Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mamik - tirşik
mamik
(7) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. (bnr: tiştonek), (bnr: qepik), (bnr: têderxistinok)

mamik lîstokeke aqilê ye. bi pênaseyên nediyar ji yeke din tê xwestin ku tişta ku tê tarîfkirin, were zanîn.

bi giştî bi zarokan re tê lîstin û ev jî alîkariya hînbûna wan dibe.

li jêr çend mînakên ji herêma dihê ya sêrtê dikare were dîtin:







Sitûn heşîn e, gulî zer e

Bersiv: nêrgiz

----------------------------------------

Hilû ye milû ye

Elî bavû ev çi ye

Bersiv: masî

----------------------------------------

Ji hire û banukê,

Bû tiftifa nuhkê.

Bersiv: teyrûk

----------------------------------------

Ji hire û Bexdayê

Kûlav radaye

bersiv: berf

----------------------------------------

Zerî zerî du derî

Bersiv: hêk

----------------------------------------

Êvist tehtê ve nivis

Min bivirik lê da êxist

Bersiv: rih

----------------------------------------

Gurza mawerê

Ser devê kewerê

Bersiv: dûvê hesp

----------------------------------------

Ser mazû sitû derzî

Kaşkaşûka ve divezin.

Bersiv: kew

----------------------------------------

Ne li erdê ne ezmane

Hevsar destê insane.

Bersiv: keşti

----------------------------------------

Sê sed û şêst û pênc legleg

Duwanzdeh golik û yek çêlek

Bersiv: sal

----------------------------------------

Singû heleku

Gulu beleku

Bersiv: zebeş

----------------------------------------

Tiştî tiştanî

Nav mêzela siltanî

Ji bilî xwedê pêxember

Tu kesî nezanî.

Bersiv: jina ducanî

----------------------------------------

Mamkê min û hespê bûz

Meydanê dike tûz

Bersiv: aş

----------------------------------------

Mamkê minû

Kumkê rûtu tejî kutû.

Bersiv: hinar

----------------------------------------

Du guhên kerê

Ve li bênderê.

Bersiv: tifik

----------------------------------------

Bîzina kal, ser girê evdal

Hirhû dikim, huhû dikim,

Nayê xar.

Bersiv: spih

----------------------------------------

Tenûra dimdimî

Tejî nanê genimî

Sibê rabî xetimî.

Bersiv: stêrk

----------------------------------------

Şil dikim, rept dikim

Têre dikim.

Bersiv: ta û derzî

----------------------------------------

Hem gul e hem gumbet e

Ser me hemû milet e

Bersiv: pembû

----------------------------------------

Baxê ne çerandî(bihîşt)

Feqîyê ne xwendî(Hz. pêxember)

Berxê nemêjandî( Hz. Adem)

----------------------------------------

Mamkê min çi mamik e

Kurê ker û mehînê ye,

Ev çi ye.

Bersiv: hêstir

----------------------------------------

Serê dinê binê dinê

Du gidîş tinê.

Bersiv:heyv û roj

----------------------------------------

Şikevta tarî tê de tejî mirarî.

Bersiv: dev

----------------------------------------

Vî milî hestî, wî milî hestî

Tejî navde şekirê bestî.

Bersiv: beyîv

----------------------------------------

Ne lepit, ser pişta netevit.

Bersiv: pir

---------------------------------------

Mamkê min çi mamike

Kêçê kûçî kir

Ev çi ye.

Bersiv: kûncî

----------------------------------------

Şaşik li ser sera ye

Dixwîne ne mela ye.

Bersiv: dîk

----------------------------------------

Mamkê min û

Jî hire bate, çift kunate

Bersiv: kêç

----------------------------------------

Hat dara di gûl te

Avêt navrana te

Bû çirçira kûnate.

Bersiv: meqes

----------------------------------------

Mamkê min û

Sibê radibim sofîyekî rihspî

Lî ser dîya te de ye.

Bersiv: niwîn

----------------------------------------

Suhre (sorê) sabirk kirî

Kûna mêrê te paqij kirî

Bersiv: misîn



09.07.2013 14:15 | simurg56

2. li cem me (dihê-sêrt) dema dihat got her tim wisa destpê dikir: mamkê mîno...



09.07.2013 14:20 | simurg56

3. mamikê mino ''çarsim axa, li nav taxa'' çi ye? bersiv: ker e..



21.08.2013 14:45 | endazer

4. apê min tê ji deştê, barek strî li piştê.

bersîv: jûjî

____________



tiştek heye tiştanî, ne pê heye ne panî, her roj diçe ber kanî.

bersîv: kupê avê

_____________



kidî kidî mistan e, çil dergûş li destan e, ne ber e ne bistan e.

bersîv: mirîşk.



11.09.2013 13:54 | ruhavi

5. ker zirî bişkûl firî

bersiv: tifing



12.10.2013 20:58 | arami

6. ji bo mamikên kurdî xebatekî pir xweş ji evrensel basın yayın derketiye.

mamikên me - kenan güneş - 2013 - 167 rupel.



yek ji wan:

Dixwîne ne mela ye

ne aşiq e, ne xwenda ye

dijminê qewmê xwe ye?



bersiv: kew



KEWÊN REBEN ÇIMA DIBIN DIJMINÊ QEWMÊn XWE YAW?! *



06.11.2013 10:46 | biruya hayao miyazaki

7. serê wê di te de

nîvê wê di kerê de

binê wê erdê de



bersiv: genim



06.11.2013 13:54 | nanxwarê cilqetên

8. listîka ku bersiva vê mînakê dikaribû bi vî awayî jî bûbûya ;



dixwîne ne mela ye

ne aşiq e, ne xwenda ye

dijminê qewmê xwe ye?



bersiv ; kurd



06.11.2013 18:48 | brusk56

9. şeve bûk e

rojê pepûkê

BERSİV:LAMBE



HÛR HÛR BARÎ,HEY HEY BARÎ,DEŞT Û BANÎ,GİRT Û DANÎ

BERSİV:BERF



06.11.2013 20:03 | nunê

10. tiştekî min heye, ev qas ka ye. çî ye?



bersiv: ka



02.12.2013 17:05 | nazim tolhildan

11. Mamikê mino; şevê bûk e, rojê pepûk e.(Milkis_Sivnik_Kinoşik_Cirofik)



Mamikê mino; şil dikim, leb dikim, bi tê re dikim.(Ta û Derzî)



Mamikê mino; şaşik li ser sera ye, bang dide ne mela ye.(Dîk_Keleşêr)



Mamikê mino; sorê dev birî, qûna bavê te re kirî.(Misîn)



Tiştekî mino tiştanî; spî ye dişibe berfê, reş e dişibe qîrê.(Qîr)



Tiştekî mino tiştanî; şildim bildim, şeş pê û du sim.(Mêzîn_Şihîn)



Tiştekî mino tiştanî; tijî simê gayê, danê hêrayî.(Hinar)



Tiştekî mino tiştanî; tu serê wê hinekî bibirî dirêj dibe û diherike, tu teniştê wê bibirî fireh dibe û stûr dibe.(Coya Avê)



Tiştekî mino tiştanî; xazî bezî, yê bi kendalekî ve bezî.(Kew)



Tiştekî mino tiştanî; yek direqise, yek diçe, yek dimîne.(Agir, Dûman, Xwelî)



(çavkanî: xebata mamikan a rênas (bnr: xendekî)



30.12.2013 02:26 | xendekî

12. mamikê mino, mamanî!



şil bike

rep bike

tê re bike



çiy ye? bême'ne.. *



01.01.2014 23:02 | endazer

13. mamikê mino, mamanî!



Min go: were serê te bişûm

Go: por tune ye.

Min go: were rûne,

Go: qûn tune ye.



çi ye?



02.01.2014 01:29 | endazer

14. Min van mamikan ji sofî êhsan û bavê xwe bihîstibû.

...

Serî qayîş

Binî qayîş

Heşt pî ye

Dixwe narî

- qijnik e

...

Serî dar e

Binî dar e

Paşakî

Kerr û lal e

- kosî

...

Kumê hûtik, tije nûtik

- hêjîr

...

Mixabin min ji bîr ve kiriye. Pirr bûn lê niha ev qas hatin hişê min.



02.01.2014 02:15 | ceso

15. ewkên ku divê werin berhevkirin ku wenda nebin.

aniha min yeke nû ji bapîrê xwe bihîst:



-mamikê mino; mirovê e, ne ji evdan şerm dike ne ji xwedê ditirse. lê bimre jî diçe cinnetê. ev çi ye?





(bersiv: zarok)



03.01.2014 21:18 | simurg56

16. mamikê mino, mamanî; dev dirêj e, qûn qirêj, dest davêjiyê ber davêje,çi ye?



bersiv: tifing e



24.01.2014 01:34 | endazer

17. Qesra spî, bê pencere û bê derî,

Tê de rûniştî ye bûkeke zerî.

BERSiv: hÊk

----------------------------------------

Şaşik li ser sera ye,

Bang dide ne mela ye.

bersiv: dÎk

----------------------------------------

Çavzero, simbêlbelo;

Li ser dîwarê hembero.

bersiv: kund



06.06.2014 13:13 | xwelî li ser

18. şîmşiraq dîwarî raq

bersiv , çilm



06.06.2014 15:01 | birazî

19. Mamikê mino

Siwarê hespê ye

Çavê her kesî lê ye

Kes nizane qismetê kê yê.

Çi ye?



"Buk"



01.11.2014 16:14 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mamikên kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî