Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
tobe - tirşik
tobe
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. ji gotin û kirin û fikr û dilÎnên xwe poşman bûn û anîna ser zimên ya vê poşmaniyê.. dema yek ji tiştekî poşman bibe û li hemberî kesekî -çi evd, çi xwudê- ehd û emanê dixwazê li ber digere û jê re dibêje, ez poşman im, min tobe ye, tobekirin herwiha qebûlkirina dubarenekirina heman tişta ku mirov jê tobe dike ye jî..

li ser mînîbûsên navbajêr yên li amedê çend caran liqayî gotina ''tobedar im''ê hatime, nizanim ev komepeyv bi rastî jî bi vî awayî jî tê bikaranîn an bi tesîra tirkî bi awayî tê bikaranîn..



18.04.2014 16:16 | endazer

2. û straneka xweş ya koma li dinê ya ji albûma wan ya nû û nûxwurî ya bi navê hemereng e.. heçiyê dixwaze dikare ji vê lînkê xwe bigihîniyê; http://www.youtube.com/watch?v=JM5Rs9cMP98



''tobe min sozek daaa'''

''oo yeaaahhh!!'' *



18.04.2014 16:18 | endazer

3. peyva ku li aliyê me di wateyeke wek "qet nebe" de jî tê bikaranîn.

mînak: wÎ go ezê her roj bêm lê tobe be carek jî nehat.



dema ku sebra min nayê an diçim serê xwe bi kodên phpê diêşînim an jî bi meseleyên etîmolojiyê. di kurmancî de peyva tew di wateya "hîç, qet" de tê bikaranîn ku bi baweriya min koka ti-yê (ti, tu) jî ev peyv e. ev tişt jî min difikirÎne. peyva tobe (tewbe) ku em wek erebî dihesibinîn gelo di eslê xwe de ne bi kurdî be? bi rastî bi serê min dikeve. weke mînak "tew be naçim malê" yanî êdî hew diçim malê, ti (tew) caran naçim malê. we go çi?



07.05.2014 21:58 | oxir

4. bi şikayeta koma li dinê vîdeoya stranê ya li ser youtubeê hatiye rakirin..

lê rê û çareyên alternatîv li ser înternetê xilas nabin; https://soundcloud.com/agit-z-mr-t/li-dine-tobe *

li ber dilê min piştî take me homeê xweştirîn strana koma li dinê ye..



25.06.2014 17:56 | endazer

5. ji ber ku bêhna oldariyê jê tê; di refikên ferhenga mêjiyê min de peyva ku du bihost toz girtî ye.



11.10.2015 00:14 | bêhna_piştî_baranê

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» tobedar im

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî