Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
batmanlîca - tirşik
batmanlîca
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Mînak :

Abê Hebê Ser êşê Vardır ?



18.04.2014 12:28 | xwelî li ser

2. ji ber ku di kurdistanê de bi salan kurdî qedexe bûye û civata me bi zimanekî dî dagir bûye di nav bajarên kurdistanê de tirkiyeke ecêb rû daye bi taybetî jî bajarên ku bi koçên gundiyên me yên reben û tirkînezan rû bi rû mane... çend heb devokên xweser derketiye holê ji wan yek jî tirkiya êlihê ye, çendîn ji tirkiya ku li amedê tê axaftin eciz bim jî dema tirkiya êlihê dibihîzim xwe bi xwe dibêjim xwezî amed xwezî 'êdemiyem' xwezî û hey xwezî.



19.04.2014 02:22 | ferhenga şikestî

3. (bnr: dersimce)



19.04.2014 03:13 | endazer

4. (bnr: kurdî fikirîn û tirkî gotin)



05.04.2015 01:26 | quşxaneli

5. batmanî mala zimanê tirka xira dikin.

" gîdecîm, gelecîm, yapacîm"



08.08.2015 13:00 | kurêpîrê

6. Li kurdistanê xeberdana tirkî ne devokî ye. Xeberdaneke xerabe ye. Bi tirkî dibêjin bozuk türkçe. Rast e tirkiya xerabe ye ne şêwe û devok e. Meyzênin;

Sênî sêviyorêm.
Gorişiriz.
Gûle gûle.
Yapme çûcixim yapme.
Xuş gêldiniz abê/avla.
Bêcemenî giydin?
Oxlem ne yapîyorsin?
Qur'anima senî wurecîm.
Ka hele benî de oxretin.
Gît bûrden hêdê.
Benî oxret.
Bananesî bananesî.
Banana.
Paramî vêr.
Ahmet siltan dayim.
Siltan eyûb dayim.

Çawayî başî?
-Iyîyim saxoel, sên nasilsin.

Nasilsin iyisin?
-Başim xwedê ji te razî bê, tu jî başî?

Evan xeberdanên baş e. Xeberdaneke wisa hene ku vê gavê nayê bîra min efsane ye. Li kurdistanê û li tirkiyê, tirkiya herî ecêb li êlihê diaxivin li gorî min.



16.05.2017 01:11 | rûbar

7. tirkiya miradê kinê nimûneyeke baş e jê re ;)
madem mesele li ser batmanê vebû ka bihêlin ez hinekî kerbê xwe ji wan vekim, bêhna xwe li wan fireh bikim. xwezî hemû qisûra wan tenê ew tirkiya wan ya xerabe û tirkmanciya wan bûya. bi her awayî mirovên ''qebe'' ne. heta niha min çend batmanî nas kiribin yek ji vê giştîkirina min nefilitiye. her yek ji wan ''axayê gundê vala'' ye. piraniya wan nan nîne bixwin, lê qîma xwe bi tu tiştî nayînin, tu kesî tu tiştî naecibînin. ji serî heta binî erebesk in. ew edebiyata mexduriteyê ku bi me kurdan ve maye ez dibêjim qey hemû j bin sere van batmaniyan derdikeve.
ez dibêjim qey hemû ji ber wê mîrata petrolê ev bajar ev qas dejenere bû.



17.05.2017 01:37 | endazer

8. Pê giştîkirina ku jor de hatiye kirin re gelek keniya min hat. Lê kêmasiyeke bala min kişand, tenê ji bo herêmekî hatiye giştîkirin. Di helbesteke cegerxwîn de dubendikek wisa heye,

Em bi dilê xwe tev hakim û mîr in,
Di zekatê de, ji qismê feqîr in.

Ev giştîkirineke hêj rasttir û li cihê de ye. Yek ji pirsgirêkeka kurdan e, pêdandineke ku zehf xweşik aniye ziman. Gava em dibêjin kurd jî xwediyê pirsgirêkan in. Wek tenê siyasî tê fêm kirin. Ji xwe ev jî bi serê xwe pirsgirêk e. Dibêjin tu wek bi zimanê dagirkeran diştexilê. Insanan dixin bi kena. Gerçî dirêj bû lê ev xwe kenawer xistin jî pirsgirêka zêde ji xwe ewle bûnê ve derkevê holê.
Dîsa dubendikekî cigerxwîn heye dibêje,

Li nav êl û eşîran her yek ji we wekî şêr
Lê ku diçin serayê tev bê ziman û bêdev

Vega jî di nav kurda wekî vê dubendikêde dibihurê hene.
Heke dixwazin siyasî û heke dixwazin herêmî û heke dixwazin hêj giştkirî fêm bikin. Lê fêm bikin. Mirov pirsgirêkên xwe bizane dikare çareser bike yan jî alternatîfeke sînordarkirî bibîne. Eger tênegihe xisarê xwe bide. Pişta xwe nikare rast bike. Bextê romê tune. Li halên we qet nenihêrin, nayên rehmê. A wisa bibin zendeman. Şaş bimînin û nizanin çawa ji navê derkevin. Di zimanê de bêmaneyane gotinê 'çawa çêbû yaw' bimînê. Bersiva vê nîn e. A wilo çêbû, derbasbûyî bê.

Rastkirin: Wey babo wey, min sê çar car durist kir. Nikarim rast binivîsim. Doh hîç nerazam û îrojî zehf razam. Sergêj im hê. 5 deqîqe dinivîsim 15deqqe dirazim. Qisûre nemeyzênin eger tistek ecêb hebê. Êdî nikarim biedilênim.



17.05.2017 13:58 ~14:19 | rûbar

9. An azinde çalîşiyur.
Ortesinde koy.
Şilo pilo ( ji bo tiştên zêde şil û bi av bi taybetî xwarinên bê çêj)
Lale gozlim (ango ela gözlüm)
Antîfiriz (ji bo antîvirusa)



08.06.2017 02:35 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» batmanlîca

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî