Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    ezmûnên vîzeyê - tirşik
    ezmûnên vîzeyê
    (1) (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. ezmûnên ku bûne bela serê min. sibê dest pê dikin lê min hê jî tu tişt ji waneyan fêhm nekiriye. mesela waneyeke me ya bi navê 'introduction to computer science' yanê bi kurdÎ 'têketina zanistiya kombersê' wane bi îngilîzî ye. û ez sê hefteyan li ser hev neketim dersÊn wê. hefteyÊn ez ketêm jî dersa duyemîn ji ber ku 'yoklama' nedihat stendin ez jê derdiketim. Û aniha tu gûyî nizanim. û bi vî halê xwe vay ez îro dest bi xebitandina vê waneyê dikim.



    guh nede min jiyana xwe bixweşî biborîne ey tirşikvan



    2014.04.13-14:26 | mergehez

    4. (bnr: ezmûnên fînalê)

    yên me di donema duyem de tenê fînal hene û wê di gulanê de destpê bikin û va nîsan xilas dibe gidî û hê min dest pê nekiriye, ez çi xweliyê di serê xwe de'kem quban.



    2015.04.14-16:24 | xendekî

    5. cihê xwerexnekirinê ye.

    mirov di vîzeyan de zêde girîngî nade dersan û puanên hidik distîne. ev hişyarî ye û nîşaneya rojên reş e. divê mirov di heyama heta fînalan de, xwe rexne bike û ger pêwist be ceza jî bike. ger na, wê rojên fînalê xedartir bin û de were butunlemeyan.



    2015.04.14-20:25 | simurg56

    6. xwelîserî ne. Tu her carê dibêjî ez ê vê carê girîngiyê bidim van ezmûnan lê wexta wan tê tu dîsa baş naxebitî. paşê jî wax çima nexebitîm, wax çima min giringî nedayê filan û bêvan. vê hefteyê dîsa ezmûnên me hene. saetek û nîvê din ezmûneke min heye lê ez hîn li malê me û qet nexebitîme. ev dê bibe cara ewil ku ez ê qaxiza vala bidim mamoste. ev ders jî ma saleke din. li min bimbarek be..



    2016.04.26-12:41 ~12:42]| mergehez

    7. Çar sal derbas bûn, her car min digot, berî ezmûnên vîzeyê, ez ê xwe amadeyî ezmûna bikim. Lê wek her kesî ez jî an heftiya dawî, an jî berî ezmûna 2-3 rojan, an jî şevê ez dixebitîm *



    2020.07.03-21:39 | merwano

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    întegral [1]
    Qada ku di bin munhaniya fonksiyonekê de dimîne, jê re întegral tê got...
    bedel boselî [1]
    Li gor gotina wî sê meh e ser ev vîdeo xebitiye. Kedeke mezin heye; (y...
    kajav [1]
    Bi têbinî û pênaseyên di bin nivîsê xwe de gelek bala min kişandiye û ...
    zaf [1]
    Peyveke dimilkî ye. (bnr: zehf) (bnr: pir)...
    nenge [1]
    Nenge (m) Bi dimilkî (zazakî) dijûn Nîşe: Nenge (m) çekuye...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ezmûnên me yên pirojeyên çandiniyê biser ket

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî