Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yên bi remezanê tên - tirşik
yên bi remezanê tên
(5) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. tiştên ku tenê remezanê an jî bi taybetî meha remazanê dikeve jiyane me, ne.

difs e, tehîn e, pîdeya remezanê ye, paşîv e, zikêşa piştî fitarê ye, mêvanî ye û hwd.



09.07.2013 11:00 | simurg56

2. xweşav e



13.07.2013 15:16 | simurg56

3. şerbeta cemidî.. fitar.. paşîv.. birçîtî.. têhnî.. zikêşî.. gêjî.. şîraniyên girover.. nanê pîde.. deravê eydê.. eydanî an cilên eydê.. serdana goristanê..



13.07.2013 16:01 | endazer

4. (bnr: kerebîç)



14.07.2013 00:30 | azadixwaz

5. xwarinên kelî û xwarinên şûr



14.07.2013 20:26 | simurg56

6. serîda tîbun u birçîbun e.



14.07.2013 21:15 | zorewa

7. zikêşa piştî fitarê..



14.07.2013 13:37 | feqiyêteyran

8. nerêzdariya li hemberî fitaran.



09.08.2013 22:54 | şivanê-kera

9. nivê şevê gurm gurma defê, dengê qedeha çay, li tv radyo û internetê bi taybetî qala dîn û jiyana pexemberan hwd..



09.08.2013 23:04 | dino21

10. Li Cizîrê kevneşopiyek e gellek xweş heye kû dema remezan tê li serê her ce’de û kolanekî destgehên ecîn(çiğköfte), datlî û lozîneyê (cureyek helawê ye) têne danîn.. Dema mirov van dibînê mirov dizanê kû meha remezanê hatiye. Bi rastî ev tişt gellek li remezanê tên û remezan jî van tiştan bi xwe re tînê..



10.08.2013 00:16 | nan û av

11. yên aniha hatî ne.



28.06.2014 02:28 | azadixwaz

12. dengê îlahiyên cîranê min.

zilam ji fitarê heta melayê spedê ji kompitirê guhdarî îlahiya dike vêca bi dengekî bilind. her şev ez hişyarî dikim da dengê ilahiyan kêm bike. xweşku di taxê de ew tine misliman û ew tine rojîya digire.



28.06.2014 16:25 | ciwanpiroz

13. demekê birayên me yên fitar şerm dikirin ku li hember birayê xwe yî bi rojî an kesê ku li der û dora wî bi rojî tişteke bixwe an xexwe. li niha ez dibînim ku û bi min re jî çêdibe li hember kesê fitar bibêjim ez bi rojî be an tişteke din . tu dinêrî ji xwe camêr te ji tişteke nahesibî ne. dev ji hesibandinê berde ma heyra qey tu nabêjî dibe ku dilê wî bimijê .. neyse* ji me û ji we re ma 27 roj * wê gava em ê bang hev kin



30.06.2014 15:12 | mervan roni

14. reflû û gastrît



13.07.2014 00:30 | simurg56

15. (bnr: rojî)



13.07.2014 03:01 | fethî ronî

16. (bnr: tirsa tîbunê)



13.07.2014 08:25 | azadixwaz

17. Bernameyên ji pirsên heta naha belkî 1000 carî hatine pirskirin pek tên e.

Ji beriya fitarê nîşandana çend deqîq e flîmekî ji jiyana pêxember.

Nîşandana flîmê Yusiv pêxember.

Axaftin û şîretên ne ji dil..





05.06.2016 16:24 ~16:25 | nan û av

18. Hezar cara mixabin di remezanê de kirineke zehf xirab heye ku dijî ruhê îslam û rojîyê ye û her wiha dijî jîyana hz. Pêxember(sjw) û al û eshabîyêt wî ne... Îsraf ... Ez gelek caran lêdinêrim dema fitarê de ew çend cure xwarin tête nav sifrê de mirov dimîne heyrî bi taybetî xwarinên girseyî de ev tişt zehf berbiçav e dema xwarin xilas nebe xwarinên şûnde mayî rêdijine sergoyê û paşî dibêjin wax me rojî girt wax me îbadet kir nizanim me gotina xwedê kir. Lê hem ji ber 6. 7 heb cure xwarinan hem jî ji ber rêtina wan çi wateya rojîyê namîne. Bi taybetî di wan demên xirab de ku gelê me rewşeke travmatîk de dijîn divê em rê li ber îsrafê bigirin û dest bidin alîkarîya êkudu...



06.06.2016 03:38 | azad30

19. (bnr: kêmbuna nexweşan)



06.06.2016 14:34 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yên bi remezanê tên
» remezanên berê
» têneper

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket cand oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî