Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 19 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; çomez
    peyamên çepikkirî

    3. peyveke ku di ferhenga tirşikê de tuneye. di tirşikê de hemû nivîskar bi asta pisporîyê ve dest pê dikin. rojekê eger tirşik pir popular bû, ez bawer dikim ku ev peyvê jî têkeve ferhenga tirşikê.



    2014.04.14-12:09 | nazim tolhildan

    13. asta wan nivîskaran e ku hê nû xwe li tirşikê tomar kirine û an hê nenivîsîne an jî nivîsên wan hê ji aliyê moderatoran ve nehatine kontrolkirin.

    çomezek dikare herî zêde 10 peyaman binivîse. ev 10 peyam tenê ji aliyê wî/wê û moderatoran ve tê dîtin.
    dema moderatorek dibîne ku nivîskarek bû xwe tomar kiriye û peyaman nivîsandiye, peyaman dixwîne û kontrol dike. eger ne hesabek spam be an jî ne aîdê xêrnexwazên birayên me yên tirk be, nivîskariya wî/wê kesî erê dike û êdî ew kes dibe tirşikvanek normal û kengê tiştekî binivîse, peyamên wî/wê jixweber tê weşandin.

    eger ne wisa be, carinan hinek ehmeq tên û dijûn mijûnan dinivîsin û diçin.



    2019.05.07-23:22 | simurg56

    15. mirov çawa xilas dibe, nizanim. Çend entrya binivîsim belkî rêya xilasbûnê ev e.



    2019.11.25-21:07 | kajav

    16. Serê mirov bela ye.Di her ferhengê de heye.Ez hêvîdar im demekê nêzde ezê vê nasnavê xilas bibim :d



    2019.11.27-22:52 | mêrxasê serhedê

    17. Bi taybetî ji bo tirşikê hewce ye ji ber ku carina Tirkên faşîst tên dibin endam û tiştên tewşo mewşo dinivîsin. Ger ev sîstem nebûya, we yê her tim peyamên Tirkên faşîst bidîta li kêleka çepê.
    Li tirşikê gelemperî dema çomezek peyamek tenê jî bi kurdîyek baş binivîse em dipejirînin jixwe.



    2019.11.28-11:23 ~11:23]| simurg56

    21. Çomez dema ku tomar dibin.Wek navê wan li ser , nizanin wê çawa mijara vebikin ango ditirsin ku tiştek ne rast bikin.Dema tomar bûm ez jî wisa bûm.
    Lê divê bêtirs , dest pê bikin binvîsin.Dikarin derbarê karê ku dikin , hobîyên ku dikin ango derbarê her tiştî de ramanên xwe bibêjin danasînan bikin.Qet tiştek nebike jî bila xwe re tirşikê refresh bike li ser mijarên heyî de wek peyam ramanên xwe / şîroveyên xwe bişînin.



    2020.03.29-16:20 | brzn

    39. Xwedê xirav bike, derve profesor û pisporim vêderê bûme çomez. Mirin xweşe ji vî halî



    2020.06.15-12:10 | mele amon ra