Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
leşkerê winda - tirşik
leşkerê winda
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbesteke ebdulla peŞÊw e. her ku ez vê helbestê dixwînim ez dibim netewperwerê gelê xwe û ji hemû îdeolojiyan dûr dikevim..



Leşkerê Winda



Dema şandeyeke biyanî tê welatekî,

tacgulekê dibin ser gora

Şervanê Winda.

Ger sibê

şandeyeke biyanî were welatê min

û ji min bipirse: Ka gora

Şervanê Winda?

Ezê bibêjim: Ezbenî,

li berava her coyê

li ser doşkê her mizgeftê

li ber deriyê her dêrê

her şikeftê,

li ser kevirê zinarê her çiyayî

li çiqê her dara daristanê

li Kurdistanê

li her bosta axê

li her geza esman...

xem nake, piçekî xwe bitewîne

û tacgula xwe lê deyne.



ebdulla peŞÊw



15.04.2014 18:09 | berxweda

2. (bnr: serbazî win)



04.03.2015 08:37 | xendekî

3. her wiha navê stranekî gelek taybet ya mirady ye. ji albûma xwelî.
çawa ku min guhdar kir, strana çoban yıldızı ya teoman hat bîra min.
strana teoman:


ev jî ya mirady;




di her du stranan de jî leşkerek, di qada şer de tenê dimîne û li ber mirinê ne. di ya teoman de leşker hawara xwe digihîne stêra şivanan da ku wî tenê nehêlin. di strana mirady de jî leşker gazî li hevalên xwe dike ku wî li wir nehêlin. ê tabê her dû jî behsa jiyanên nîvçomayî û xeyalên xeniqandî, dikin. her du ji hev xweştir in.

di stranê de behsa ewtîna kuçikan tê kirin. min belkî di 20. guhdarkirina xwe de lê derxist ku di çirkeya 3:34 de dengê ewtîna kuçikan tê.

gotinên stranê;

"Bê xatir û bê ramûsan
Şîrê şeran mirin dimijand
J’ kilê çavên maran
hez dikin Leşkerê Winda

Goga ku bavê te
duh kirrîbû ji bo te
Birîna gîyanê te
di kefenekî de

Xwe veşêre,
bi têra xwe bigirî
Xewna azadîya te
serjêkirî ye…

Ka bistrê…
Genî bûme,
min bêhn bikin heyran
Genî bûme …

Niha belkî dibêjî
Çima wan ez li çîyayekî spî hiştim
Berfa kûçikan diewte li derdora min
Kurm dikeve bedena min
Min ji ‘erdê rakin

Ka destên we
Çîyê stranek winda kir…

(di bilêvkirina gotina "doh kirrîbû ji bo te" de mirady çima dibêje "doh'ş kirrîbû ji bo te" min fêhm nekir)



21.12.2018 19:46 ~19:51 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» leşkerên klonî
» windabûna nivîskarên tirşikê yên populer

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî