Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 24 peyam
    kevjal - tirşik
    kevjal
    (1) (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. heywanek di çem û behran dijê, patronê sînger bob.



    2014.04.13-23:50 | dara berrûyê

    2. ajalek ku newalan de di nav avê de, an derên avî de dijîn ku demên berê pêlîstokên zarokan bûn..



    2014.04.14-01:20 | havka

    3. rebena ku dema em biçûk bûn, digotin ger mirov 40 heb ji wan bikuje wê here cinnetê. erê min jî kuştin lê ne 40 heb û ne ji bo cinnetê...



    2014.04.15-19:43 | simurg56

    4. bi şekakÎ; kevjinÎk



    2014.04.15-19:46 | cinorek

    6. ku di dîwana melayê cizîrî wek xerçeng jî hatiye nivîsin lê ji heywanî zêdetir li vir ji bo gerestêr an jî burcê hatiye gotin

    (bnr: helbestên melayê cizîrî)



    Newaya mutribê çengê



    fixan avête xerçengê



    Were saqî heta kengê



    neşoyîn dil ji vê jengê



    2015.09.10-00:14 | dijber

    7. (bnr: birca kevjal)



    2015.09.10-00:19 | biruya hayao miyazaki

    9. ya ku cem me weke kêvjal tê gotin.



    2015.09.10-18:02 | simurg56

    10. Ajalek li cihên avî dijî lê dikare ji avê derkeve û li derveyî avê tevbigere. Qalikê wî hişk e û du heb meqesên wî hene. Ez ji ber wan meqesan pir jê ditirsîyam. Ji ber ku wexta ez biçûk bûm ji me re digotin: ger bi wan meqesan me bigre heta kera avî(belkî kera sipî ji avê jî digotin) neyê dev ji me bernade.



    2020.05.26-19:32 ~22:57]| xabûrî

    11. kêvjahr yan kevcal jî tê gotin



    2020.05.27-01:28 | afa

    12. Gergeç jî tê gotin. Ajalên zehf delal û ecêb in. Min cara yekem li serê avê dîtibûn. Li welêt nizanim lê li gelek deran goştê wan tê xwarin.



    2020.05.27-16:11 | gêjê

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    knock knock [1]
    (bnr: teq teq)...
    aramî û bêdengiya li ser tirşikê [1]
    Ji ber kêm nivîsînê dîsa ketiye rojeva tirşikê. Nizanim çima lê heye k...
    aramî û bêdengiya li ser tirşikê [1]
    tirşikê hê nekarî ye vê derê bike qadeke popûler ku ev aramî û bêdengî...
    rêya kadizkê [3]
    KOMA Stêrka kû di fezayê dE YE. Nêzîkî 200 AN Jî 400 MILYAR Stêrk di k...
    esnafên nimêj dikin [1]
    Esnafên ku Gelemperî bo karê wan baş here û bobalet bi ser wan de neyê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kevjala yekalî

    Kategoriyên mijarê:: ajal
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî