Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
niyeta rojiya meha remezanê - tirşik
niyeta rojiya meha remezanê
(3) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. li gorî kesên ehlê mezheba şafiîyan niyet kirin şert e û rojiya bêyî niyet naqebile..



''ya rebbî min niyet e

siba birojî bim

rojiya meha remezanê

remezana vê salê

bigirim ji te re

ya rebbî tu qebûl bikî

amîn.''



09.07.2013 18:20 | endazer

2. îşev niyet dikim sibê rojî me rojiya meha remazanê ji bo Te Xwedê digrim .tu qebûl bikî



09.07.2013 19:02 | fizikzan

3. "ya rebbî, min niyet e rojî bigirim. rojiya vê remezanê. li ser min ferz e. ez edâ bikim ji xwedê re"

erê hinekî kurt e.



10.07.2013 09:44 | simurg56

4. îşev radizêm serpiştê, sibê radibim dora taştê..



10.07.2013 23:14 | mamo

5. "min niyet e rojî bigirim

rojiya babilhewa

sibe rabim

li ser teşta nanê şkeva"



10.07.2013 23:18 | simurg56

6. Xudayê min! Min niyete sibehî bi rojî bim. Pêş eda ferza remezana vê salê. bigrim bo Xudê. Xûdê ji min qebul biket. (amîn) (cilemêrg / feraşîn)



14.07.2013 06:07 | endazer

7. min niyete ez rojî bigrim rojiya babilhewa, sibe rabim ser teşta nanê şikeva *



14.07.2013 03:16 | feqiyêteyran

8. îşev bi niyetim, sibê wekî meyîtim..



14.07.2013 12:55 | berxêres

9. "îşev nêtim sib rojî me, rojiya remezanê ferza vê salê ji te re digirim, ya rebbî xwedê tu qebûl bikî"



01.03.2014 04:24 | berxweda

10. keko wellehî di nîyetî mero girngiyê nade gramerê * * îşev bi niyetîm sibê bi rojî me , rojiya remezanê ferza vî salê, digrim ji bo xwedayê xwe ye rebbî tu qebûl bikî... amîn



30.06.2014 15:05 | mervan roni

11. Min neyta rojî bigrim rojîya kewA

Sibê rabim teşta nên bibim hewa



28.07.2014 02:24 | birho_fîlo

12. ( îşev nîyetim ez
digrim rojîya sibê
rojiya ehda ferza remezana sala îsal
digrim ji boy xwedê
Xwedê tu qebûlkî
illahû ekber )x3



12.02.2017 00:52 | bûtîmar

13. Min niyete sibe bi rojî bim, rojiya heyva remezanê eda bikim ji xwidê re, xwidê qebûl bike.


Niyeta zarokan :
min niyete niyeta kewA
Sibe rabim çav'il xwewa
Teșta nên babilhewa *



12.02.2017 01:06 | gumgumok

14. "îşev biniyet im,
şam û şet im,
serê sibê radibim
ber teşta nan diketim." *



19.05.2019 23:44 | roza

15. piştî nimêja terawîhê bi vî awayî tê gotin:

îro biniyet im sibê birojî
rojiya meha remezanê
ferza sala îsalê
yarebbî tu qebûl bikî
amîn.



20.05.2019 00:13 | bayesar

16. neweytû sewme xedîn 'en edaî ferdî remezane hazîhî senetî lîlahî te'ala 'ezze we celle.

raste ras werger: ez bi nêt îm , sibê bi rojî me. rojîya remezana vê salê bênim cih, ji bo xweda teala.

nêta kurd tênin: îşev bi nêt îm, sibê bi rojî me , rojiya remezana vê salê li ser min ferz e, digrim ji bo xwedê, ya rebî qebûlkî.



23.04.2020 23:03 | tîrêj zana 21

17. Îro bi neytim, sibê bi/wek meytim*

henek henek em 3 caran wisa dibêjin: îro bi neytim sibê bi rojî me, rojîya meha remezanê, ser min ferz e, digirim ji bo xwedê, xwedê tu qebûl bikî.



24.04.2020 00:23 | xabûrî

18. guhertoya me:
Îro bi nêt im, sibê rojî me, rojiya meha remezanê, ez dikim ferza vê salê bigirim, xwedê qebûl ke, amîn.



24.04.2020 02:21 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» niyeta hevdîtina tirşikvanên stembolê
» rojiya şeşikan
» meha sêzdehan
» remezanên berê

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî