Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 7 peyam
    coca cola - tirşik
    coca cola
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. vexwarineke emerikî ye ku bi xêra kapîtalîzmê li çar aliyê cîhanê belav bûye. biryar daye ku dê êdî li hin welatan bi navê xwe yê herêmî derkeve piyesayê. weke mînak dê li tirkiyê bibe "koka kola" . heta ku li kurdistanê nebe "qoqe qola" ezê venexwim *



    10.04.2014 23:32 | oxir

    2. vexwarina ku wek haşhaş û cixareyê di mirovan de rajêriyekê xerab çêdike ji ber ku di navê de cafeîn heye dema mariv hînî wê bibe zû bi zû nikare dev jê berde. tu feyde wê tune ye ji serî heya binî zirar û xisar e ku beden, laş û tendurîstiyê marivan dixisirîne lê bêmirad gelek xweş e.. di demsala zivistanê de qe dilê mariv naçe bi havînê jî bêyî wê bi şev nabin ango roj naçe ava. ez her roj bi qasî kîloyekê vedixwim nexasim jî di meha remazanê de gava ezan dixwîne yekcarî dadiqultînî ji gewriya xwe hahh tahma ku mariv wê gavê jê digire nayê terifkirin.



    di dema zarotiya min de gava ku em li havînê li gund bûn, di mehê de carekî coca cola dihat û herkes zêtir qedehek dikarîbû vexware oy rebbî çi tehm têde hebû min digot ger ku mezin bibim divê ez ê di rojê de 2 kîlo vexwim ez mezin bûm lê... sal bi sal xwezî bi par



    11.04.2014 21:11 | ferhenga şikestî

    3. tê gotin ku, zilamek dixwaze şerbetek çêbike û bifroşe, çiqas rast e nizanim lê li gorî gotegotan zilam hemî malê xwe di rêya vê projeyê de diqedîne, feqet şerbet qet nayê firotan, hevkarê wî radibe vê şerbetê sar dike û di ser şûşeya colayê de 'sar vexwin' dinivîse, piştî vê nivîsê di warê firotinê de digihîje hejmareke bê hempa..

    dema ez zaro bûm, min digot yaw çi ehmeq in, ma hûn 'sar vexwin' nenivîsandiba, me yê germ vexwara?*



    30.03.2016 23:32 | ferhenga şikestî

    4. pirî vexwarinek havînê yi. mirov bo tîna xwe bişkîni li ser xwe dadiki bi tahm e bi rastî a rastî



    30.03.2016 23:58 | qijilyo

    5. Vexwarineke ku pêşî weke dermên dihata bikaranîn. Kokaîn dihewand. Ji xwe navê wê jî ji navê kokaînè tê. Dûvre hatê fêhmkirin ku kokaîn xeter e. Ica kokaîn ji nav derxistin û bi hişê bazirganekî dijwar dest firotinê kirin.

    Mixabin dîse ne girt û nehaye firotin. Piştî ku dolaba qeşayê îcad bû coca cola jî bela bû li dora dinyayê.

    Ev heft salê qurtek jî bi devê min neketi ye. Mî cixareyê ew jî bêkêr e. Xelkê modern(?) Divexwun.

    Çima Divexwun?

    Bi çi aqilî Divexwun?

    Ji bo çi feydeyê vedixwun?

    Qe li hemberî wêqa zarar û xirabiya wê , ew ta'ma we hèja ye?



    31.03.2016 11:23 | gumgumok

    6. A ku ji hinekan re jê veneger e. Ez bi xwe deh salan venexwim nabêjim xwezî kolayek cemidî hebuya û min vexwara. Lê ku carek li derekê bidin min jî ez nabêjim ez qet venaxwim û vedixwim.

    Weke din li dinyaya çaya qaçax heyî tu lazimî bi kolayê tune.



    31.03.2016 12:28 | azadixwaz

    7. qutiyên xwe yên 330ml guhertiye. berê xurt û kin bû lê niha dirêj kirine. qutiyên wan ên 250ml ji xwe direjokî bûn. min gelek ji wan qutiyan hez dikir û diqot xwezî yên 330ml jî werê bikirana û va ye kirine.



    23.05.2017 15:47 | mergehez

    8. karekî berredayî ye, ji ber ku di hemî erebeyan de cihê vexwarinÊ standart e û hemî li gorî qutîyên berê hatine dizaynkirin



    24.05.2017 14:03 | ferhenga şikestî

    9. Gava navê wê dibihîzim yan jî dibînim navê vê wek qola qoqa bi lêv dikim. Çima nizanim. Hêj ecêbtir tê. Her kes dikenê jî. Kenîn baş e. Ji qola qoqayê jî derxistina espirî ciyawaziyeke ha. Jixwe ez di lîseyê de carekî di pêşbaziyeke zanyariyê de serbiketî bûme : ).



    24.05.2017 16:14 | rûbar

    dengdanên dawîn (yên din..)
    qulor kirin [1]
    kingê jûji dikeve talûkeyê, wekî dema însanek nêzîkî yekî bibe, hingê ...
    gup lê xistin [1]
    An jî gûp lêxistin, ji bona zarokan gûpik lêxistin Wexta tiştekî vexw...
    şîrê keran vexwariye [1]
    Şîrê ku rehmetiyê kalikê min bi rastî vexwertîye. Dema kalikê min le...
    mitirb [1]
    mitirbên mêrdînê wek dom tên nasîn ev peyv bi sanskrîtî ḍomba डोम्ब &q...
    diziya tirk'an [1]
    Rastî bi "şark ıslahatı" hezaran stran ne tenê Kurdî, ji erm...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » coca cola
    » cola kurdan

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî