Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
ji bo fêm kirina feqîran rojî girtin - tirşik
ji bo fêm kirina feqîran rojî girtin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişta ku misilman dikin.

bi rojî girtinê tu kes halê feqîr û hejaran fêm nake bila tu kes xwe nexapîne .

qey paşîv û fitara kesên dewlemend ne wek dewlemendiya wan e û ya kesên feqîr û hejaran, ne wek feqîrbûn û hejarbûna wan e .

qey kesên dewlemend bin ne di otelên xwediyê 5 stêrkan de fitara xwe dikin û kesên hejar in ne li konên şaredariyê ne .

wekî misilman bi girtina rojiyê rewşa kesên hejar in fêm dikin çima li tirkiyê û kurdistanê rewşa hejaran wisa ye ? lê her tişt tenê şov e . li ewropa %1ê mirovan rojî digire lê, rewşa hevwelatiyan, ne wek welatên misilmanan ji hev cûda û dûr e .



09.07.2013 19:48 | brusk56

2. ne tiştekî ferz e.

mirov rojî negire jî dikare rewşa xizanan fêhm bike, ji aliyê din ve rojî bigire jî dikare halê wan fêhm neke (bnr: ez ji xwe dizanim)

ji ber ku kesê birçî, zêdetir xwe difikire, bawer nakim ku vî halê xwe de empatîyê bike.

lê dema birçibûnê bijî, dikare ji halê xwe re şikir bike. yanî ne rasterast lê bi vî awayî dikare halê feqîran fêhm bike.

tabî ev jî heye; armanca rojîgirtinê ne tenê ev e jixwe. jixwe belkî armancek wisa tune be jî. (bnr: alîkarî bike tirşik)

ji ber ku jixwe ji bo tu xizanan fêhm bikî û alîkariya wan bikî, ne lazim e ku rojî bigirî. lewra zekat jixwe li ser te ferz e.

di vir de armanc -weke piraniya îbadetan- zêdetir derbarê te ye; nasîna xwe, şikirkirina ji bo halê xwe, terbiyakirina nefsa xwe, fedakariya bo razibûna xwedê...



10.07.2013 09:52 | simurg56

3. ne armanca rojî girtinê ye.. misilman ji bo ku bi ya xwudê bikin û jê re taet û îbadetê bikin rojî digirin ne ji bo tiştekî din.. ji xwe wekê din eger bi armanc û mebesteke din bê kirin ew ji îbadetê nayê hisabê û nêzî şirkê dibe.. meseleya empatiya bi feqîran re jî misilmanên îdealîst an kraldan çok kralcı ji bo ku dînê îslamê li ber dil û çavên xelkê şirîn bidin xwuyandin gotinên bi vî awayî li nav xelkê belav dikin.. ne tenê ev herwiha hin kes hene ku dibêjin nimêj ji bo saxlemiya laşê mirovan gelekî kêrhatî ye.. û bi rastî jî hin kes bi niyeta tevgerên kultur-fîzîkê nimêj dikin û xweliya reş bi serê xwe de dikin..

ez bi xwe dema birojî bim ji zikê xwe yê birçî pê ve tu tiştekî nikarim bifikirim û ji xurxura zikê xwe yê vala wêdetir tu dengekî jî seh nakim.. lê wekê din remezan an ne remezan ji halê feqîran baş fêm dikim û bi qas qederê qeweta xwe alîkariya feqîr û mohtac û ketiyan dikim..



12.07.2013 05:17 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojîn ülker
» girtina denge tv û dîjle tvyê

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî