Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
mijarên der barê fîlman de - tirşik
mijarên der barê fîlman de
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mijarên ku divê bi navê resen yê fîlma bê vekirin.. û divê li bin van mijaran navê fîlmê ya bi kurdî jî bê nivîsandin da ku tirşikhezên ku wan zimanan nizanin jî fêhm bikim ka ew fîlm kîjan fîlma ye.



08.04.2014 01:57 | mergehez

2. ku navê fîlman bi kurdî bên nîşandan wê çêtir be, yên zane hene yên nizane hene lewra



08.04.2014 02:46 | ferhenga şikestî

3. mijarên ku nikarin bi kurdî werin vekirin ji ber ku navê wan yê kurdî tune. lewra ew fîlm bi kurdî nehatine weşandin.

dema me li wergerine.com'ê nû dest bi wergera fîlman kiribû, min fîlma brave heart wergerand kurdî û navê jî kir dilê wêrek. belkî dema hûn navê dilê wêrek bibihîsin, fîlm were bîra we, lê min dît ku fîlmên ku navê wan hê tevlîhevtir e qet nikarin li kurdî werin wergerandin. jixwe gelek fîlm li zimanên din, bi navek din tên wergerandin.



weke mîna fîlma love me if you dare. wateya wê "ger biwêrî, ji min hez bike" ye lê tirkan navê wê weke "cesaretin var mi aşka" wergerandin tirkî û wisa dan weşandin. ji ber ku wisa xweştir bû.



ji ber ku em ne şîrketek mezin û otor in, me dev ji wergerandina navan berda û fîlman bi navê wan yê orjînal weşand. an navê orjînal an jî navê îngîlîzî. ji ber ku gelek caran fîlm bi navê xwe yên îngîlîzî tên nasîn. weke mînak, fîlma ku me li jor got navê wê Love Me If You Dare e; eslê xwe de navê wê yê orrjînal yê fransî jeux d'enfant e. kî dikare ji ber bike û binivîse?





weke mînak me fîlma eternal sunshine of the spotless mind li kurdî wergerand;

http://www.wergerine.com/index.php/filmen-kurdi/arsiva-nuceyen-filman/616-filma-eternal-sunshine-of-the-spotless-mind-niha-bi-kurdi-ye

gelo kî dikare wergerîne kurdî?? tirkan, ji ber ku nekarîn wergerînin tirkî, navê wê kirin sil baştan *



08.04.2014 08:57 | simurg56

4. sernivîsên ku dema zêde bibin wê gelek kêr me bê.

aniha zêde sernivîs û peyam tune ye. lê dema tirşik populertir bû û sernivîs û peyamên di derbarê filman de zêde bûn, dema em bixwazin guhdarî filmekê bikin em ê bên li tirşikê binêrin û şîroveyan bixwînin û fêm bikin filmekî çawa ye.



an jî carinan mirov guhdarî filmekî dike û dixwaze şîroveyên xelkê jî bixwîne. wê demê em ê bikarin şîroveyên kurdî jî bibînin di derbarê hemû filman de.



09.04.2014 14:47 | brusk56

5. mijarên ku dê bi xêra min hejmara wan zêde bibe...

kengÎ wextê minî vala çÊbibe ezê li ser fÎlmekê binivîsim..

(bnr: hadi yine iyisiniz ha)*



09.04.2014 16:09 | mergehez

6. ji bo ku zêde tevlîhevî çênebe divê bi navê xwe yên orjînal mijara wan bêtin vekirin.



09.04.2014 18:26 | oxir

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mijarên bargiran
» derûnnasî
» barê giran kurdistan

Kategoriyên mijarê:: tirsik sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî