Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sugata sanshirô - tirşik

fîlma ewil a akira kurosawa ye. fîlm li ser jûdovanekî ciwan e ku li gundekî japonyayê ye. lpir navdar dibe û dijminekî wî yê pir biquwet çedibe......
(2 şîrove)
sugata sanshirô
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. fîlma akîra kurosawa ya ewil e lê ger em fîlma uma ya ku wî di rêveberiyê de alîkarî kiriye bihesibînin, sugata sanshiro fÎlma wÎ ya duyemÎn e. di sala 1943an de hatiye kişandin. akîra kurosawa yekemcar bi takashi shimura re di vê fîlmê de dixebite û piştî vê fîlmê di 20 fîlmên din de jî bi wî re dixebite. serlÎstikvanÊ fÎlmê jî bi karakterê sugata sanshiro susumu fujita ye. fÎlm ji romana Tsuneo Tomita hatiye lÊanîn lê senaryoya wÊ kurosawa nivîsandiye.

mijar:{

fÎlm di sala 1882an de dibihure. sugata sanshiro ciwanekî ku dixwaze bielime jûdoyê ye. ji bo vê dihere bajÊrekÎ û li wira rastî dibistanekê tê û dikevê. li vê dibistanê rewşa jûdokvanan dinêre Û li ser wan fikrek wî çêdibe fîlan.. axirê digihêje jûdovanekî pîr û dibe şagirtê wî û bûyer diqewimin..

}



wê demÊ yanê salên 40î sansurek mezin li japonyayê heye. piştî kurosawa fîlma xwe diqedîne dihere li hemberî heyeta sansurê. yasujiro ozu jî bi wÎ re dihere lê ka haya wan ji hev hebÛye an nebÛye nizanim lê li gor bûyerê divê haya wan ji hev tunebe neyse.. heyet dibêje fîlma te pir anglosakson e û ji ber vê em nikarin wê biweşîne. bes bi vê yekê jÎ namînin li ser fÎlma wî rexneyên ku kurosawa qet napejirîne, dikin Û ba'ca wî tînin. li gor kurosawa ne fÎlma wÎ anglosakson e ne jî wan rexneyan heq dike, jixwe berî kurosawa dest bi vê fîlmê bike dizanîbû sansurê wê gelşe ji wî re derxe û li gor vê fÎlma xwe kişandibÛ û aniha jÎ heyet dibêje fîlma wî anglosakson e Û nizanim çi. kurosawa ewil xwe digire da ku tiştekî neke lê piştî wextekî pir bihêrs dibe radibe ser xwe da ku êrîşî heyetê bike. tam di wê kêlîkê ozu fêhm dike ku kurosawa pir bihêrs bûye lewma ji nişka ve radibe ser xwe û ji heyetê re dibêje "ku fîlmek li ser 100 poxanÊ bê nirxandin, ezÊ 120 poxanî bidim vê fîlmê" û kurosawa hinekÎ rehet dibe dîsa li cihÊ xwe rûdinê. yasujiro li wê demê hema hema derhenêrê herî baş ê japonyayê bÛ û ev lêkera wî ji bo kurosawa tiştekî pir mezin bû, jixwe kurosawa jî pir ji wî hezdikir.



li gor min ev fîlm digel fîlma wî ya ewil e jî fîlmek xweş e. xweş hatiye kişandin belkî hinek kêmasiyên wê hebin LÊ fîlma wî ya ewil e divê mere zêde nere ser. takashi shimura weke di her fîlmên xwe de di vê fîlmê de jî lîstikvaniyek baş pêşkêşî me dike. Lê divê mere heqê serlîstikvan jÎ nexwe lew re ew jî baş dilîze. kişandina vî fîlmî pir bi zahmet e lew re çend sehneyên fîlmê li der ve hatiye kişandin hetta hinek sehneyÊn ku di hewayek bi ba hatiye kişandin jî hene.



Puanê min: 7.3 / 10



21.04.2014 11:45 ~2015.03.23 19:26 | mergehez

2. ji bo fîlma doma vÊ FÎLMÊ (bnr: zoku sugata sanshirô)



21.04.2014 11:50 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sugata sanshirô

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî