Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
oldar - tirşik
oldar
(4) (5) (1)
di mijarê de bigere

1. kesê giradayî ola xwe.



dema mirov ji 4300 olê 4299an red bike û yekê qebûl bike, dibe oldarê wê olê . lê dema 4300 an jî red bike wî çaxî dibe ateîst . di nav kesên oldar û ateîst de cudatî ev qas biçûk e .



09.07.2013 12:32 | brusk56

2. peyva ol ji yola Tirkî tê û ne di ferhengan be ne li tu der û devereka kurdî guh lê nebûme. Berdêla wê dîn hem di wêjeya klasîk de hem jî di axaftina rojane de bi berbelavî tê bikaranîn. Peyveka Îranî ye û di gelek zimanên Îranî de hîn jî li kar e.
Ji loma bi ya min divê di şûna oldar dîsa peyva dîn û dîndar bê bikaranîn.

etîmolojiya peyva dîn:

Peyveke hevpar ya Rojhilata Navîn e., hevreha farisî دين, pehlewî dên, avestayî deêna û belkî sanskrîtî धर्म (dherme-). Peyva "dîn" bi hezaran sal e ku hem di zimanên îranî û hem jî yên samî de heye: avestayî "deêna", pehlewî "dên", akadî "dînu" (di wî zimanî de bi maneya "qanûn"ê). Bi ihtimalek mezin rehê peyvê samî ye lê ji akadî (ku zimanek samî ye) bi rêya zimanek din (belkî elamî) ketiye avestayî û ji avestayî jî ketiye pehlewî û taliyê dîsa li erebî vegeriye. Forma niha ya kurdî/farisî bi ihtimalek mezin bi rêya îslamê ji erebî hatiye wergirtin lê dîroka wê gelek dirêj û hêja ye. Bo peyvek din jî ku pêşî ji zimanên îranî ketiye zimanê erebî û paşî bi forma xwe ya erebî li zimanên îranî vegeriye, binere: birc.

etîmolojiya peyva ol:

Ji tirkî yol (rê). Ihtimal e ku ew pêşî bi maneya "terîqet" hatiye xebitandin û dû re maneya "dîn" girtiye. Hin nimûneyên din yên ku di kurdî de "y" ya destpêkê ji peyvên ji tirkî deynkirî dikeve ev in: aprax / îprex (ji tirkî yaprak "belg, belçim") û hêwaş (di soranî de bi maneya "hêdî, hêdîka" ji "yavaş" ya tirkî).



25.04.2020 23:47 | endazer

3. (bnr: dîndar)



02.05.2020 15:19 | biruya hayao miyazaki

4. Erê bavo qey tu pir zane ye hatiye dersa niqaşê dide me! Pêşî tu bizanibe bê niqaş çawa tê kirin û pişt re niqaş bike. Ez ji vê peyamê pê ve bi te re niqaş nakim. Tu bêexlaq û bêedebî û hew!



02.05.2020 15:22 | alamutkalesi72

5. ev in;
Here lînkê



03.05.2020 05:46 | de facto hozan

6. kesên ku ji xeynî olê xwe ti ola qebûl nakin, ji bo wan olek tenê heye ew jî ye ku ew bawer dikin.
Wekî din olên mayî hemû çewtin.Lê nizanê ku dê û bavê wî/ê li çi bawer kiribê ew jî bi wî olî bawer dikê.

Edît: Ez jî yek ji wan kesebûm,bi min re nekevin nigaşê,ez serê xwe bi we neêşênim *



03.05.2020 15:12 ~15:12 | merwano

7. li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin



03.05.2020 15:21 | f

8. merheba mirovên oldar û ateîst
ayeta qûranê ya bîşin dibêje bixwenin hema gava mirovên oldar û ateîst tiştên olê gergeşî dikin, li ew demê mirovên oldar dibejin ol tiştekî dogmatîke nay gergeşandinê, ew dîdinamine.
birastî ez jî berê oldarbûm hema li vê demê nizanim çime..
respect ve herdara. spas



03.05.2020 15:24 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» oldar

Kategoriyên mijarê:: oldin zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî