19. Wan rojan ji wan gelek dibînim lê çima nanivîsîn? |
|
29.03.2020 14:23 |
kajav
|
20. Çomez dema ku tomar dibin.Wek navê wan li ser , nizanin wê çawa mijara vebikin ango ditirsin ku tiştek ne rast bikin.Dema tomar bûm ez jî wisa bûm. |
|
29.03.2020 16:20 |
brzn
|
21. Pêşeroj û hêza tirşikê ne. Xwidê wan zêdetir bike. |
|
03.04.2020 03:23 |
gumgumok
|
22. ji bilî xwe û roza çomez nanasim wille we ku vekirna social mediayan hîn tirşikvanên çomez ne anî ye . |
|
04.04.2020 01:47 |
shwinsherm
|
23. li gor daneyên tirşikê îro tenê kesek bûye endam |
|
10.04.2020 02:55 |
brzn
|
24. peyva ku ji bo kesên nû tê bi kar anîn e.Piştê şandina 10 peyaman bi hêsanî dikare bibe tirşikvan. |
|
16.04.2020 23:56 |
brzn
|
25. Wan rojan ez bawer im bi saya hesabên fermî yê tirsik.net gelek kes ji tirşikê hayîdar bûne. Gelek kes hatine qeyda xwe çêkirine. Tiştê ku ecêb dibînim piraniya wan nanivîsin. tenê çomazî tam dikin û bar dikin diçin. Çomezno hûn çima nanivîsin gidîno!! |
|
19.04.2020 23:43 |
kajav
|
27. Ji wan hin kes dema ku tirşik hatiye damezirandin , bûne endam û 10 peyamên xwe ji bo derbasbûna asta tirşikvanbûnê neqedandine û tenê tên têkevine malperê dûre tiştekî nakin. |
|
25.04.2020 23:51 |
brzn
|
28. Hema 10 peyaman binvîse û bibe tirşikvan.Evqasî hêsan e! |
|
01.05.2020 21:19 |
brzn
|
29. Heval û hogirên nas an nenas firq nake ka li min binêrin ez hê çomez in çi bikim ;/ |
|
01.05.2020 21:23 |
xwebixweme
|
30. îngîlîzê dibejin 'what a shame'. kênge min wê sîteyê dîd min xwera got: 'ça şerme'. |
|
01.05.2020 21:41 |
doesntmatter
|
31. endamên ku hê nebûne nivîskarên haqîqî * |
|
01.05.2020 21:44 |
gulêê
|
32. endamên ku divê ji nivîsandina deh peyaman netirsin da ku daimî bin û me ji nêrîn û zanyariyên xwe yê dewlemend bêpar nehêlin. |
|
01.05.2020 21:47 |
xelîl
|
33. Hûn gelek baş diçin , xwedê kêmasîya we neke lê (bnr: formata tirşikê) jî li ber çav bigrin. |
|
04.05.2020 22:48 ~22:54 |
brzn
|
34. ji kesên nû, ên di pêvajoya perwerdeya pisporiya tibê de ne re, tê gotin. |
|
04.05.2020 22:58 |
brusk56
|
35. Kesên ku nuh dest bi tiştekî dikin ji wan re dibên çömez. Mînak zaningeh,leşkerî hwd. Kesên ku ji çömeziyê xelas dibin ji ê bin xwe re dibên çömez. Wek ku derbasî astek din dibin ew. Lê bi ya min asta çömez bûnê çiqa dom bike ewqas tişta hîn dibî |
|
04.05.2020 23:11 |
bêwar
|
36. Xwe ji bo vê navê kambax û şerpeze xilas bikim ketime pey mijar û nivîsandinê |
|
06.05.2020 01:14 |
dilnaz
|
37. di tirşikê de asta yekemîn e. |
|
15.06.2020 12:04 |
merwano
|
38. Xwedê xirav bike, derve profesor û pisporim vêderê bûme çomez. Mirin xweşe ji vî halî |
|
15.06.2020 12:10 |
mele amon ra
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |