Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
helwesta tirşikê ya ji bo daxwazên sansûrê - tirşik
helwesta tirşikê ya ji bo daxwazên sansûrê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ne diyar e û li benda pêşniyar û fikrên we ye.

ev çend car in ku hinek navdarên kurd (siyasetmedar, helbestvan, nivîskar, mûzîkjen û hwd.) xwe digihînin min an jî moderatorên din û ji me dixwazin ku nivîsên hinek tirşikvanan werin jêbirin ji ber ku îdîa dikin ku heqaretê li wan kirine.



heta niha, me bêyî agahiya nivîskaran nivîsên wan yên ku rasterast dijûn nahewînin, jê nebirine.



ger peyama tirşikvanek, rasterast dijûn û nifiran bihewîne, em dikarin bêyî ku agahî bidinê, peyama wî jê bibin. lê ger ne wisa be, tê de tenê rexneyên giran û tinazên wan hebin, em jêbirina van peyaman rast nabînin.



îro dîsa daxwazek wisa giha ber destê me. gelo tirşikvanên me derbarê vê mijarê de çi difikirin?



18.04.2014 17:49 | simurg56

2. Wekî ku li peyama jor jî derbas bûye, dijûn û nifir bê îzna nivîskar bê jêbirin çêtir e lê dîsa jî divê mirov ji nivîskar bipirse ku nivîsek der-formatê nivîsiye û dû re jê bibe. Meseleya rexneyên giran jî divê mirov giliyên gilîkar bigihîjîne nivîskar ku tiştekî wilo heye tu dibêjî çi? Dîsa jî nivîskar ku ji ya xwe neyê xwarê êdî tiştekî ku tirşik.net bike tune. Lê ji pê ve gilîkar ku giliya xwe bi dozê bibe dadgehê êdî berpirsyarê meseleyê nivîskar e lew tirşik.net wezîfeya ku li ser e kiriye.



18.04.2014 18:00 | ceso

3. helwesta ku, weke mînak dema tirşikvanek nivîskarekî bişibîne "tirek", dibe belayê serê me.



18.04.2014 18:03 | simurg56

4. bi ya min jî çend heb sansur bên û pêşniyaza min jî ev e ku di hemberê kurdistanîbûnê de em sansur bikin ji bo ku bdp baştir, bixêrtir û zûtir xwe bigihîne qonaxa xwe ya pîroz! hişşş dengê xwe nekin bila deng neçe hasan cemal, an na wê tirkiyeyîbûn berbiavê..



19.04.2014 02:10 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» helwesta tirşikê ya ji bo daxwazên sansûrê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» daxwazên tirşikvanan ya ji sala 2016

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî