Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
wîkîferheng - tirşik
wîkîferheng
(17) (3) (3)
di mijarê de bigere

1. ferhenga kurdî-kurdî û xezîneya peyvan. rola wê di xwe-standardkirina zimên gelekî girîng e.



https://ku.wiktionary.org/wiki/Destp%C3%AAk



10.07.2013 10:28 | gimgim

2. tê de keda mezin heye. ji bo her kesê ku tê de keda wan heye, spas dikim.



ez reqeman bidim û wisa bifikirin;



-vikisözlüka tirkî de 313.308 mijar hene. https://tr.wiktionary.org/wiki/Ana_Sayfa

-wîkîferhenga kurdî de 273.120 mijar hene. https://ku.wiktionary.org/wiki/Destp%C3%AAk



yanê hema bêje bi qasê ya tirkî berfireh bûye. ser înternetê tirk ji kurdan 1000 caran zêdetir aktîf in. lê tiştekî wisa çawa çêbuye nizanim.

helal be ji we re.



10.07.2013 12:39 | simurg56

3. Wekê propagandîsta Vatîkanê dixebite û derewên wî dewletê belav dike. êdî armanca vê ferhengê ya qirêj ji bo xwendevanên hişyar zelal e:



https://ku.wiktionary.org/wiki/roj



16.07.2013 01:53 | sîsîfos

4. ferhenga ku bîst metre tunebe jî ferhengek bi qasê ferhengan tê heye.. *)

di nav ferhengên online yên li ser înternetê de ferhenga ku herî zêde kêfa min jê re tê û bikar tînim û mifayê jê dibînim.. ji ber ku hem ji hemû devokên kurdî û kurmancî peyv û têgeh li bin banê vê ferhengê sitirÎne û hem jî derfeta hevberkirina peyvan bi zimanên din ên cîhanê re dide mirov.. û carinan jî esl û esasê peyvnan di vir de tê deşîfrekirin û teşhîrkirin.. bi qasê min ji derekî xwendî ji bo beşa kurdî ya wîkîpediayê 4 xebatkarên ku bi profesyonelî bi î karî ve rabûne anku debara xwe bi wîkiyê dikin hene.. eger di nav nivîskarên tirşikê de ji van camêran kesek hebe bila xêra bê serdana peyamdanka min..



16.07.2013 02:27 | endazer

5. ferhenga ku hewleke mezin dide ku îsbat bike 'kokên peyvên kurdî ji zimanên din ketine kurdî'



16.07.2013 12:16 | kardoxî

6. Wîkîferheng, nênikeka(eynika) bo nîşandana îmkan û firsendên ku înternet pêşkêşî Kurdan dike ye, bes ku meriv li wê binihêre û bibîne. Înternetê pirr firsend derxistine pêş Kurdan, pirr îmkan berpêyên wan kirine. Hinek ji wan berba dibin, bi ro de diherin, lê hinek jî mîna Wîkîferhengê heta ku bibe tên bi kar anîn.

Belê, wîkîferheng niha ji kesên ku li ser înternetê ferhengan digere re, çi kesî ku hîn nû bi Kurdî hîn dibe, çi kesî ku şareza û pisporê zimanê Kurdî û zimanan re çavkaniyeka têrtijî ye. di wê de ji herkesî zêdetir ked û emega Husein muhammed, ango ferhengvan, heye. wî heta 50.000 gotaran hema bêje bi tenê kar kir, lê ji dû wê re bi xêra çend kesên din û "bot"an ve ew gav bi gav nêzika 300.000 gotaran dibe. niha gotarên bi kurdî, tirkî rêjeya herî mezin in. ji dû wan re almanî û înglîzî ya her yekên wan nêzî 13.000 gotaran tên. Bi farisî ser 6.000 re gotar hene.



lê dîsa jî bo farisî, erebî, frensî kêmasiyên mezin hene û ew kêmasiyan li bendiya xêrxwaz û kurdîhezan in.



11.09.2013 00:13 | fethî ronî

7. Ferhenga ku mirov dil dike tirşikhez jî beşdar bin. FERHENGA HERKESÎ.



12.10.2013 23:09 | serhednişîn

8. ferhengeke ji tirşikê gelekî giringtir û bikêrtir e, lê mixabin kurd ji tiştên vala hez dikin û tiştên bi fêd ji wan re ne derd û kul in.



14.12.2013 22:15 | dijber

9. ji bo standartkirina kurdî rolek pir mezin dilîze



15.12.2013 00:00 | bavêhegel

10. çend rojan berê hejmera peyvan ji 300.000 gotaran borî û niha ew di nav hemû wîkî yan de 14'am e. jixwe beşa Kurdî û tirkî di wareka gelek dewlemend û hêja de ne. lê, li hindê wan, niha îngÎlîzî bi 21 hezar gotaran, almanî bi nêzî 16 hezaran, farisî bi ji 8000 hezar gotaran zêdetir ve gihîştin qonaxeka hêja û giranbiha. li ser xêrê be

(bnr: wqferheng)



16.12.2013 22:39 | fethî ronî

11. Bi taybetî xebateke mezin ya Husein muhammed tê de heye



20.02.2014 12:16 | tolazek

12. ferhenga ku dema dialiqe û dixitime û nikare bi pirsin û lêgerîninên xelkê ve bibeze hawara xwe digihîne turkcekurtcesozluk.com-ê.. û xwudê bihêle turkcekurtcesozluk.com jî tişta zane jê texsîr nake..



20.02.2014 15:47 | endazer

13. hejmarên gotaran niha li devdevî 350.000'an e û di nav hemû wiki-ferheng'an de 16'emîn e.

http://fethironi.blogspot.com.tr/2014/07/wikiferheng-li-devdevinezi-350000.html



12.07.2014 00:16 | fethî ronî

14. Gelekî zengîn û rengîn e... hewce nake ku ferhengek dinê binêrim.



Beşekî wek "herwiha" ku li wir peyvên herêmî heye. Meraq dikim gelo bi isûlekî çawa di nava wan da yekî dijmirin û wek standart nîşanê me didin.



19.12.2014 23:08 | mîr

15. ferhenga herî bibingeh û tije ye. tenê kêmasiyek wê heye nêr û mê bûna peyva nanivîse. wê jî binivîsin wê bibe taca serê kurdî.



20.12.2014 12:09 | berxweda

16. Ferhenga kurdî ya herî mezin û berfireh e. Hem rayê peyvê hem awayên wê yên devokî hem bi zimanên dide ber hev. Ev çavkaniyeke mezin e ji bo kurdî. Û heta ne tenê kurdî-kurdî, kurdî-ingilîzî, kurdî-tirkî, kurdî-erebî, kurdî-farisî, kurdî-elmanî ye. Rayên/kokên peyva dide ev ne ji bo ku bêje ev peyv ji zimanê din ketiye kurdî ev nîşan dide ku ka çawa malbatên zimanan çêbûne, ev ziman çawa bi hev ve girêdayî ne, zimanên aryayî ji yek rayê/kokê ne, kurdî jî di vê de roleke mezin dilîze, ango kurdî jî yek ji zimanên bingehîn ên rojhilat e, koma zimanên arya ye.

Kesên vî karî dikin divê murov here destê wan maçî bike. Mala wan ava.



20.12.2014 12:58 | xendekî

17. Ferhenga ku li gor îstatîskên îro ferq avêtiye ferhenga tirkî ya wikipediayê:

Di ferhenga kurdî de niha 429.284 rûpel û bi sedan hezaran peyv hene. Ferheng bi kurdî û zêdeyî 270 zimanên dî ye.



20.12.2014 13:09 | xendekî

18. Ji bo androîdê bernameya wê ji aliyê fatîh aydin ve hatiye çêkirin hûn dikarin ji vir daxînin;

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.wqferheng



20.12.2014 14:06 | xendekî

19. Ferhenga ku ez nizanim bê çawa bi kar bînim.

Yanî dikim û nakim lê germ nabim.



25.12.2014 14:25 | gulan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wîkîferheng ket nav 10 ferhengên herî mezin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî