Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di tirşikê de pirbûna bijîşkan - tirşik
di tirşikê de pirbûna bijîşkan
(13) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji sernivîsên derbarê newxeşî,semptom û tendurîstiyê de ne, dikare bê fêm kirin.

bawerim ev yek wê li ser tenduristiya tirşikê tesîrek baş bike .*



09.07.2013 13:09 | brusk56

2. teoriyek e.

di xwepêşandanên gezîyê de hin kesên bi cilên spî hatî girtin ne bijîşk bun loma jî rastiya vê teoriyê ne aşkere ye.

û wekî din jî ji bo bibe tirşik divê her cure tişt hebe ha, hey ne wê tama bijîşkan jê bê, iiiiiiiiii!



09.07.2013 13:15 | azadixwaz

3. mijara ku ez bawer im tê xwestin ku bê gotin (bnr: di tirşikê de pirbûna bijişkan)

bi qasê zanim, aniha herî kêm 7 in.

nexwe hemû bi hev re raporek binivîsin belkî apo ji hepsê jî derxin. (bnr: serbest berdana ocalan a bi rapora bijişkan) çimkî ev dibe rapora heyetê.

(bnr: bi rapora heyeta tirşikê serbest berdana ocalan)



10.07.2013 12:44 | simurg56

4. xuya ye ku malper ji alî bijîşkan ve hatiye dorpêç kirin ka em binêrin ê dawî çawa be.

Ji nihava malper bûye eywana nexweşxanê.bawesîr,aspirîn,tus hwy.

li ciyê kar van gotinan têra xwe dibihîsim bi kur de herim ji ber wan ez heyran.



14.07.2013 16:44 | gulan

5. tendurustiya kurdan bîxwe aliyê sîstemê hatîye xirab kirin. jî ber vê yekî nexweşîyên nedîtî û sosret roj bî roj derdikevin holê. tirşik ji bo bijîşkan jî bê guman çevkaniyek e bê hempa ye *



15.07.2013 00:00 | qertewîn04

6. bi hatina bijişkên nû her roj zêdetir dibe.

bi min ew nexweşên biborînin ew nivîskarên ji vê rewşê gilî û gazindan dikin, bila bifikirin ka çima ji pîşeyên din weke mamostetî,endezyarî û parezeriyê jî ev qas tune ne *

(bnr: heval xwerexne)



15.07.2013 00:01 | brusk56

7. bi min re encama hejmara herî dawî de bi mam selam ve em bune deh *



15.07.2013 00:05 | qertewîn04

8. bi rastî di nava 'doxu'yê de bijîşk; ango pare ango erebe ango xatûnên rusîîî*



15.07.2013 00:09 | mam selam

9. erê welle. xwedê me zêde bike * lê ji min dûr bin law. ji xwe di jiyana min de derdora min tev bijîsk in, di tirsikê de jî em dîsa kombuyî ne. ev tirşik bu tirşika bijîşkan *



14.07.2013 16:11 | feqiyêteyran

10. raste rast, dibe kû mirov xwe ji 'tixtoran' dur bîêxe*



15.07.2013 00:20 | mam selam

11. ez di bin vê mijarê de dihelim wek mamosteyê fizîkê.Ka mamosteyên me li ku ne? Rabin serê xwe hildin li hemberî bijîjkan. :-)



15.07.2013 00:34 | fizikzan

12. bûye tirşika bijîşkan, evv tirşik yê pir paqij be lê wê tam lê tune be. ji bo tama vê tirşikê xweş bibe ez hatim, piştî niha bi afiyet yê bê xwarin *



15.07.2013 12:30 | berxedanjiyane

13. ji pirbûna mirîşkan baştir e, xweştir e, spehîtir e



22.08.2013 09:19 | quto

14. tişta ku bi awayekî ecêb, hê jî zêdetir dibe ye.

naxwazim navê wan bidim(belkî ew nexwazin), lê ê ku ez bi wan re diaxivim an xwendevanê beşa bijişkiyê ne an jî bijişk in. maşallah xwedê wan zêde bike.

di heman demê de tişta ku, tê wê wateyê, xwendevanên beşa tipê gelekî têr û tijî ne, li zimanê xwe xwedî derdikevin, haya wan ji derdora wan heye. tenê ders naşixulin, ne asosyal in û ne "înek" in yanê *

(bnr: xwendevanên beşa bijişkiyê)



18.12.2013 12:20 | brusk56

15. (bnr: di tirşikê de parêzerên pîresêr)



18.12.2013 12:25 | ceso

16. gelek tiştekî başê , êdî bi dilfireh em dikarin nexweş bikevin....



18.12.2013 18:21 | newenda

17. ma tirşik bê bacanê sor çêdibe, bijîşk jî koka tirşikê ye, bê wan tirşik çênabe *



18.01.2014 20:58 | berxweda

18. xwedê min nehêle ku min wekî pîrbuna bijîşkan xwend ev sernivîs.

bi rastî jî bijîşk ne wekî bijîşk pîr dibin lê wekî xwendevanên bijîşkiyê pîr dibin.*



08.02.2014 17:37 | kevçiyê dil