1. dengbêjê modern yê stran û kilamên kurdî û kurmancî.. mixabin li ser înternetê zêde agahî derheqê jînenîgarî û jiyana wî de nîn in.. lê ji xwe dengê wî yê wekê ava çemên ji şerbetê mirov têr û tetmîn dike û nahêle mirov li dû tu pirseke din derheqê wî de bikeve û bigere.. ji dengê wî û ekola ku dayî ber xwe dixweye ku ji devera serhedê ye û bi qasê ku ez dizanim jiyana xwe li welatekê awropayê dibihurîne.. demekî li ser roj tv-yê bernameyek çêdikir.. lê ez ne şaş bim ji ber sedeminên ku ez pê nizanim navbera wî û pkk-ê xirab bûye û ji mêj de ye tev li konsertên ku ji layê pkk-ê ve tên li dar xistin nabe.. |
|
09.07.2013 21:29 |
endazer
![]() |
2. Hûnermendê mûzika Kurdî..Pirr mirovekî hêja ye.. |
|
10.07.2013 02:53 |
neçirvan
![]() |
3. bi xêra wî min ji dengbêj û stranên dengbêja hez kir. gava ez stranê şerê terxan guhdarÎ dikim mest dibim. lê kengî ve deng jê nayê nizanim çi jê hat. |
|
30.03.2014 02:22 |
rêzan
![]() |
4. (bnr: delîlo) |
|
06.04.2014 00:06 |
xwelî li ser
![]() |
5. (bnr: şerê tarxan) |
|
16.09.2014 16:39 |
endazer
![]() |
6. Stranbêjekî pirr hêja ye. Bi deng û awaza xwe ya bihêz û zelal dengbêjiyê ji nifşên nû dide hezkirin û nasîn. Ji deng û mûzîka wî têr nabim tu carî. Xwediyê Dengekî wisa ye ku çendîn pesnê wî bidî jî dil rehet nabe. Dengekî wek rûnê nivîşkê yê helandî, wek bilbilekî, zengilekî... Lê ji zûde ye nayê xûya. Bawerim Pkk'yê toyê wî jî da ser nanê wî û ew bi rê kir! Lê me beriya delîl û dengê wî yê bêhempa kiriye.. |
|
08.01.2016 01:02 |
sergijik
![]() |
7. hunermendê herî dawî ku min dît stranek li ser pêşmergeyan çêkiribû an çêdikir, demekî hat gohê min di nav wî û pkkêde alozîyek ji bû pera.. derketibû lê camêr divê berbay pkkê nekebe dilê xwe ji wan nehêle pkk jî dîsa wisa nan û avê hev xwarine eybe.. divê hunera xwe bidomîne.. |
|
08.01.2016 01:37 |
shorbevan
![]() |
8. ax delîlo tu çima ewqas qeşeng î, dengê te çima ewqas xweş e? ji deng û awazê te re hijmetkar dimînim tim. li kû yî gelo? |
|
25.04.2016 23:47 |
sergijik
![]() |
9. çi dengekÎ ezÎz e ! çi balkÊşe ! taceka stranên kurdiye |
|
14.05.2016 03:46 |
xeteraqirêj
![]() |
10. (bnr: delalo) |
|
28.08.2017 12:22 |
çarçoveya bextewariyê
![]() |
11. çi qirikek ser e, ji bo xwedê. dema dibêje: "lê serayêêêêêêêêêê" têla guhê mirov dilerizîne. tembûra dilê mirov dijenîne. |
|
11.10.2017 22:33 |
xendekî
![]() |
12. Nizanim çima ji pkkê dûr xistin. Hela binivîsin gelo çima? |
|
11.10.2017 23:21 |
bêrtî
![]() |
13. kêfa min herî zêde ji şerê terxan re tê. dema ew û elektro gîtar bi hev re di qîrin ez mest û gêj dibim!! |
|
27.12.2017 17:14 |
xwelî li ser
![]() |
14. Her qîzeke me weke hûrî ne |
|
27.12.2017 19:41 |
elîşêr
![]() |
15. stranbej u dengbej. klama wi ya seraye pir meshure. |
|
15.06.2019 18:17 |
tomcruise
![]() |
16. Piştî 27 salê li welatê xwe konsertan dide. Hunermendek hêjayî gotinan e. Tiştê ku min xemgîn dike hunermendên zaroktiya min êdî pîr bûne qirmiçên rûyê wan zêde bûne! |
|
15.05.2022 23:47 |
kajav
![]() |
17. konsêra wî ya li diyarbekirê her çi qas jêr bendewariyên min jî be xweş bû. |
|
16.05.2022 12:44 |
endazer
![]() |
![]() |
qulor kirin [1] |
![]() |
gup lê xistin [1] |
![]() |
şîrê keran vexwariye [1] |
mitirb [1] |
|
![]() |
diziya tirk'an [1] |