39. Hin hevalên çomez li benda erê kirine ne. Hevalên moderator ji kerema xwe re binêrin. |
|
02.11.2020 18:53 |
yûsiv
|
40. Mîjara ku her carê dixwazim bila li milê çepê bixûyî ye.Jiber ku gelek kes dibin endam lê dû re 10 peyaman temam nakin anku nizanin, ji tirşikê kêyf hilnadin jiber ku nivîsên wan li milê çepê nakeve lîsteyê dev ji vir berdidin. |
|
11.02.2021 16:21 |
brzn
|
|
|
11.02.2021 17:09 |
de facto hozan
|
42. kesên ku nû li tirşikê qeyd bûne û hê 10 peyam nenivîsandine. |
|
01.05.2021 22:38 ~22:44 |
merwano
|
43. Wey ez çikas bi berxwe ketim |
|
01.05.2021 22:55 |
ysfcevher
|
44. We got e çomez? Kerem kin ez im. |
|
01.05.2021 23:00 |
hevêdanî
|
45. peyveka tirkî ye û di ferhengên kurdî de pêde nabe, heta di ferhenga tirşikê de jî tune ye. îja nizanim tirşik çima vê peyvê bi kar tîne û heya niha çawa ti kes dengê xwe nekiriye. |
|
02.05.2021 00:33 |
keyomerd
|
46. Çomez êdî bûye malê tirşikê, wê guhertin fêdeyek nede bi min. Lê heke bi israr bixwazin alternatîf bibînin: virnî baş e ez dibêm. |
|
02.05.2021 00:45 |
xelîl
|
47. Waow ez çomez im |
|
02.05.2021 00:48 |
nivîskarê gêj
|
48. bi min jî êdî guhartina wê ne tiştekî grîng e. kesên ji vê peyvê aciz bila bi lez 10 peyamê xwe binivîsin û hûn sax * |
|
02.05.2021 00:49 |
merwano
|
49. hûn bi xêr hatin, piştê deh peyama êdî hûn jî dikarin bibin nivîskar û piştê sed peyama jî dikarin mîjarên sîyasî bibînin û fikra xwe binivîsin |
|
02.05.2021 02:08 ~02:08 |
doesntmatter
|
50. Ne ji comeziyê ji navê wê aciz im. bi min divê yekser navê wê were guherandin û navekî xweş lê bê dayîn. |
|
02.05.2021 02:13 |
yûsiv
|
51. Nizanim ez hê çomez im an na. Ji xwe salê carekê dikevim hhhh |
|
02.05.2021 13:29 |
sarya
|
52. Di cîhê çomez da em dişên peyveke din bi kar bînin. Mînak "endamê/a nû" çêdibit. |
|
02.07.2021 18:57 |
hesinkar
|
53. bi a min ji dêlava peyva ''çomez'' ku ji zimanê Tirkî hatîye girtin, em dikarin peyva tena bikar bînin. Essehîyê de peyva tena ji bo zarokên ku nû ji çarlepkan derdikevin û dest bi meşa li ser 2 nigan dikin re tê gotin. Ji lewma ji bo nivîskarên ku nû tevlî rûpelê bûne navek ji vê xweştir lihevhatîtir tunne ye. |
|
02.07.2021 20:00 ~20:06 |
pîroz
|
54. Peyva ku li tirşikê gelekî min aciz dike. În şa Allah pêşniyarên tirşikvana bête dîtin |
|
03.07.2021 00:13 |
navîgiranmezelîwêran
|
55. Pêşniyara min Stajyer e. |
|
03.07.2021 08:54 |
elaziz izzetpasa camii
|
56. Dûajo: lawikên ku alîkariya şivanan dikin.kîngê dûajo mezin dibin, hingê dibin şivan. |
|
04.07.2021 01:17 |
çomo
|
57. mijaran heq nakin. |
|
31.07.2021 21:35 |
heval.js
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |