Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 38 peyam
çomez - tirşik
çomez
(17) (3) (37)
di mijarê de bigere

1. asteke nivîskariya tirşikê ye.



2014.04.14-01:39 | berxweda


3. peyveke ku di ferhenga tirşikê de tuneye. di tirşikê de hemû nivîskar bi asta pisporîyê ve dest pê dikin. rojekê eger tirşik pir popular bû, ez bawer dikim ku ev peyvê jî têkeve ferhenga tirşikê.



2014.04.14-12:09 | nazim tolhildan

4. pewnek kesên di tirşikê de nù desp nivîsê dikin re tê gotin



2014.06.04-15:25 | ciwanpiroz

6. Peyva ku pir zora min diçe û hewl didim ku jê xilas bibim.



2016.03.27-19:55 | sibatok

7. Ew navê neletî ku hetanî tirsikvanê nû 10 (bi nibîs deh) peyam nenivîse nikare bibe tirsikvanek tam û tekûz.



2016.03.27-20:25 | sibatok

8. ez ji vir de bang dikim;
êdî bes e,
heta kîngê ev rewş wê bidome.



2017.01.01-01:36 | morado

9. îro ez jî ketim nav refên wan.
xwedê bi xêr bike.



2017.01.01-19:22 | elaziz izzetpasa camii

10. Ez jî îro bûme çomez. Ka em binihêrin wê çava bibe... Lê gerek em li şûna çomez peyvekî din peyda bikin.lol.



2017.01.02-14:52 | komara parîsê

11. Yaw çomez bûn çî ye ? Ez ê heta kengê çomezbim ? tu agahî ser wê mijarê tuneye



2019.05.03-03:03 | masîyekjinavbehrawanê

12. asta wan nivîskaran e ku hê nû xwe li tirşikê tomar kirine û an hê nenivîsîne an jî nivîsên wan hê ji aliyê moderatoran ve nehatine kontrolkirin.

çomezek dikare herî zêde 10 peyaman binivîse. ev 10 peyam tenê ji aliyê wî/wê û moderatoran ve tê dîtin.
dema moderatorek dibîne ku nivîskarek bû xwe tomar kiriye û peyaman nivîsandiye, peyaman dixwîne û kontrol dike. eger ne hesabek spam be an jî ne aîdê xêrnexwazên birayên me yên tirk be, nivîskariya wî/wê kesî erê dike û êdî ew kes dibe tirşikvanek normal û kengê tiştekî binivîse, peyamên wî/wê jixweber tê weşandin.

eger ne wisa be, carinan hinek ehmeq tên û dijûn mijûnan dinivîsin û diçin.



2019.05.07-23:22 | simurg56

13. Deriyê teng yê tirşikê ye. Wisa xwuyaye ku kes ji zû ve ji vê derîyê danekeyiye tirşikê; lewra ev sernav demek dirêj e vala ye.



2019.08.03-00:29 | serbes

14. mirov çawa xilas dibe, nizanim. Çend entrya binivîsim belkî rêya xilasbûnê ev e.



2019.11.25-21:07 | kajav

15. Serê mirov bela ye.Di her ferhengê de heye.Ez hêvîdar im demekê nêzde ezê vê nasnavê xilas bibim :d



2019.11.27-22:52 | mêrxasê serhedê

16. Bi taybetî ji bo tirşikê hewce ye ji ber ku carina Tirkên faşîst tên dibin endam û tiştên tewşo mewşo dinivîsin. Ger ev sîstem nebûya, we yê her tim peyamên Tirkên faşîst bidîta li kêleka çepê.
Li tirşikê gelemperî dema çomezek peyamek tenê jî bi kurdîyek baş binivîse em dipejirînin jixwe.



2019.11.28-11:23 ~11:23]| simurg56

17. Vê çaxê ev faşîst jî dizanin navê welatê kurdan çiye? *



2019.11.28-12:03 | kajav

18. Malperên wiha pê sîstemên nola çomez divên



2019.11.28-15:18 | seryasêdilşûşe

dengdanên dawîn (Yên Din..)
yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst [1]
yekemîn dewleta karkeran avakirî ye. ykss qonaxa herî bilind a mirovah...
yuval noah harari [1]
Pirtûkê wî yê nû bi navê 21 lessons for the 21st century di wa...
perîferî [1]
di zimanê tibê de, tê wateya "ya ku ne navendî ye". weke mî...
roma [1]
Navê fîlmekê netflîxê ye, sala di 2018ê de derketiye û sala di 2019ê d...
tinder [2]
sepana ku hevalê min ê malê jî diemiland. lê li gorî gotina wî hê jî k...
belki ev jî bala te bikişînin
» çomez

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî