1. navê qoserê navê malbatek amerîkîye.ji aliyê istixbarata amerika hatiye şandin ji bo derbare kurdistanê agahîya berhevke.Ev malbat wexta ku qoser avabûye pir alikarî li gelê qoserê kiriye .lê navê wê yî rasti ''dunaysır''e mana wê serê gerdûnê(serê dinyê) ye. |
|
2013.07.10-11:51 |
stêrbanu
![]() |
2. Qoser (ji Kosor, ango çiyayê sor) navçeya bajarê Mêrdînê ye. Navên weyî ê kevn Telermen, Dunaysir û Qoser e. Bi tirkî jê re dibên Kızıltepe. Gora sala 2008'an serjimara navçê 198.672 ye. Di sala 1973'yan de hejmara wê 21.000 bû, di 1990'î de 60.134 bû, di sala 2007'an de 127.148 hatiye hejmartin. |
|
2013.07.10-12:12 |
endazer
![]() |
3. (bnr: tezên fantastîk yên derheqê etîmolojiyê de)* |
|
2013.07.10-12:13 |
endazer
![]() |
4. ya rastî ne qoser lê qosar e. ev jî ji koyulhîsarê tê.... * bi rastî mirov şaş dimîne li ber şiroveyan |
|
2013.07.15-00:15 |
mastfirosh
![]() |
5. qoser ji ku peyda bûye nizanim lê xelkên deverê wekî Qezê bi nav dikin.û hişyariyek Îrfan Amîda ne ji Qoserê ye ji Şemrexê ye. |
|
2013.07.15-14:20 |
cekdar
![]() |
6. li gorî salixan a rast qosar e û şêniyên wê bi navê qosar bi lêv dikin, lê eyan e ku bi riya çapemeniyê wekî qoser hatiye hildan. |
|
2013.07.15-15:10 |
înano lo
![]() |
7. cihê ku kadîn pirtûk & kovar lê hatiye vekirin e |
|
2013.07.15-21:14 |
rohat_rosî
![]() |
8. qoser navçeyeke li beriya mêrdînê ye û girêdayî Mêrdînê ye. Bir tirkî Kiziltepe ye; lê xelkê ji wîr, bi piranî, weke ''qezê'' bi nav dikin. |
|
2013.07.15-21:47 |
seydayê_peyvan
![]() |
9. bajarê ku piraniya nivîskarên wêjeya kurdî yên li bakurê kurdistanê jê ne.. tişteke ecêb e heçiyê nizanibe yê bêje qey li vî bajarî dema zarok xwudê didin di ber guhê wan de şûna banga xwudê helbestên shakespeareî dixwînin dêûbavên zarokan.. * |
|
2013.07.15-21:51 |
endazer
![]() |
10. Havînan Bihuşta toz û tebarê,zivistanan bihuşta herî û çiravê... |
|
2013.08.05-09:19 |
waweylê
![]() |
11. dojeha ve dinê ye qoser ji ber germa havînê o tozê. Mirovên pozbilind, qure, têrxwarî lê çavbirçî herî zêde ne li vê navçeyê. |
|
2013.09.11-02:05 |
janperest
![]() |
12. Lê nişteciyên Qoserê ji qoserê dibêjin Qezê;qoser navê taxek Qezêye bi çi hawî qoser derbasî zimanê akademik bûye min famnekiriye |
|
2013.11.03-01:45 |
hotîkê medê
![]() |
13. li gor tê gotin berî niha 50 salî 2 taxê qoserê hebû navê yekê tilermen navê a din jî qosar bû îja bela navê tilermen bi erebî ye kurda navê qoserê bijartinin jixwe herdû nav jî ne li kare şênîye wê dibêjin qezê |
|
2013.12.15-00:08 |
bavêhegel
![]() |
14. cihê zarokek din ji hêla dewletê hatiye kuştin e. belê gellek caran ji hin bajaran bêdengtir e. lê carê tîne bîra me ku ew der jî kurdistan e û wek xweh û birayên xwe ye. |
|
2015.08.29-20:51 |
berxweda
![]() |
15. Ez 6 sal berê hatibum qoserê. Hingê zivistan bu hûn bawer bikin belkî kolanekî qoserê jî paqij nebu hemî kur û şêl bu. Yanî mirov bot jî pêkirîba dîsa jî ji kur û şêlê xilas nedibû. Qoser 15 sal mabu destê hdp/bdp ku her meh kolanek bihata asfaltkirin ew pirsgirêk nedima . Lê vêca mixabin rexistin tenê dane kuştina keç û xortan de pir zîrek e yên din her dem paşde ma. |
|
2019.12.16-20:37 |
azad30
![]() |
16. navçeya mêrdînê ya ku ji mêrdînê qelebalixtir e. xelkên wê hema bêje ji bilî kurmancî nav xwe de bi zimanekî din naaxivin. li deşteke mezin avabûye, ji erdnigariya mêrdînê ya bi kaş û kendal xweştir û rehettir e. tişta balkêş mirov dema li nav bajêr digere kolan û taxên wê tev tije mêr in, beretê jinan lê nayê xûya. ya din jî li gorî nifûsa xwe ya zêde ji aliyê bajarîbûnê ve zêde paş de mayî ye. rêyên wê tev kor û çal in û bi toz û gemar. qosera min xeyal dikir ne bi vî awayî bû. |
|
2019.12.24-22:30 |
xeyda
![]() |
17. min nedÎtiye kesekÎ jê re gotiye qoser herkes dibêje qezê. qezê jî ji kû hatiye nizanim belkî ji ber ku qeza anku navçe ye ev nav pê ve maye. feodalîteya li vir bawer nakim li ruhayê hebe, ji xwe ji navçeyeka mêrdînê bêtir dişibe navçeyên ruhayê. min digot qey li vir ereb nÎn in lê mixabin li vir jî ereb hene lê erebê li vir ji gundên derdora qoserê ne û wekê erebên mêrdînê ne serdest in. ji wan re dibêjin tat. hinek kurdên pîr jî ji wan kirasên spî yên ereban li xwe dikin. |
|
2019.12.24-23:35 |
endazer
![]() |
![]() |
tirşikvanên ku zoom skype insta whatsapp bi kar nayênin [1] |
otoasîmîlasyon [1] |
|
![]() |
meral daniş beştaş [1] |
![]() |
taveheyv [1] |
![]() |
yekemîn civîna nivîskarên tirşikê a onlîne [1] |