Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
erotîzma bêhna bizin û mîha - tirşik
erotîzma bêhna bizin û mîha

Navê mijarê ya ewil ev bû:erotîzma bêhna bizin û miha
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dilê xwe li hev nexin geli hebîtatan.raste heta camêr şêrzed hesen di pirtûka xwe ye jineke xinanî de ev yek bi serkeftî bikaraniye.Yani erotîzma herkesî gorê erdnigari û çanda wan .e kêm zêdebûn belkî bibe pîvan lê şekil şemal nabe pîvan.



23.04.2014 21:33 | tivirloismail

2. ''di baranê de bêhna pezê şil tê ji himbêza te''



mixabin ev hêmaya erotîzmê tenê li cem me kurda heye, di derseke taybet ta kurmancî de mesele hat ser paxilê, min jî ev rista jor ya ji diêşiyaya rênas jiyan wek nimûne ser texte nivîsî û ji wan re bi wate kir, min dît wê mehd û mirûzê xwe jê dixelînin yek jê rabû go ayyy, bu nasıl sevgi anlayışı?



min go ez ê bêjim;



''bi şiva bejna xwe

li koza deriyê berxikên min xe

ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te

ji bişkulên şil

morîk rêzkirine min li gerdena xwe ''



lê min go dev jê berde, nale'l şeytên, ker çi fêhm dike ji erotÎzma bêhna bizin û bişkulan? *



23.04.2014 21:41 | endazer

3. erotîzma ku ji mecbûriyetê derketiye. ya ewê çi biba. jin jî mêr jî nikarin wekî du mirovên medenî hev du bibînin û nas bikin û bibin hezkiriyên hev du. ê me'lûm e, cafe û pirtûkxane û hotel-motel û parkên ji bo dîlanê ya kurdîstanê, mmmhhh,, mixabin tuneye... tenê ji bo seksê dikarin werin ba hev du û kurdên bi peza mijûl dibûn ewê çi bike, pêdiviya xwe ya seksê li axûrê, di nav pezê xelas dikir.

bi ya min...

*



20.03.2015 21:52 ~21:54 | biruya hayao miyazaki

4. serdema bizin û nêrî, mih û beran parfuma seksê li xwe dikin . wek ya jin û mêran ferqek heye navbeyna parfuma bizin û nêrîyan de. behnek sivik û bêt îdare kirin ji biznê tê, lê malmîratê nêrî çi cûre misk qolonya parfum hebe ser xwe de rişandye, behnek giran û pîs jê tê. Mirov dizane wî yê niyeta xwe xirab kirî. wextê "nêrî tê ba" behna gan jê difire, herkes dizane ku dixwaze xwe bavêje ser bizinekê û jixwe hedara wî nayê, nav kerî pez de her digere paşê bizinek seksî hildibijêre û herdû şa dibin. karê beranan zehmettir e, ji ber ku divê hem dûvê mihê rake hem bi çistî û carekê de kîr bigihîne kuzê mihê. beranên ecemî heta fêr dibin îmana wan dileqit, nêva wan dikevit. Beranek hebû navê wî herkul, fêris bû! mihek dibijart ji nav sed mihan, ji dûr ber delalê ve dibezî bi destek dûvê mihê radikir û hamleyek de digiha miraza xwe.



wek li jor hatî gotin ev erotîzm ji mecbûrîyetê peyda nebûye, jixwe heye. Dîsa bileksê li jor hatî gotin ev erotîzm tesîr li mirov nake. Ji bo bo şivan û bêrîvan hevdû arezû bikin taybetmendîyên beşerî têra xwe zehfin.



02.04.2020 11:35 ~21:20 | hespêsor

5. 3 mehan berê, li dewletek Ewrupa ez jî wek hemû penaberan di kampekî penaberan de dimanîma. Ew Xurfe(Oda) ya kû ez tê de dimanîma, em 3 kes bûn. Em hemû Kurd bun û em hemû jî penaberên polîtîk bún. Ez ji partîya PDK/KDP bûm, hevalek din ya ji Mêrdîn'ê; ew jî ji doza PKK hatibû.. Û hevalê dinê jî(bi emrê xwe 50 salî bo) ew jî Kurd'ê Riha'yê bû lê ew jî li ser doza FETÖ hatibû.. Ez zêde serê we neêşînim, texta kû em li serê radiketin, 2 qat bû, ez û ew camêrê ji Fetö'yê em li ser destê textekî radiketin. Li jûr ê ez dimanîyama, li xwarê jî ew.. Camêr her roj 5 rekat nimêjê xwe dikir... Rojek bi şev ez ketim xew, heşa huzurê we, min xewnek erotîk dît û wek her camêran ez jî di xew da vala bûm.. min bixwe hesîya lê min got wê ez nav rojê de serê xwe bişûm û dîsa ketim xew.. Dema sibehî ez rabûm, qam dimin de tûne bû kû serê xwe bişûm û min serşûştina xwe hiştim ji bo êvare.. Nav rojê de, dema ez dinav nivîna xwe de dirêjkirî bûm û min pirtûk vedixwend, min dît kû camêr ya FETÖci, hate ba min û bi Kurdî j'min re got: Bra, bêhna "pezê nêrî" ji te tê.. Min wî fehm nekirim û min pê kenîyam û min xwendina pirtûkê xwe berdewam kir. Dema min xwendina pirtûkê xwe berdewam dikir, her tim di hêşê min de bû; gelo ev ji çi j'min re tiştek wisa got.. Min hîç di jîyana xwe de ajalên wek pez û dewaran xwedî nekiribum û min nedizanîma pez çawanin, bêhna wan çawanin? Min gellek ketim meraqê û min rabúm ji hevalekî xwe a li welat karê ajalan dike, min jê re telefon kir û min behsa vê meseleyê kir û min got ji bo çi ew î ji min re got bêhna pezî nêrî ji te tê? Dema min wisa got, min bihîst kû hevalê min li ser telefonê ji kenandinê wê ji xwe biçûya.. Û got; bra, dema salvegera seksê pezan tê, an jî dema pez digayînin hev û spermên xwe vala dikin, pezên nêrî bêhn ji wan tê.. Dema ew wisa got, hêşê min sekinî, temenêm 29 e, wê ez bi çi çavê bêfedî li wî camêrê binêrim.. Ez çûm ba wî û min jê re got, law te çawa bihîst wî bêhnê.. Got bra, herkes nikare vê bêhnê bibhîse.. Here serê xwe bişû, paşnê were em biaxivin.. Êja welhasilê kelam, ez bikutime nêrî û bizina, ewan seksê xwe jî li ser pişta me safî kirrr



21.04.2020 16:38 | kurêbavêxwe

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» erotîzma bêhna bizin û mîha
» bêhna pirtûkan
» bizina ber avêtî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî