Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 33 peyam
the lord of the rings - tirşik
the lord of the rings
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. (bnr: fîlmên ku pirî hatine fîşalkirin)



21.04.2014 21:31 | mergehez

2. rêzefilmê ku ji romana j.r.tolkien hatîye rikibandin û bi derhênerîya peter jackson hatîye kişandin.

ji serî heta dawÎ tu mirovên reşik Û yên çavê wan kişandi di filman de tuneye. mirovên esmer jî wek ereba ne Û alÎ sauron dikin. ji ber vê yekê ez difikirim ku ev fîlmana hinekî nijadperest e.



ev ji fîlma yekemîn e: http://www.imdb.com/title/tt0120737/



şanek: efsûnkerê behsa wî di fîlm de derbas dibe sauron , hîn çiraxê efsÛnkerekî din melkor morgoth e. yanî bi rastî sauron û hevalên wÎ hîn zar û zêçên ber derî ne. *



şanek 2: http://en.wikipedia.org/wiki/The_Silmarillion



21.04.2014 21:50 | rûbar payîz

3. ber dilê min, yek ji fîlmên herî xweş e.

min ji fîlmên fantastîk hez nedikir; piştî ku min vê fîlmê temaşe kir, êdî bû yek fîlmên min yên nayê jibîrkirin.

min ji fîlmên mafyayê hez nedikir, piştî the godfather, ev fîlm jî bû yek ji fîlmên min yên herî hezkirî.



eslê xwe de ne fîlmek e, navê rêzefîlmek e ku ji sê fîlman pêk tê;

ya yekemîn; the lord of the rings: the fellowship of the ring

ya duyemîn; the lord of the rings: the two towers

ya sêyemîn: the lord of the rings: the return of the king



her sê jî ji hev û din xweştir in.



21.04.2014 22:09 | simurg56

4. fîlma ku li gorî hinekan, nijada ku di fîlmê de navê wan ork e; tirk in.



21.04.2014 22:14 | simurg56

5. di dîroka sînemayê de fîlmeke efsane ye..

ji sê beşan pêk tê, her du beşên ewil ji hev xweştir in, ya dawî ji her du yên ewil jî xweştir e.

dirêjahiya her sê beşên fîlmê nêzîkî deh saet falan e û ez ne şaş bim beşa dawî bi qasî nîv saetekê jî hatiye kurtkirin û cih di ya sînemaya tirkiyeyê de negirtiye mixabin (min dema vê meseleya kurtkirinê seh kiribû ,min hefteyekê dabû ber sixêf û çêran..)

bi taybetî jî beşa dawî gelek xweş bû û ne wek li jor hatiye gotin ku hatiye fîşalkirin, beravajiya îdiaya li jor, bi raya min kêm hatiye vegotin..



12.01.2015 10:10 | ferhenga şikestî

6. çend sehneyên ku hatine birîn di lînka jêr de ye



(bnr: https://m.youtube.com/playlist?list=pleioqhw3vl4ryjmzuwxf4bakzvdkktf6q
)



12.01.2015 10:17 | ferhenga şikestî

7. ew rêzêfîlma ku li beşa wêjeya înglîzî de dersên wê tê dayîn.



06.04.2015 13:54 | mîrzayêbiçûk

8. wergera wî jî bi wi awayî dibe yeqîn (bnr: mîrê gustilkan)



06.04.2015 13:55 ~19:26 | mîrzayêbiçûk

9. helbet j. r. r. tolkien di ber xwe ve çîroka mîrê gustîlkan nenivîsye. Yanî çavkaniyên wî hebûne ku kariye tevneke wiha binivîse.

Ne hewceye hebo hebo bêjim ev kitêb û ew kitêb in, lêbelê divê ezê qala gustîlka hz. sulêman û ehremen bikim.

li gor gotegotan milyaket cibrîl gustîlkekê ji bihuştê tîne dide hz. adem û ev gustîlk heta hz. sulêman jî tê digihêje. hêza gustîlkê kiriye ku hz. sulêman ji xeynî mirovan hukim li cin û heywan û bê û behran jî bike. rojek ji rojan hz. sulêman weke her caran gava diçe destnimêj bigire gustîlkê dide wezîrê xwe asef. lê wê carê ji cisnê dêwan eheremen tê dikeve dilqê wezîr û hz. sulêman jî qet pê nahese. ehremen gustîlkê bi dest dixe û dibe hukimdar. hz. sulêman piştî vê bûyerê neçar dibe ji bajar dertê û dest bi masîvanîye dike. ehremen jî ji bo ku hz. sulêman dîsa nebe hukimdar, diçe gustîlkê diavêje behrê. rojek hz. sulêman masiyên ku girtine ji bo firotanê amade dike lê çi seyr e ku ji zikê masiyekê gustîlka wî derdikeve û bi vî hawî dikare dîsa hukimê xwe saz bike.

(weke gustîlka hz. sulêman, gustîlka sauron jî xweyî îradeyeke serbixwe ye)

ev çîrok bi versiyonên cihûtî û mesîhîtiyê gelek belav bûye. Navên gelek cuda yên vê gustîlkê hene:

li gor îslamê: mohra sulêman, mohra xetem
li gor cihûyan: stêrka dawûd, mohra dawûd, mertala dawûd
li gor mesîhiyan: Magen David, Seal of David, Star of David, Davis’s Sheald

Mebesta min yanî helbet haya Tolkienî ji vê çîrokê hebûye.



17.07.2021 01:54 ~16:26 | tizbîkêş

10. Dê sala bê bi piştgiriya Amazonê rêzefîlma wê jî were ber destê temaşevanan.



13.11.2021 12:54 | dewbir

11. ev fîlm û pirtûka herî baş a cîhanê ye.
Ecêb e ku meriv dikare cîhanek wusa mezin biafirîne.

fîlmek wek lotr:
(bnr: dune)



28.02.2023 22:15 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» the 400 blows
» lord jim
» the flash

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî