Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
mabel matiz - tirşik
mabel matiz
(8) (5) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjê ku stranên xwe bi girînê dibêje û mirov ji jiyanê sar dike.



27.04.2014 23:38 | simurg56

2. stranbêjekî tirk e, di nava civata tirkan de gelek popûler e, îmana min jê diçe ji ber ku di her cihî de bîst û çar saet stranên wî yên jêvketî li ser e, êdî dikim ku vereşim..



13.07.2015 23:29 | ferhenga şikestî

3. ji aliyê hunerê ve stranbêjekî gelek serkeftî ye, stran û klîbên wî gelek deng vedidin, pir estetîk in û ser standarda pîyasaya tirkî ne. di van salên dawî de gelek caran kete rojeva tirkiyeyê. cara pêşîn di ezmûna yksê de di nav pirsekê de navê wî derbas bû. ji ber berpêbûniya wî ya zayendê ve gelek hate rexnekirin û bû mixatabê gotinên nefretê. bi ya wan mirovekî gay mîna wî divê nehatiba qalkirin. her wiha çend roj berê ji ber klîba strana xwe ya karakolê jî bû hedefa nefretê. di klîbê de nêzîkbûnekê romantîk di nav du zilam de hebû ku mirov bi zorê jê derdixe tiştek wiha heye. lê di rojevê de wekî ku ev klîbekê gay porn e hate tevdayîn û heştenga haddinibilmabelmatiz qasî du rojan şixûlî li ser twitterê. çi nefretekê mezin û epîk. ez bi xwe tirsiyam tiştekî bê serê rebeno ji ber ku ev demekê dirêj e bi sîstematîkî ferdên lgbt tînin rojevê û heqeretê dikin, biçûk dixin û dikin îç-mîhrak û wekî dijminê ehlaqa hemû welêt îlan dikin filan.

werhasil.

di normalê de ez ne stranên kurdî ne jî yên tirkî guhdarî dikim. erê car tê rojek an du rojan hinin vedikim û hema lê dide lê belkî di nav sê çar mehan carekê de. lê ji strana wî ya toyê vir ve kengî bê bîra min hema lîsteya stranên wî vedikim û guhdarî dikim. peyvên stranên wî pir xitabî min dikin. hele ev karakol. gava dibêje, daglaniyor gibi gençligim aç şu kapiyi, oo xwedêyo, çi peyvekê manedar û giran.



06.07.2022 21:42 ~21:45 | biruya hayao miyazaki

4. Hunermendê her çiqasî gey be jî tirk e. Dibe ku hunera wî baş be, serkeftî be û ji hunera wî were hez kirin. Lêbelê ev nabe sedem ku ew bi xwe ji aliyê Kurdan ve were parastin heta ku ew mafên Kurdan neparêze.



07.07.2022 01:04 | xabûrî

5. Stranbêjek Tirk e bi eslê xwe diransaz e lê ger ne şaş bim xwendina xwe nêvcî hiştîye.
Dengê wî gelekî xweş e li gelek stranan tê. Stranên wî yî dawî gelek neqşên mîstîk dihewîne û bi vî awayî hunera wî digihê astekî bilind. ji klîbên wî çandina Anatoliya difûre ku dibêm bala gelek kesên ku li Tirkî dijî dikşîne.
Lê klîba wî yî talî a bi navê karakol sofîk û nizamçikên Tirkî gelekî aciz kir û Feqîro li ser tora civakî hat hetikandin.



11.07.2022 14:26 ~14:27 | pîroz

6. Stranbêjek heta niha bi kêfa xwe min carek jî strana wî venekiriye û lê guhdar nekiriye. Car caran mirov bêhemdî lê rast tê ku li hin deveran stranê wî tê lêdan. Stranan bi dengek nexweş û girîyokî dibêje wek parsekên qersê guniyê kafira bi xwe têne. Ne tu stranbêj e.



12.07.2022 20:13 | tîrêj zana 21

7. Strana wî ya nû antidepresan ji ber guhê min kêm nabe.




09.01.2023 18:55 | merwano

8. Mirovek hunermend û tewş e, van rojên dawîyê klîbek nû çêkiriye. Gorî dîtin û bihîstina min xelkê ji klîba wî ya nû hez kiriye lê bi min qet nexweş e, jixwe şêweya wî ya hunerê ya van deran nîn e, diçin awayek muzîkê ji kuncek dinyayê ya ku tu eleqeya wê bi civaka vir û nirxên vir ve tune tînin û wekî ku berhemdar bin, wekî ku wan ev şêwe hilberî be pêşkêş dikin, bi kopî- pastê kar nebe. Yê ku navê wî hunermend be divêt resen be û gorî derdora xwe hilberîne paşê eger ji dest hat berê xwe bide peravê dinyayê yên dûr. Yanî kesên wiha xwe radestî çanda serdest kirine, çanda xwe hinarde nakin û di ser da diçin çanda yên din hawirde dikin, belkû ev gotina min gorî hinek kesan tewş be, endîşeyek ne pêwîst be lê bi min bi vê awayê çand dimirin. Mînak; stranên Tirkan binêrin çend heb gorî şêweya wan ya muzîkê hatine nivîsîn? Gelek kêm. Gotin bi zimanê wan e lê giyan yê wan nîn e. Ev nayê wê wateyê ku ez şêweyên muzîkê yên biyaniyan xirab dinirxînim, jê nefret dikim lê her çi be jî, her çiqas xweş bin jî yên me nîn in. Mesele ji vê îbaret e.



10.01.2023 12:40 ~12:43 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mabel matiz

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî