Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
îslam - tirşik
îslam
(21) (14) (3)
di mijarê de bigere

2. dîn o ke Hz. adem ra dest pêkerdo, bi hezaran pêxamberan her tim rojane bîyo û peynî ra peynî bi hz.muhemedî temam bîyo. coka îslam xo ra ver heme pêxemeberan qebul keno û înan heq zano. hz. muhemed pêxembero tewr peyen o.



merdimo ke îman keno, gereka Bawerîya xo bi Allahî, melekanê ey, kitabanê ey, pêxemberanê ey bîyaro û reyna bawer bikero ke roja axiretî û heşrî heq o.



27.09.2013 20:10 | kurdane

3. destnimeja azadiyê ji îslamê dişkê.



27.09.2013 22:21 | tivirloismail

4. Destbirakê janê



15.10.2013 14:18 | gernasnenas

6. ola ku ez jî yek ji rêveberên wÊ me, ye Lê xwedÊ bêhemdî di qurana xweya pîroz de gotiye pêxemberê dawîn muhemmed a.s. e.

1- ez jÎ pêxemberek im.

2- xwedê gotiye pêxemberê dawîn mihemed e. ji ber di nav vana nakokiyek mezin heye, îslam olek beradayiye û ji ber vê hindê min dev Ji pÊxembertiyÊ jÎ berda, dev jî murÎtiyÊ jî.



08.03.2014 15:21 | mergehez

8. ola şÎddetÊye.



(bnr: cÎhad)



08.03.2014 15:44 | hun çawane heval:)))))))

9. durr û mirariya ku di destê qirêj û gemara minafiq û misilmanên serdev de edem bûye..



08.03.2014 17:57 | endazer

10. mixabin olekÎ dijminÊ mirovahiyê ye...



19.04.2014 15:58 | hun çawane heval:)))))))

11. dînê ku tişta ku spartacusnekariye bike, kiriye û koletiyê rakiriye.



18.06.2014 22:20 | simurg56

12. ola ku dibêjin tê de zorlêkirin tune ye lê, yê ku bêje "ez êdî ne misilman im" tê kuştin.

erê di îslamê de ev heye. heta îro melayê mizgefta zaningeha dîcleyê eyn wisa got ; "di îslamê de 3 rewşan de kuştina yekî caîz e. yek ji wan ji dîn derketin e. lêê tabê em nikarin wan bikujin, tu rêxistin nikare wan bikuje. tenê divê dewleta îslamê wan bikuje."



09.08.2014 00:04 | brusk56

13. ola ku li gorî wê cezayê kesên ku îslamê vegeriyaye ne mirin e. û kes ji bo ku bibe misilman nayê kuştin.

yên ku vê îdîayê dikin, pêwist e ji quranê çavkanî nîşan bidin. divê neçin û hedîsên ku ji aliyê erebên ku pêxember qet nedîtine û ji qûna xwe hedîsan avêtine, mînak nedin.

ew hedîs ku yek ji wan dibêje "dema pêximber dît ku gotinên wî dinivîsim. ma tu ji xeynî quranê ji xwe re pirtûkek din diafirînî? û min ji nivîsandinê men kir" fîlan.



09.08.2014 00:25 | simurg56

14. Ole ki wisa ye ki Dinya heta vî rojê şoreşeki wisa ne dîtîye ji bo mîrovahîye



09.08.2014 07:16 | quşxaneli

15. ola hingî roja dîtire bi hineke din ve tê qirêjkirin. her ku ne sucê olê be jî vaye daîşê her kesî ji îslamê sar kiriye. mirov naxwaze rojê vî awayî de behsa olê bike ji bo ku tiştekî nebaş nebêje. ez naxwazim.



09.08.2014 08:11 | azadixwaz

16. ola ku li gorî hin kesan wisa ye.

bi tirkî googlê de nivîsandina;.

1-islam dini (ola islamê)

2-islam dini ve katli helal olanlar (ola islamê û kesên ku qetlên wan helal)

3-islam dinine göre dinden çıkan kişi katledilebilir. (li gorî ola islamê ew kesê/a ku terikandinê olî dike dikare be qetilkirin)

4-nivîsara bêbingehtirîn bixwîne

5-wergerîne bi kurdî û di tirşikê de parve bike.

ew kesên ku bi vî şekli dixwazin ku ola islamê reş bikin pirr gunehin ji ber ku hirr cahilin û nezanin.

ya yekem ev e ku ola islamê dibeje di olî de zorî tûne ye

ya duyem ev e ku ola islamê dibeje qetilkirina mirovekî/e heçku qetilkirina hemû mirovanin

ye sêyem ev e ku ola islamê dibeje ola min ji min re ola te jî ji te re

û tişta girîng ev e ku hin kes pêşberê pêxember mihemed terikandina ola islamê dikin lê dîsa ji nayên kuştin.Hemû kes ji vê dizanê lê dîsa ji tirhewên xwe berbelav dikin.hetta carekî min bûyereke wisa nivîsandibû. /21549



09.08.2014 12:09 | karmatî

17. neteweperestî we zemanê tune bû lê gelên tirkan, kurdan, farisan û yên dîn, dînê îslamê bi zorê şûrê pêjîrand. gelên tirkan qasî se sed sal bi ereban re şer kiriye. gelê kurd mîna îro bi rê û rêbazên daîşê dike bû misilman. dînê îslamê li ser zorê ava buye. gellek ayet henin ku dibêje kafiran hema bikûjin.



09.08.2014 12:42 | bêhûd

18. ji ku xwendime nayê bîra min lê pirtûka pîroz a îslamê li gorî kuçikên daîşan, hati̇ye guherandin, ji ber vê yekê ev şeytanan ji xwe wezîfe kirine ku ewê wan quranê biwergirîne halê wê ya heqîqetê. ez dibêjim guherandina quranê yek ji elametên qiyametê ye li gorî selefiyan. xwedê wan biqehrîne...



09.08.2014 21:08 | biruya hayao miyazaki

19. ola ku qene huda-par jî nabêje "mirovên ku jê vegerin an jî mirovên ku jê bawer nakin" divê werin kuştin.

http://rudaw.net/turkish/kurdistan/100820143



10.08.2014 15:28 | simurg56

20. (bnr: dînê mihemed)

dînê hemû tiştê xweş û nebaş qedexe û heram daye nîşandan.



13.06.2015 10:31 ~10:33 | shorbevan

22. şîrovekerên selefiyan sedan sal in, desthilatdara îslamê ne û heger em li gorî wan tevbidin divê ji serî heta binî ya vê jiyana xwe biguherînin û li nav vê cîhana modern û pêşketî bibin kerr û lal û kwîr. haya van mirovesilmanan tenê ji navê celal a xwedê heye, kesek ji wan qal cemaliya xwedê nake. ji xwe axên wan ên li wê derê hikumdarin li ber çavan in, zordestî, xwîn, şer, cîhad, paşketî, nezanî, tawan û tawanbarî, guneh û guneh û ceza û ceza û ceza û ceza... û mêr. mêr û mêr. lawik, xort, zilam. mêrxasî. sedî ji sed ne jin. ne keç, ne ciwan û ne jinxas. pêkan e, dayîk û xwah. lê bêguman namûs û namûs.



çima nizanim, bide ber jkxr:



(bnr: welcome to the machine)



06.11.2015 22:51 ~22:55 | biruya hayao miyazaki

24. kî çi bêje bila bêje, bela serê misilmanan e. bela serê gelên rojhilata navîn e.

yanê ew kesê ku hinek hestên îslamî pê re hebe an jî perwerdeya îslamê standibe divê mirov zêde tişt jê hêvî neke.

aniha melayek rûniştiye li hember min. xoceyê medresê ye. li amedê, medreseya wî heye behsa xwendevanên xwe dike. dibêje 45-50 xwendekarên me yên leylî* hene, yanê bi şev û roj li medresê dimînin. dibêje hemû zarokên feqîran e. kesek tenê tune ye ku malbata wan dewlemend bin. dibêje yên dewlemend nayên, ew jiyanek gelek xweştir dijîn. bên wê derê jî bêhna wan teng dibe diçin.



em behsa hovîtiya dewleta tirk dikin. me behsa farqînê kir ku ew jî ji ferqînê ye, haya wÎ ji tiştekî tune ye, her tiştî ji me ji hevalê me yê ferqînî seh dike.

haya wî meseleya hacı lokman birlik tune ye. qet nebihîstiye.



yanê nizanim, li amedê dijî û ji rastiya gelê xwe, welatê xwe ev qas dûr e. Û belkî xwendevanên xwe jî jê dûr dixe.

ev kes xizmeta kê dike ? îslam xizmeta kê dike ?

zarokên feqîran li wir bi şev û roj nimêj dikin û pirtÛkên dînî dixwînin, ên dewlemend jiyana xwe dijîn, ên welatparêz şerê dijmin dikin, berdêlan didin, xaniyê wan dişewite.

tu ji vê hevkêşe îslamê derxînî, wê ev çerx cih de hilweşe.



07.11.2015 23:21 | obamayê qunreş

25. (bnr: zayenda peyva ol)



15.11.2015 22:50 | dijber

26. oleka nebixêr ne bi ser dikebe ne jî bi bindikebe edî kîngê bi serbiketa an bibinbiketa mirovahî rehet bibûya.. lê ola hêdî hêdî ewê rabibe kîngê hebe ewê di bin bikebe.. qene rojek zûtir bûya..



16.11.2015 01:09 | shorbevan

28. (bnr: gawir)



16.11.2015 02:31 | dijber

30. Dîn e ku ji hz. adem dest pêkiriye, bi hezaran pêxamberan her tim rojane bûye û ji dawî bi hz.muhemed temam bûye. Lewra îslam ji beriya xwe hemû pêxemeberan qebul dike û wana heq dizane. hz. muhemed pêxemberê herî dawî ye.



Kesên ku îman dikin, divê bawerîya xo bi Xwedê (Ellah), melekên wî, kitêbên wî, pêxemberên wî bîne û dîsa bawer bike ku roja axiretê û heşrê heq e.



Kitêba Îslamê Quran e û 114 sûre têde hene. Tiştên ku di Quranê de nanivîse ji esasê Îslamê nîne. Suneta Pêxember ew e ku tetbîqa Quranê ye, tiştên ku ne dînî ne tenê dunyewî ne ne sunet e.



Lê gelek qewl û filên ku ne rast in ketiya nav hedîsan û hinek şaşî nisbeta îslamê bûne, lê pirraniya misilmanan (umet) wan şaşitiyan qebul nekiriye. Lewma alema mislimanê bi sedsalan bûye sembola medeniyet û pêşveçûnê. Lê sedsalên dawî de alema misliman xwe nû nekirine û paş da mane.



16.11.2015 11:04 | kurdane

31. Tê bawerkirin ku 'dîn e ku ji hz. adem dest pêkiriye, bi hezaran pêxamberan her tim rojane bûye û ji dawî bi hz.muhemed temam bûye. lewra îslam ji beriya xwe hemû pêxemeberan qebul dike û wana heq dizane. hz. muhemed pêxemberê herî dawî ye.'



16.11.2015 12:16 ~12:17 | sloujouc

32. Ola ereban ya ku hezar sale Kurdan asîmîle dike.

Heke Kurd dev ji ola ereban bernedin dê gelekî paşve biçin.

Ola ereban me dike birayê kujerê me û dagirkerên welatê me.

Îro tê zanîn ku qet temelekê Îslamê yê zanistî tine,lê ez fêm nakim gelo mirov çawa hêj lê bawer dike?

Gotinên min bo niha ewqas in.



16.11.2015 21:43 | heimatloserm

33. dînê ji hz.pêxember vêda update nebûye..



binê reşşik nedin ha ez nabêjim.



16.11.2015 22:41 | shorbevan

34. baweriya ku, bawerke wê hêdî hêdî xelas bibe.

êdî li bajaran, ji xeynî kesên girêdayî cemaatan hema bêje tu kes nimêj nake. rêjeya kesên nimêj dikin belkî ne %1 be jÎ.

ji xwe piştî ev daîş felan jî derket xel ji îslamê sar bûn. yên weke fadil akgunduz bi bikaranîna hestên olî 2-3 salan carekê milyarên xelkê dixwe. li ser televîzyonan, yê hingîvî difroşin, yên krem û merhem Û giya felan difroşin hemû hestên olî bikartînin. ji devê wan inşallah û maşallah û navê pêxember û xwedê kêm nabe. haa yê ku dîsa tê xapandin hene ? hene hem jî bi milyonan. lê hinek mirov jî dema mirovek ku dibêje maşallah inşallah jê şûphe dikin *



22.12.2015 18:48 | brusk56

35. (bnr: teror) (bnr: kaos) (bnr: komkujî) (bnr: koletî) (bnr: muhammedê sapix)



ez fikiriîm, fikirîm û tenê ew tişt hatin bîra min yav. ka ji min re bêjin ji xeynî wê tiştek dî heye.



* (bnr: îslamofobîk)



22.12.2015 19:11 ~19:18 | wiha wilo wisa

36. êdî bûye ola kal û pîran.



22.12.2015 19:28 ~2016.04.21 01:52 | sloujouc

38. ola ez ne li hemberim lê dilê min heye fikra xwe xerab bikim an hûn pêşî li min bigrin.. niha em bibêjin bira îslam bi serkebe û li cîhanê bû hakim tabî xwe jiber jev jî bibe ne pêkane bievîn awhayî mesele wisa * di vî îşîde, gunehkarî, xwedênenasî, kafirî... jî heye ewê halê van bêbaweran çewabe? bi ya we divê Îslam hinek neyê guhertin, guhertin şaş neyê femkirin yanî Îslama rast divê nedin naskirin? kesên araq dixwin, zîna dikin, diziyê dikin, serê xwe nagrin, çarşef li xwe nakin an kesên qetlê bikin, Xwedê înkar bikin.. divê li vê dinyayê bên cezakirin ji alî evdande? ma Xwedê wext nedaye hemû kesî hetanî roja qiyametê ? kesên gunehkar kî zane ewê herin cehnimê an cinetê çima evd li vê dinyayê hesab dipirsin? ev çi zordariye li ser van kesên ne misilman an yên gunehkar? herwiha (stur îslam; oleke kî çewa lê binihêre wisa dibîne) yanî têde dibêje cîhad bikin xelkê bikin kole û cariye li aliyê din jî dibêje zilmê nekin, qetlê nekin... ka jimera bibêjinmisilmano hûnê îslama rastî bidin ber me û xwe an bi ya şaş bidin qedandin?.......... werhasil min pir pirs pirsî lê ne jibû hûn bersiv bidin jibû bifikirin *



16.07.2016 23:14 | shorbevan


40. baweriya wekî zere tirsa min jê û yên jê bawerdikin tune, dibe jiber ez ji wan bêhtir dînê wan dizanim be an yekî di nava wandeme yanî ez jî misilmanimbûm * an jî jixwe ez natirsim * Îslamofobî Vêca çiye? ger nebûya bêedevî û heqaret minê niha çend gotin jiwanre bigota *



17.07.2016 00:17 | shorbevan

44. ola di nav kurdande gelekî berbilav.

lê bi buyerê salên dawîn û daîşa bêîman hem dinav kurdan û hem di nav gelek misilmanên dinde sarbunek pêk tê. ez jî di navde hêdî hêdî yên navde dûr dikevin, yên dûr dûrtir jî dibin. bila kes nebêje ev plana amerîqayê ye yan ev plana daîşa bêîman e, filan. ev buyer vê yekê pêk tîne û ev yek hingî roja paştir e leztir e jî. wê ev yek şerê rojhilata navîn gurtir jî bike û wê şerên cidî di nav kurdande jî bide destpê kirin. hêvîdar im kurd bikarin serxwebuna xwe bidin pêşiya ola xwe hey ne dibe ku kurd tu carî ji vî halî baştir nebin.



17.07.2016 14:57 | azadixwaz

45. ola ku êzîdî hertim tenê xêrê jê dîtin.



18.08.2016 21:56 | hola êzîda

46. Mixabin heta vê demê çi hatiye nivîsandin ji sedî not şaş e. Çi heyfe ku agahiyên ji devan girtî hatiye nivîsandin. Yekî nîşanî nerazîbûna xwe dide yekî dî jî ev qas nivîsiye lê mirov nikarê tu agahiyek bingehîn têde bibînî.

Divê mirov pê çi bawerî aniye bizane yan jî ser çi yeqînê xwe nayêne bizane. Çêkirina tiştekî, rewşek, gotinek bi agahîbûnê re watedar û nirxdar e. Di rewşekî nezanîbûyî û nenaskirî de hem bawer kirin hem jî şemartin bawerhişkî ye, olperestî ye. Ger gumana yekî naçe ser tiştekî, pirsyarî nake û naxwêne, agahdar nabe û nakeve çalakiyê tu qîmeta baweriyê yan jî mandeleyê nîne.

Xwedê bi qelem û agahiyê re qîmetekî pir mezin dide. Ew Xweda ye tiştên ku em negihîştine me elimandiye, gihandiye. Jixwe di ayeta pêşîn Xuda wisa ferman dike dibêje;
bi navê Xoda yê ku tu Ew afirandiye bixwîne.
Yanê bifikire, bilêkolîne, neraweste, çalak bibe, di nav bîrdozan de xwe winda neke, pişta xwe li demagojiyê girênede. Hemû destbend û pabendan, Lat û pûtan xwe xelas bike. Azadane, bêtirsane, wek zane û çalak jiyanê xwe li gorî dînê Xwedê damezirêne.

Evan nîşanên Jiyanekî serbixwe ye. Awayên dîtir hertim bendebûna tiştan heye û ev rewşek jênerevîn e. Wekî din em ha bendeyê xwe ne ha xulamê mêtingehkarê xwe ne, çî ferqî lê heye? Bende bende ye, xulam xulam e. Ku em qayil jî bin çu cudahî nîne. Di serî de kesayetiya xwe û pişt re jî civata xwe de wek qanûndaner pewîste bi tenê Xwedawendê bipejirînin, jiyanek bi wî awayî bijîn.

Di pey de edalet, pişt re aşitî û beramberî jê pê de biratî. Ev rêgez bi seranserî ger jiyanê me de civatê me de nayê sepandin, pişt girêdana aşitiyê ku tu carî nayê dê pêk were, xwestina dadê ku qet nikarê dê peyde bibe, bawerkirina gotinên beredayiyên beramberî û biratiyê ku ev hîç nayê dê biqewime, bi derbirînê herî sivikahî safîtîye.

Ne li wî dinyayê ne li wê dinyayê safîtî wek mazeretek nayê qebûl kirin. Ango di her rewşê de têk çûna bi awayekî perîşan. Çi difikirin bijartinekî xirab e ne wilo? Ji bîra xwe ticar dernexin vebijartin destê we de ye. Zûzika xwe biedilînin çimkî mirin gelek bê zeman tê.



09.12.2016 03:42 ~04:35 | rûbar

47. Bila bawermendên Îslamê biborin lê bera jî ji bo me ne baş e. Abê vê yekê qebûl bikin em wek Romiyan ti carî nikarin girîngiyê bidin netewa xwe. Cihê ku lê dixebitim erebek heye, erebbûna xwe qebûl nake, dibêje mehelmî me. Lê nijadperestiya tirkbûnê dike. Her carê henekê xwe bi Kurdan dike, nefreta xwe, qaşo bi henekî, vedirşe. Nasekî wî Nisêbînî (kurd e) dibêje îslam û nizanim çi nizanim çi. Jineke Nisêbînî hat bi leşkerekî samsûnî zewicî bû. Gotina min ewqas e.



24.09.2020 16:14 | xabûrî

48. agahiyek di derbarê quranê de ez ecêbmayî kirim: di dema şerê bîzans û sasaniyan de muşrîk ji ber ku bîzans xwedankitêb bûn, alîgirê sasaniyê kirine û ji bo xerakirina motîvasyon û morala mumînên nû vê bi kar anîne. îja di quranê de mîzgînî tê dayîn derbarê serkeftina bîzansê li hemberî sasaniyan û xwedê dibêje ku wê di nav du sê salan de bîzans zorê sasaniyan bide û bi ser keve. wele ez şoq bûm. çavkanî sureyê rûm.

a din: muhemmed pêxember bi xiristiyanên taxlîbê re peyman îmze dike û di vê peymanê de şertekî wî ev e: ew dikarin xiristiyan bimînin lê bila zarokên xwe weftîz nekin. bi ya gotara jêr ev made nayê sepandin. ya rast hevoka paşîn li hevoka pêşîn nayê. di xuyangê de nakokî tê dîtin. [yekî ji cihûyan re bibêjî temam hûn ser dînê xwe bin lê zarên xwe sinet nekin. lê sinetkirin ji xwe emrê dînê ye.] lê divê bê gotin ku di dîroka îslamê de ev şert tenê di vê peymanê de tê dîtin. tu carî di herêmekê din de ji xiristiyanên din ev nehatiye xwestin û bi ya gotarê ev mînaka tenê jî tu carî nehatiye sepandin. a duda jî benî taxlîb eşîreteke ecêb e, ser menfeetê xwe ne [di şerê misilman û sasaniyan de alîkarên faris in lê dinêrin ku misilman bi ser dikevin îja ew xiristiyan bin jî dibêjin misilman jî ereb in û em jî û tevlî artêşa îslamê dibin] û ji bo ku mîna faris û miletên din ên ne-ereb cîzye nedin ji misilmanan re dibêjin ku em hemû ereb in filan û bêvan. mîsal pêşnîyaz dikin ku dewsa cîzyê, du qet zêdetir zekat bidin. bi ya xwediyê gotarê, dibe ku ev mesela weftîzê jî pêşnîyaza wan be.

gotar: tûrabdîn Yöresinin İslâmlaşma Süreci - Hüseyin Güneş Here lînkê



22.11.2020 02:20 ~02:28 | biruya hayao miyazaki

50. Ola aşîtîyê ye. Islam bi xwe jî tê wateya aşîtîyê. Daxwaz ew e ku edalet a xwedê deyne ser rûyê erdê. Birastî jî tiştên pir qenc hatiye kirin ji bo mirovahiyê. Zarokên jin ên ku bi saxî dikirin binê erdê hebû, Mihemed wan ji binê erdê rakir danî ser serê me, bûn Taca serê me. Ev tişt bixwe jî karê şoreşgerîyê ye. Mihemed bixwe şoreşger e. Û biserketî ye jî. Raste ku piştî Mihemed îslam hatiye guhertin. Ji wateya xwe derket û ket bin destên nezanan. Ket bin destê xêrnexwaz û kujeran. Piştî Mihemed, kes nikare bêje îslam yek bi yek dewam kir.
Min li ser Mihemed xeber da lê Mihemed jî mirov e. Ferqa wî ji mirovên din jî tune ye. Bila neyê wê manê ku her tiştî Mihemed kirîye.
Yên ku Quranê bixwînin, wê bibînin ku îslam ew e ku aşîtî û edaletê lidar bixe. Wekhevî armanca wî ye.
Yên ku dixwazin îslamê bipirsin û lêkolînê li ser bikin, Quran bes e. Yên din fikrên ebdan e. Rast be jî ne rast be jî fikrên kesê din e. Quran tenê bes e.



22.11.2020 20:37 ~20:42 | apê mihyedîn

51. silametî, dînê jiber li hember zilmê, qetlê, xerabiyê derketiye,... û nijadperestiyê heramkiriye.. û temelê wî liser qenciyê hatiye avêtin şîş û çîmento û kevirên wî jî ji qenciyêne ez bawermendê vî dînî me û min têra xwe ecibandiye jixwe qurana wî bixwe mûcîzeye nabêjim.. hemû silav û rêz darî jêre hindikin.. bê bawerî jiyanek xemsariye, dîn; afyon,giya, rîsî, derman, dolarex û 'hinebe, îslam bonzaîye *



22.11.2020 23:23 | shorbevan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» îslamofobîk

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî