Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
gittigidiyor.com - tirşik
gittigidiyor.com
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. malpera danûstandina online e ku berî çend salan ji aliyê ebayê ve hat kirin ku ew malper jî dîsa malpereke ya danûstandinê ye lê navnetewî ye.

malperek ewle ye. dema we danûstandinek kir, pere ji hesabê we tê kişandin lê li hesabê firoşger nayê razandin. piştî ku tişta ku we kiriye, hat ber destê we û we kontrol kir, hûn dikavin hesabê xwe yê di malperê de û danûstandinê erê dikî û hê nû pere li hesabê firoşger tê razandin.



klavyeya komputera min a laptop xera bûbû, min parçeya orjînal ji vê malperê dît û kirî. ji min re rêkirin û min kir li ber komputera xwe, gelek jî baş çêbû. min klavyeyê 49 tl'yan kirî, ger min li servîsek bida çêkirin, bawer nakim ku ji 150 tl'yan kêmtir bixwazin.

dawiya dawîn, ez dibêjim ger ji we re parçe marçeyên cîhazan jî lazim be, hûn dikarin vê malperê biceribînin.



malperê de him tiştên orjînal û nû tên firotin, him jî tişt û miştên kevin... hay ji vê yekê hebin. hûn jî dikarin tiştên xwe li wir bînin ber firotinê.



28.04.2014 21:30 | simurg56

2. malpera ku ez hertim jê danûstanê dikim e.

bi taybetî, pîlên xwe yên amûra bihîstinê birêkûpêk li vir û ji heman firoşgerî dikirim. heta niha tu pirsgirêk derneketiye. li gorî min ji malperên danûstandinê yên wek trendyol.com û hepsiburada.com'ê çêtir û bileztir e.



26.07.2019 12:01 | xelîl

3. malpera ku heya niha min qet bikarneaniyê..

ya rastî ez gelek kêm li ser internetê danûstandinê dikim, tenê bilêtên rêwîtiyê, ewqas.



26.07.2019 14:44 | gulêê

4. Malpera danûstandinê ye ku min li ser telefona xwe ya ku aniha bi kar tînim, min kiribû ( ev 3 sal bêhtir). Şikir heya îro îdare kiriye *
(bnr: xiaomi mi 5)



23.04.2021 03:58 | merwano

5. malpera ku 18.07.2022 de hatiye girtin.
Here lînkê



19.07.2022 15:14 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gittigidiyor.com

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî