng e. Ji bo ku dîrok hişyariya bûyerên civakê ye, roman jî binhişyarî an jî kûrhişyariya civakê ye. Dîroknivîs qala guherînên civakê yên girîng ên di dem û warekî de dike, lê qala jiyana kesên “hêsan” û “biçûk” ên ku di dîrokê de dijî û di bin bandora van guherînan de daguherî û bandorê li wan guherînan dike, neke. Romannivîs qala van kesên “hêsan” û “biçûk” dike.



Bi gelemperî dikarim bêjim roman hunera netewebûyînê ye, bi neteweyan ve derket holê. Ji bo ku roman ji hemû huneran bêhtir bi dîrokê ve girêdayiye û di herikîna dîrokê de jiyana mîrovên “hêsan” û “biçûk” ên ku di dîroknivîsê de qet qalê nakin yan jî bi hejmaran -ew qas mirî, ew qas barkirî, ew qas malwêrankirî û hwd- tên navkirin, nîşanî me dide. Romannivîs mirov hebûneka/î dîrokî û civakî dibîne, ji her alî dinirxîne. Dema me li dîroka romanê nêrî, li jor jî min got, roman hunera netewebûnê ye û bi derketina neteweyan ve derket holê, ev jî realizmê, li jiyanê bi piralî nêrînê girdêayî ye. Dîsa em di dîroka romanê de dibînin ku romanên serketî di demên serûbinbûna civakan a dîrokî de jiyana mirovên ku di dîrokê de tu car neyê qalkirin ên “hêsan” û “bicûk”, vedibêje.



Min li jor jî gotibû, roman bi çêbûna neteweyan ve derket holê. Romana kurdî bi tevgerên neteweya kurdan ve girêdayî ye, dema tevgera neteweyî bilind bû rorman jî derket holê, dema tevgera neteweyî ket roman jî kêm bû. Şivanê Kurmancî û berhemên Erebê Şemo yên din di dema serhildanên Şêx seîd, pîr sey rizo û Koçgiriyê de derketin holê. Dîsa Jana Gel û berhemên din ên Îbrahîm Ehmed bi têkoşîna neteweya kurd ku li basûr destpêkiribû û di berdewamiya têkoşînan ve hebûn. Berhemên mehmûd Baksî û mehmed Uzun bi têkoşîna bakurê Kurdistanê ve hatin afirandin. Paşê ji wê hêla û wê hêla Kurdistanê her ku têkoşîn, berxwedan, tevgera neteweyî bilind bû romana kurdî jî pêş de çû û hat afirandin. Îro tevgera kurd û Kurdistanê di kîjan bilindiyê de ye romana kurdî jî li wê bilindiyê de dibînin. Êdî dinya kurd û Kurdistanê dibîne û dê ziman û romana kurdî jî bibîne.



A niha romanên ku min ji Fawaz Husên û Bextiyar Elî xwendin ew roman in ku divê dinya bixwîne. Bi rastî ez nizanim wergerên wan romanan bi zimanên din hatin kirin an na, bi nêrîna min ev her du nivîskar bi wan romanên xwe “Nobel”a dilê min ji min sitandin û mafê wan e.



29.06.2013 12:10 | simurg56