![]() |
apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir | 2012 Nivîskar: Bextiyar Elî | kurmancî | roman | 128 rûpel “Ez Cemşîd xan kurê Hisam xan kurê Zulfeqar xan kurê Emîn xan im, ku koka min vedigere ser mîr û şahên Zend, di filan roj û mehê de, min ji ezmanan ev... |
1. li ser vê pirtûkê nirxandinek: http://tinyurl.com/ncyk5lg |
|
21.04.2014 01:22 |
mergehez
![]() |
2. pirtûkekî surrealîst e.min bi peşnîyara hevalekî xwend û demekî direj jî bandora wi li ser min dewam kir.nivîskar rewşa gelên rojhîlatanavîn û tekîlîyen wan ê bi hew re bi zimanekî komîk nivîsîye.her çikas kurdîya min gelek kem be jî û ferheng ji destên min ket neketibe jî ez ji pirtuka bextiyar elî gelek kefxweş bûm. |
|
21.04.2014 01:58 |
nemeczek
![]() |
3. pirtûka bextiyar elî ye ku bi soranî hatiye nivîsîn û ji aliyê besam mistefa ve ji bo kurmancî hatiye wergerandin. |
|
28.06.2014 14:32 |
brusk56
![]() |
4. Gelo pirtûkek tenê bi saya navê xwe dikare xwînerên xwe dawetî xwendina xwe bike? Pirtûkek dikarê tenê bi navê xwe balê bikişîne ser xwe? Bandora navê pirtûkê lî ser xwîneran heye an na? Em dikarin bersivên van hemû pirsan bi pirtûka Bextiyar Elî ya ‘Apê min Cemşîd xan ku her tim bê ew li xwe dibir’ bi erênî bidin. Pirtûk bi navê xwe yê balkêş ve xwîneran vedixwîne govenda xwe ya xwendinê. Bi navê xwe yê dirêj û balkêş xwîneran dihêlê di nava mereqê de. Ji bo telafîkirana vê mereqê jî çareya tekane destpêka xwendina pirtûkê ye. Me jî bi vî awayî dest xwendina pirtûkê kir. |
|
31.08.2014 13:25 |
brusk56
![]() |
5. piştî xwendina wê hê jî difikirim ev roman bibûya fîlm yê çawa dihat kişandin * |
|
13.03.2016 23:58 |
nûrya
![]() |
6. ji kêm romanên kurdî ye ku min ev çend kişandiye nav xwe de û zûzûka xwe daye xwendin. lehengê romanê cemşîd xan e ku di warê fîzîkî de çiqas lawaz be di warê jixwebaweriyê de jî ewqas bihêz e. ji ber vê yekê ye ku salar -ê ku mirovek sip û saxlem e- her tim berdestê wî ye û cemşîd here ku ew jî dide pey. taybetiya cemşîd xan ew e ku di îşkenceyên rejîma baas de gelek lawaz dibe, ewqas lawaz dibe ku laşê wî dibe mîna kaxizek û loma dema bayek lê bide, wî dixe ber xwe û difirîne. dema ku di rûpelên ewil yên pirtûkê de mirov vê meselê hîn dibe, mirov gelek meraq dike ku di cehnimeke mîna rojhilata navîn de wê ev taybetî çi bîne serê xwediyê xwe. lê xwedê jê razî be, hema çi hatibe aqlê min ku mirov bi taybetiyek wisa dikere bike, nivîskarê hêja wan hemûyan yek bi yek anî serê cemşîd xan. dema min pirtûkê dixwend, gelek caran hat aqlê min jî ka gelo ev bûbûya fîlmek, wê karakterê cemşîd xan çawa bikariya were afirandin. wê lîstikvanek çawa bikariya rola mirovek bêlaş bilîze. fîlma the curious case of benjamin button duhat bîra min, lê kişandina fîlma cemşîd xan ji wê jî zehmettir bû. û dema cemşîd xan jinbaziyê dikir jî gelek pirs di hişê min de rû didan * gelo çawa.... ev cara ewil e pirtûkek bextiyar elî dixwînim. dereng jî mame. lê xwezî min bikariya pirtûkên wî bi zimanê resen bixwenda. texmîn dikim tama orjînala wan, astek din bilind e. |
|
28.03.2016 18:58 |
simurg56
![]() |
7. bi ya min serkeftîtirîn romana kurdî ye. û mînakeke gelek baş e ji bo alegoriya netewî. |
|
28.03.2016 19:08 |
terkexem
![]() |
8. pirtûka ku bi van hevokên xwe yên di derbarê seddam de tirkiyê aniye bîra min; |
|
28.03.2016 19:45 |
simurg56
![]() |
9. (bnr: ez êdî ne ew kes im ku ba min bibe) |
|
02.07.2016 04:40 |
gulêê
![]() |
10. apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir = Kurd bi xwe ye. Bi wî bingeh bê xwendin pirtûk bi zelalî tê fehmkirin. |
|
02.07.2016 23:31 |
teberkerde
![]() |
11. Bila hevalek xwedê hez kirî bila wateya navê vê pirtûkê ji min re binîvîse ev çand sale dikim nakim fehm nakim ka "bê ew li ber xwe dibir " tê çi wateyê û ji şerma nikarim bipirsim lê vayê min şerma xwe avêt û min pirsî* |
|
10.01.2020 23:12 ~2020.01.11 01:30 |
azad30
![]() |
12. Ez şûna derhênerên Kurd ên ku rewşa wan a aborî baş bûma min ê fîlma vê pirtûka Bextîyar Elî çêkirîya. Wekî mînak Bahman Qûbadî, Hineer Salem, Shawkat Amîn Korkî hwd. |
|
11.01.2020 08:12 |
lehî baranyan
|
13. apê min cemşîdxan karakterekî serkeftî ye di romana Kurdî de, ya rast yên wek wî gelek hene di nava civaka me de, carina dibe leşkerê wî alî carina dibe leşkerê vî alî, carina dibe kolber carina dibe mela. |
|
11.01.2020 10:05 |
xendekî
![]() |
14. Romaneke surrealîst e û ez gelekî hez çîrok û romanên surrealîst dikim. Cemşîd xanê lehengê vê romanê jî yekî derasayî ye. Ew xweyî taybetîyeke wisa ye ku gelek mirov dikare xwezîya xwe pê bîne. Ji ber ku ew kurdê baskdar e! Cemşîd xan wek balindeyan difire û bê her tim wî dide ber xwe û dibe. Ew wek kaxizekî zirav û wek pûrteke çîvîkan jî sivik e. Her wiha yekî barevînk e jî. Yanî sekneke wî ya rast nîne. Fikir, armanc, bîrdozî û xeyalên wî bi her ketina wî ya asîmanan ve tên guhertin. |
|
20.10.2020 22:27 |
fatoş xanim
|
15. Ew roman e ku bi lehengê xwe, cemşîd xan, romana herî zêde tê nasîn. Van rojan di twîtterê jî leqayî mînakan têm. Hinek di nav pêkenokên xwe de hinek jî ji bo pênaskirina zeîfbûna zarokên nûzayî rewşa apê Cemşîd Xan bikar tînin. Ev rewşek baş e û nîşaneya zêdebûna xwendevanên kurdî ye. Navdarbûna karakteran ên romanên spesîfîk di wêjeya kurdî de pêşketinek e. |
|
20.10.2020 22:42 |
xelîl
![]() |
16. Ger ne niha be jî wê di pêşêrojê de bibe klasîkeke wêjeya kurdî. yek ji pirtûkên hêrî zêde tê xwendin ev e. Ew karakterê salar xan zahf dişibînim xwe. |
|
06.12.2020 18:13 |
hueyn
![]() |
17. bi min fikra ber bi bayê ketin, cara ewil di kitêba marquez ya tenêtiya sedsalî de hatiye vegotin. gabriel garcia marquez vê yekê di ser qerektera bi navê remediosa xweşik ve teswîr kiriye. ev keçika hanê dema ku cilên şûştî radixe, bê jî tê ew li ber xwe dibe. (bnr: realîzma efsûnî) |
|
26.01.2021 14:31 |
asîmanê sêwî
![]() |
18. anîmasyona alîyê pîxar ê ve hatîyê çekirin raste rast apê çemşid tîne bîra xwînerên apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir |
|
15.03.2021 23:29 |
golikvan
![]() |
19. Berhema ko bi xêra hevalek hêja hayê min jê çêbûye ko Xwedê bê erê, sibe bi silametî bigihê destên min. Ko min xwendina wê qedand ez ê dîtinên xwe li vir dêynim. |
|
16.03.2021 00:16 |
pîroz
![]() |
20. Pirtûka hevalê kajav jî dixwest wê bixwîne lê nizanim bi dest xist yan na. |
|
16.03.2021 00:24 ~00:32 |
xabûrî
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |