Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
wateya jiyanê - tirşik
wateya jiyanê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. piştî ku min îro xwe Wekî meursaultê lehengê romana biyanî ya albertê camuso yê parîsî hîs kir, min careke din ji jiyanê wateya wê vepirsî. gelo çi bû pirsgirêk? KÊ EV MUŞKUL AVÊTIBÛ HOLÊ? kî bû çareserkerê vê gelemşê? êdî tu ferqa spî ji reş û ya şîn ji kesk nemabû li ber çavê min. em kî bûn? ÇI BÛN? KÊ EM AVÊTIBÛN VÊ ÇOL Û BIYABANA ALEM Û GERDÛNÊ? WEKÎ HERGAVÎ DÎSA DI REWŞEKE WILO DE ŞEYTAN XWE XEMILLAND Û BI HEZAR DEK Û DOLAB Û DEHFIKAN BI FIKRA NEYINA XWEDÊ BER BI MIN VE KIŞIYA ji hêla min a rastê ve. go tu çi difikirî? TU JÎ DIBÎNÎ KU XWEDA TUNE. go binêr herkes çiqas şad û bextewer e, ên ku diçin karên xwe, ên ku diçin ba delaliyên xwe, ên ku ber bi mebest û armancên xwe ve diçin. go binêr herkes peywir û wezîfeya xwe dike, çivîk difirin, av dixuşin, ba divizin, însan tên û diçin, dem diherike, tu jî li kêfa xwe mêze bike dev ji fikr û mikrê heyîna xweda berde. go ew e, û jiyan ev e û wê biqede. piştî van gotinên şeytan bi rastî min jî resm û wêneyê alemê hinekî din nêzikê xwe anî û min bi çavên serên xwe li wêne mêze kir. wî! min dît ku gotina şeytan qismen rast e. zeman diherike û nema kes heye ku bi vê muşkulê re mijûl bibe û herkes berî ku tune bibe divê lezzetek ji jiyana xwe bistanda. lê gava ku min wêneyê alemê hinekî ji xwe dûr da veca min xweştir çêtir û her derê wêne dît. min dît ku li gor gotina şeytan em ji neyînek tên û diçin neyîneke din. yanî di nava du neyînan de heyînek! PAŞIYA MIN NEYÎN PÊŞIYA MIN NEYÎN LÊ EV HEYÎN ÇI BÛ? MA ÎŞÊ HENEKAN BÛ KU EZ VÊ MESELEYÊ PIŞT GUH BIKIM. yanî bi kurt û kurmancî bi fikra neyîna xwedê paşiya me jî tarî dibe û pêşiya me jî, û weke evdalên mehkûmê maddeyê ber bi neyînê ve diherikin yanî jiyan û alem bi temamî bêwate dibe, dibe weke giyayeke hişkelokî û pênc pere nake. pey re min naleta xwe û we li şeytan anî û min ew qewitand. ma ne, ji xwe ew qewitandî bû? û ez bi fikra heyîna xwedê fikirîm hingê hertişt ronî bû wekî mirov pê li bişkoka elektrîkê bike û oda mirov ronî bibe. eynî wilo. hingê paşiya min ronî, pêşiya min ronî... hertişt biwate bû. hertiştî wateyek bi qedr û qîmet bi dest xist. bi vî awê hertişt bû alîkarê hev, hertişt bû destbirakê hev. bi ya min ev bû wateya jiyanê! EV BÛ YA KU JIYANÊ DIKIR BI qedr û qîmet. yanî hebûna xwedê...

edît : ev nivîs êdî nêrîna min a îroyîn îfade nake lê wekî îbretî alem bila li vir daleqandî be*
Edît 1: ez êdî ji tu olî bawer nakim
edît 2: ez êdî ji xwedê jî bawer nakim
Edît 2: xwedê mir
Edît 3: îca jiyana min biwate bû



15.04.2014 01:13 ~2017.01.15 02:06 | ceso

2. tiştê ku min beriya çend salan li serî vîdyoyekê çêkiribû. vîdyoya min a yekem bû jî li youtube-ê.

wey dinyayê te ez jî kal kirim loo.. wexta ku min ew çêkiribû hê simbêlên min şîn nebûbûn *





15.04.2014 01:18 | oxir

3. jiyan tiştekî beradayî ye Û divê tu li hember wÊ ber xwe bide hew.. ne hewce ye bê dirêj kirin.



15.04.2014 01:30 | mergehez

5. Mirin e.



15.04.2014 19:07 | mam selam

6. meriv heta dawiya emrê xwe difikire bo afirandina wateyekî lê emrê wî têr nake.. mirin dibe rastiyeka efsunî..



24.08.2015 15:04 | kurêpîrê

7. (bnr: wateya wateyê)



24.08.2015 16:54 | ceso

8. Wateya jiyanê mirovek gelo bo çi meraq dike. Te xêre bavê min te xêre? Ku tu hîn bibî tê çi bikî wateya jiyanê? yaw xêra bavê we be hûn xwe ra behsa tiştek dinê bikin yaw. Em dimirin bavo dimirin hem jî her roj wateya jiyanê ev e.



24.08.2015 17:33 | qertewîn04

9. (bnr: kurd bûn)

ti wateyek tuneye boş bereday em serê xwe dihêşînin kîngê hebe emê tune bibin wekî dema ku em hê ji dayîk nebûbûn dîsa wê wisabe rewş. berbay ezîdîya nekebin ceneta çi cehlima çi halê çi xweska hebûya ger hebûya wê demê ezê bêguman bi çûma cehlimê cîhê herî xweş keçikên ateşli yên vê dinyayê tev wê dîsa li wir kom bibûna.. ax ax ez di şansê we n..



mixabin tu wate tuneye ji xeynî kurd bûnê ew jî wate jêr tune lê ji eksa ez wate didimê hetanî dikaribin ji mirinê bi revin ji neha yekê mêrantîyê dibêjin reve herdem hebin nemrin hebûna we derde. çima kurd bûn ? jiber milletê din heqê xwe stendine dewleta xwe ava kirine û çavê wan barnade ku yê me çêbibe û bi kurd bûna me diçirin çima her sê rojê dinyayê jîyanek bê rûmet didin ber me na wiha nabe gere ez we jî bi xwera kezebreşî bikim û hew bijî kurd bûn.



24.08.2015 22:00 ~22:52 | shorbevan

10. (bnr: fikirîna li ser wateya jiyanê)



15.01.2017 02:29 | gumgumok

11. tiştê ku nîn e. mirov çi ji xwe re bike armanc wateya jiyanê ew e.



25.02.2021 14:24 | hueyn

12. wateya ku mirov dît divê dev jê neberde. encamên bêmanabûna jiyanê dikarin pir giran bibin mixabin.



20.05.2021 00:07 ~00:08 | hueyn

13. Diguhire. Hinek jî Girêdayê cihê ku lê dijî ye. Ji bo kesekê kurdistanê dijî û yê siwêdê dijî, wateya jîyanê heman tişt nîne.

Yê kurdistanê re wate nan û av e (mixabin)
yê swêdê re jî sex û gan e

Em li vir, ji kula xanî û erebekê de mirin
Ew dibêjin “çima zivistanê çîlek tune?!”*



29.06.2022 12:24 ~2022.06.30 07:12 | evcebarê pirê

14. wateya jîyanê eve ye ku yan tu ê bi dirêjahîya hemû jîyana xwe li ser wateya jîyanê biřamî lê tu ê bersivekê nebînî û bikesirî û xwe bikujî yan jî tu ê serê xwe bi van tiştane neêşînî û bijîyî



29.06.2022 21:29 | keyomerd

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» wateya nicknameên tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî