Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
guldexwîn - tirşik
guldexwîn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. guldexwîn, navê çîrokekê ye ku ji aliyê îbrahîm sedîyanî hatiye nivîsîn. qala serborî û jiyana keçikekê dike ku navê wê jî elîf e. guldexwîn navê kulîkekê ye ku li herêma hekarî û di quntarên zagrosê de peyda dibe wetaye wê jî gula ku digirî ye ji ber ku stû û rûyê wê her gav li xwar e lewma vê navê hanê girtiye.

tiştê ku girîng e ew e ku çîroka hanê pirr hatiye ecibandin lewma jî wek kartonfîlm dê were amedekirin û weşandin. ango bi kurt û kurmancî guldexwîn, yekem karonfîlmê kurdan e, elîf jî yekem serlehenga zarokên me yên kurdan e.



09.04.2014 14:25 | ferhenga şikestî

2. bi kurmanciyeke xweş û sivik û sade hatiye nivîsandin.. lê ji aliyê naverokê ve mirov nikare behsa tu resenatiyeka çîrokê bike, ji xwe nivîskar û weşanxaneya pirtûkê, pirtûkê wek heidiya kurd lanse dikin.. gav û pêngaveke girÎng e helbet, lê xwezî ji xeynî zman û karakteran, ruhê çîrokê jî kurdî û kurdewarî bûya..



09.04.2014 17:26 | endazer

3. pirtûka ku çapa wê qediyaye. çapê nû werin kirin wê pir baş be.



18.10.2014 00:22 | seydayê_peyvan

4. Kulîlkek li herêma colemêrgê ciyên bilind de hêşîn dibe ye. Navbera meha nîsan û gulanê de kulîlkên xwe vedikin. Colemêrgî guldexwîn dibêjin lê geverî ger xelet nebinivîsim gulşilêr dibêjin.

Min jî çend rojek berê wêneyekê vê kulîlkê bi destê xwe kişand. Here lînkê



01.05.2020 19:58 ~21:29 | kajav

5. Kulîlkeke serê wê bi jêr da ye du rengê wê sor yan jî zer e. Ji kokê da rakirina wê ji alîyê walîtiyê hatîye qedexekirin. Taybetmendîyeke wê jî gava ku tê rakirin û dibin cihekî din yan şîn nabe yan jî pir qels dimîne.
Nîşe: van agahîyan hevalekî şemzînanî ji min ra got.



01.05.2020 20:45 | xabûrî

6. kulîlkeke tenê hinek erda şîn dibe. cihê wê yê herî mezin colemêrg e. di semsûr, meletî, dêrsim û erzirom jî peyda dibe. lê dema dibêjin guldexwîn colemêrg tê pêş çav.

Here lînkê



01.05.2020 21:25 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» guldexwîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî