Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    42 mijar û 61 peyam
    kurdî - tirşik
    kurdî
    (42) (4) (55)
    di mijarê de bigere

    1. zimanê gelê kurd û vê malperê ye. zimanek ji malbata zimanan ya hînt avrupayê ye.



    2013.05.29-17:01 | simurg56

    2. li gorî wîkîpediya li dinyê gişî 34 milyon kes kurdî diaxivi

    bnr; http://en.wikipedia.org/wiki/list_of_languages_by_number_of_native_speakers



    2013.06.06-00:39 | serhed7

    3. bi devoka mirovên ji herêma serhedê elîkopter



    2013.06.06-01:32 | parezer

    4. evîna mela û xanî



    2013.06.06-02:10 | parezer

    5. zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye



    2013.06.06-09:44 | serhed7

    6. carinan di ber xwe re dibêjim, ku ez ê ti carî hînî vî zimanî nebim; xurt e, ji her qulê dipengize.



    2013.06.06-10:54 | filitto lawo

    7. zimanê ku li gorî tirkan, şaxeka tirkî, gorî farisan, şaxeka farisî û gorî ereban şaxeke erebî ye.



    2013.06.06-16:08 | azadixwaz

    9. (bnr: kurdî)



    2013.07.01-10:13 | simurg56

    10. ban û sîwanê zimanên (zaraveyên?) kurdan.



    2013.07.10-11:18 | sîsîfos

    12. li ser facebookê navê komekî ku heta niha 10.494 endamên wê hene.. di komê de tevî çend pispor û zanayên fîlolojî û etîmolojiyê ku bi profesyonelî vî karî dikin û her yek xudan berhemên qerrase yên derheqê zimanzaniyê de ne û gelek kes û kûsên ku bi dilxwazî û heweskarî mijarên têkilî peyvnasî û rêziman û rastnivîsîna zimanê kurdî li ber nîqaş û guftûgoyan vedikin û li ser van mijaran nêrîn û zanînên xwe dinivîsn hene.. di warê zimanê kurdî de komek gelekî kêrhatî û sûdemend e.. ji her çar parçeyên kurdistanê û ji her zaravayek û devokeka zimanê kurdî kurd di komê de hene û bi aktîvî tevli mijarên aktûel dibin û der û deverên jê an lê agahiyan radighînin.. li derûdora min bi xwe jî gelek hevalan piştî pêşniyarên min ên derheqê komê de saya serê vê komê hewisîn fêrbûn û fêhmkirina zimanê kurdî û zanîn û karînên xwe yên derheqê axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî de zêde kirin û bi pêşde birin..

    ji vir bangekî ji bo nivîskarên tirşikê yên di facebookê de xudan hesab in dikim ku beşdarî vê komê bibin û di komê de reklam û danasîna tirşikê bikin ku canik û camêrên di komê de yên ku bi rastî jî di warê zimanê kurdî de kalîfiye ne bên û tirşikê jî bi nivîsên xwe rengîntir û zengîntir bikin.. https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/544966212227392/?notif_t=group_comment_reply



    2013.07.15-03:47 | endazer

    13. zimané me ye,zimané kurdî ew rewşa me ye,şirîn u xweş e li ber dilé me ye,heta dewran u ji nav u esla emé tim hebi heta heye...strana hunermende pir heja eyşe şan



    2013.07.15-05:44 | feqiyêteyran

    14. Di nav koma zimanén Hîndo-Ewropa'yé de ye devokén wé yén bi navé; Kurmancî, Kirmanckî ango jé re té gotin Dimilî an jî Zazakî, Soranî, Loranî û Goranî hene...



    2013.07.15-16:33 | serdar

    15. Zimanên beyanî çek û kincên me ne

    Lê zimanê Kurdî laş û çermê me ye.



    Celadet Elî Bedirxan



    2013.07.15-18:12 | berxedanjiyane

    16. Kurmancîye, sirf e, bê guman e

    Zêr nîne bibên ku spîdiman e



    Sifrê me ê sor, aşikar e

    Zîv nîne bibên ku kêm 'eyar e



    Neqdê me mebêje kêmbeha ye

    Bê sikkeye şahê şehrewa ye



    Me'lûl e li ba gelek 'elîman

    Meqbûle li ba gelek hekîman.





    Ehmedê Xanî



    2013.07.15-21:02 | seydayê_peyvan

    17. zimanê ku pera nake



    2013.07.15-21:15 | rohat_rosî

    18. zimanê ku wê insallah êdî pere bike..



    2013.07.15-13:21 | feqiyêteyran

    19. ZIMANÊ KURDÎ



    Bi xeml û rewş e

    Şirîn û xweş e

    Zimanê Kurdî.



    Bi xweş awaz e

    Letîf û naz e

    Zimanê Kurdî.



    Beyta Feqî ye

    Kubra Xanî ye

    Kubra Xanî ye

    Zimanê Kurdî.



    Bi xeml û rewş e

    Şirîn û xweş e

    Ziman ê Kurdî.



    Şikoyê hesen



    (1928-1976)



    şikoyê hesen, payîz û ba, (amadekar: tosinê reşîd), avesta, 2008.





    2013.07.15-21:38 | seydayê_peyvan

    21. peyva bi watêya "bi kurdan re eleqedar" ango "xwediyê taybetmendiyên kurdewar".

    mînak:

    cil û bergên kurdî

    uslûba kurdî

    mîmariya kurdî

    mûzîka kurdî...



    2013.07.17-13:41 | filankes


    23. zimanê bê qedr û qîmet.



    hûn bi vî zimanî tiştekî Li bin vî esmanî hêj ji hêla tu kesekî neDîtî, nebihîstî binivîsin/bibêjin jî ew tişt bes wekî ''yekî çend gotinen kurdî kir'' di quncikekî de têt qeyd kirin, bi vî zimanî zanatî nabe, melûmatfiroşî jî nabe, nikari bal û dilê keçan/xortan jÎ bikişînî.



    2013.07.27-16:13 | bazirgan

    24. bila Kurd bi Kurdî biaxivin. ev ferhenga mîrkan baran pir xweş e û baş e. http://www.mirkanbaran.com/turkce-kurtce-sozluk-ferhanga-kurdi.php



    2013.07.31-15:28 | keçakurda56

    25. nivîsek xweş derheqê zimanzanî û zimanê kurdî de ku mixabin nivîskarê wê ne diyar e..

    ''Zimanê tirkî ji malbata zimanê ural-altay, erebî ji ya Semîtîk û farisî jî, ji ya îndo-

    ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne.

    Evliya Çelebi di berhema xwe ya navdar

    ‘Seyahatname’yê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike. Evliya Çelebi, dide xuyakirin

    ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. ( Belê dêrî çi ye?)

    Her wiha, Şemsettin Sami, di Kamus’ül Alâm’a xwe de û Ziya Gškalp jî di gotar,

    daxuyanî û berhema xwe ya bi navê ‘Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler’ê de,

    amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye.

    kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her lê her yek jî zimanekî serbixwe ye.

    Li medreseyan li ser

    mijarên wekî matematîk, mantik, gramer, fiqih û hwd. perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.

    Zimanê kurdî, her wekî ku gelek zimanzan û kurdzanan jî destnîşan kiriye, ji malbata

    zimanê îndo-ewropî ye.

    Di nav vê malbatê de kurdî, ji koma zimanê Îranî ye.

    Ji nav koma

    zimanê îranî jî, li milê bakurê rojava dikeve

    Niha em navên hin zimanên ku di koma zimanê

    Îranî de cih digirin bidin: arisî, kurdî, belûcî, osetî, yexnûbî, peştoyî, pamirî û hwd.

    Zimanzan, wek adet zimanan ji du aliyan ve disenifînin û vê yekê li gorî şêwe û binyadê dikin.

    a)Ji aliyê şêweyê ve ziman: şêweyê (morfolojiyê) ve zimanan li sê koman parve dikin:

    1) Zimanên yek-kîteyî: Zimanên çîn û tîbetê gişt bi vî rengî ne.

    2) Zimanên pêvekî: Tirkî û macarî pêvekî ne.

    3) Zimanên tewangbar: Zimanên îndo-ewropî û samiyî tewangbar in.

    Ji ber yê kurdî tewangbar e: ka em binerin bê "tewangbar çi ye:

    Tewang di dema kişandinê de guherîna rayekê (qurm, kok), bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêkerê ye.”

    erin. Ev yek heta bigihe rayeka lêkerê jî diguhere. Ji bo nimûne lêkera kirin, di dema

    niha de dibe /di-k-im/, li vê derê ji lêkerê tenê tîpa /k/yê dimîne. Em nimûneyeke din jî bidin,

    lêkera parastin. Em vê lêkerê bi dorê, li gorî deman bikişînin. Pêşî li gorî dema niha.

    ez di-parêz-im

    ez, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên netewandî, xwerû)

    di, qertafa dema niha

    parêz, qurmê lêkerê (ya fermanî)

    im, jî qertafa kesê yekemîn ê yekejimar

    Niha jî em li gor dema borî bikişînin:

    min parast

    min, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên tewandî)

    parast, qurmê lêkerê (ya dema borî)

    Wek ku ji mînakan jî xuya dibe, di kurdî de ne tenê dengdêr her wisa dengdar jî

    diguhere.

    b) Ji aliyê binyadê ve ziman

    Ji aliyê binyadê ve zimanan li pênc komên sereke lêkve dikin:

    1) Îndo-Ewropî (îngilîzî, fransizî, kurdî, farisî)

    2) Semîtîk (erebî, îbranî, akadî)

    3) Bantû (zimanên başûr û naverasta Afrîkayê)

    4) Zimanên Çînî (zimanên çîn û tîbetê)

    5) óral-Altay (fînî, macarî, ûygûrî, tirkî, moxolî)

    *Li ser vê mijarê Minorsky wiha dibêje: “Kurdî jî wekî farisî yek ji zimanên rojavayê Îranê ye

    *Andreas Salmann wiha dibêje: zimanê îran dibe du beş: Bakur û Başûr:

    Kurdî dikeve bakurê rojavaya zimanê îranî''



    2013.08.06-06:16 | endazer

    26. Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

    Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

    Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

    Letîf û naz e, zimanê kurdî

    Beyta Feqiyê, kubra xanîye

    Kubra xanîye, zimanê kurdî

    Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

    Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

    Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

    Letîf û naz e, zimanê kurdî

    Kewkeb çiyane, kubra teyran e

    Kubra teyran e, zimanê kurdî

    Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

    Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

    Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

    Letîf û naz e, zimanê kurdî



    2013.08.06-13:40 | shepirze

    27. gramera çar lehçeyê kurdî bi temamî û nav hev du nehatiye nivîsandin. ê soranî û kurmancî bi navê lehçeyê de hatIye nivîsandin. niha nayê bîra min lê gramerekî wekî bI navê gramera kurdî: kurmancî û soranî hatibû weşandin. lê serkeftinê wÊ DI MERHELAYEKÎ ÇAWA YE NIZANIM. *



    ÇEND KES HESÎYA YE NIZANIM LÊ DU zimanÊ nivÎsÊ KURDÎ HEYE: WEKÎ HERKES ZANE EW SORANÎ Û KURMANCÎ YE. MIROVEKÎ BIYANÎ BIXWAZI KURDÎ BIPEYVE, EMÊ JI WÊ RE BIPIRSE "KA TU KÎJAN LEHÇEYÊ DIXWAZE?". CARDE EW KES BIXWAZE XWENDIN Û NIVÎSANDINÊ KURDÎ BIBE EMÊ CARDE EV PIRSA LÊ KIN. EV XEMGînî yê HEMÛ kurdan e. hewceye ku em jI bo standartkirina kurdî bixebitin. alîyekî kurmancî ya xwe temam bikin aliyekî jî destpê fêrbûna soranî û zazakîya bikin. an na... ez naxwasim hevoka "an na" binîvîsim. LÊ JI BO HUN KARIBIN MUQAYESE BIKIN eZ KARIM ZIMANê tırkî û Zimanê azerbaycanî nîşanî we bidim...



    ev çend sal e, ez digerim lê FONOLOJÎya dîrokî ya kurdî ya bi tev, nikarim destxim. heg nivîskarekî karibe alî min BIke ezÊ kêfxweş BIM.



    2013.10.12-21:37 | biruya hayao miyazaki

    28. panc lehçeyê ziwanê kurdî estê. bi nameyanê xo yê alternatîfî reyde nê yê:

    1. kurdîya corêne/jorîn, kurmancîya corêne, kurmancî, kirmancî, kirdasî, bahdînî, şiqaqî

    2. kurdîya mîyanêne/navendî, kurmancîya mîyanêne, soranî, kirmancî, mukrî

    3. kurdîya xwarîn, kurdîya cêrêne/jêrîn, kelhurî, lekî, feylî

    4. goranî, hewramî, bacelanî

    5. kirmanckî, kirdî/kirdkî, zazakî, dimilî/dimilkî



    2013.10.19-15:20 | kurdane

    29. babetek e ku herkesek tê de xwedan-teorî ye (bnr. kurdî/6340, beshê qerfî yê 'gil-gamêsh').. Lê her bijî kurdane. hetta zana farqînî jî bi wê tesnîfa te dayî nizane. di meqaleyeke xwe ya dawî de digo 'loranî' ku peyveke wisa her nîne, lorî heye, ku ew jî jixwe ne kurdî ye. tesnîfa te dayî deqîq e.



    2013.10.19-23:38 | gordereş

    30. mÎyanê zazakî, kurmancî û soranî de vurîyayîşê vengan.

    (di nav zazakî, kurmancî û soranî de guherandina dengan)



    zazakî - kurmancî - soranî:



    E > i

    berdene - birin - birdin

    kerdene - kirin - kirdin

    merdene - mirin - mirdin



    m > v > w

    çim - çav - çaw

    game - gav - gaw

    name - nav - naw

    nîm - nîv - nîw



    v > b

    va - ba - ba

    varan - baran - baran

    ver - ber - ber

    vîr - bîr - bîr

    vîst - bîst - bîst



    w > h

    dewe - dêh - dê

    wişk/huşk - hişk - wişk

    wurdî/hurdî - hûr - wirde



    w > v

    awe - av - aw

    gawan - gavan - gawan

    şewe - şev - şew



    çime/çavkani: malmîsanij, kürtçede ses değişimi, vate, 2013



    2013.10.24-00:30 | kurdane

    31. zimanek xweş e. bi rastî xweş e. ne ku ya me ye. lê vêga bi qasê tirkî ne xort e, ji ber ku ev sedsal in nekariye ji xwe re li saziyên fermî cîh bibîne. bi xebata çend salan, dikare bibe zimanê vê sedsalê jî. lê aniha mixabin ji bo gelek qadan, kurdî nikare bersiv bide. eslê xwe de bersiva wê heye lê em hê nizanin; jê re xebat pêwist e.



    lê ji xeynî van, kurdî ji bo mûzîkê zimaneke gelekî xweş e. ji tirkî dehan caran zehftir li mûzîkê tê.

    xêra xwe li van çend stranan guhdar bikin û bêjin, kurdî li kîjanê nayê?

    1- ferec - çîne -










    2- zubeyr salih - sabah el xeyrî xana min /










    3- koma rewşen - zagros -










    4- sîmir rûdan - dîsa bi tenê -










    5- Ciwan Haco-Min Navê Xwe Kola Li Bircên Diyarbekir -










    6- The Third Planet- Lanja -










    7- bilind îbrahîm - zozan -










    8 - ercan bingol - bênav -










    û weke din...



    hemû cûreyên mûzîkê ku min kariye bi kurdî guhdar bikim, bi min xweş hatiye. lê ji bo tirkî nikarim wisa bibêjim û ji bo îngîlîzî jî.



    2013.10.24-21:56 | simurg56

    32. zimanê ku pê axaftina wî kêfxweş im û devê min pê paqij dibe...



    2013.10.24-22:41 | rexnegirêtagirtî

    33. li gorî çîrok û çîvanokan zimanê bav û kalan e.. li gorî daxwuyaniyên polîtîk zimanê dayîkê ye..



    2013.10.24-22:45 | endazer

    34. di muzîka tirkî ya bi hunerî (türk sanat müziği) de navê meqamekî ye.

    ev çend salin ez ji xwe re dipirsim, lê min hê jî bersiva vê pirsê nedîtiye: çima gelo kemalîstan navê her tiştî yên ku peyva "kurd" têde heyî guhartin lê navê vî meqamî ne guhartine?

    ez bawer dikim mîjîyê wan hew şexulî û nikaribûn navêkî nû di dewsa vê peyvêde bibînin.



    2013.10.25-02:05 | saladin

    35. çiqas zimanê me be jî mixabin zimanê ku hê jî nikarim bi qasê tirkî bi lez bixwînim, e. heyf.

    bi taybetî nivîsên ku tê de zêde peyvên heremî hene an jî ne li gorî standartan hatine nivîsandin.



    2013.11.06-22:57 | simurg56

    36. zimanê ku ger ku gihîneka 'ku' neyê bikaranîn, nikare were nivîsandin. ku were nivîsandin jî nayê fêhmkirin. 'ku' girîng e. şerm nekin, bi kar bînin.



    2013.11.27-22:54 | simurg56

    38. Sedema parastina hebûna gelekî ye.... Başe ku heye û wê hebe...



    2013.11.28-00:19 | lawkê xerzî

    39. zimaneke ecêb e bi rastî jî mirov dinêre ji bo tiştên beredayî yên wekê hêlekan û perperîstankê herî kêm 30-40 peyvên cuda hene û ji bo kar û muemeleyên girÎng û pêdivî ku her tim di nav zimanê rojane de tên bikaranîn yek-du peyv yan heye yan nîne eger hebe jî yan ji zaravayê soranî hatine deynkirin yan jî zimaneke din.. ji bo nimûne li cizîrê di nav zimanê me de berdêleka kurdî û kurmancî ya peyva muhîm, heyat, saxlem û nizanim çi nîn e lê li heman bajarî ji bo guh çar peyvên muxtelîf tên bikaranîn..



    2013.12.20-01:04 | endazer

    40. bûya duyem zimanê fermî yê iraqê .

    nû aqlê we hat serê we erebno ?

    http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/07012014



    2014.01.07-14:14 | brusk56

    41. hemÛ tiştÊ me kurdan...



    2014.01.07-17:06 | xendekî

    42. zimanê ku li rojavayê kurdistanê ji hêla rêveberiya xweseriya demoqratîk ya demî ve bi zimanên erebî û suryanî re fermî hatîye pejirandin e.



    2014.01.07-19:42 | azad zagros

    43. nivîskar û serekkeşe (bnr: paul beider) di pirtûka xwe ya bi navê grammaire kurde de ji bo kurdî wiha dibêje;

    ''Zindî, şeng, ahengdar, hêsan, zelal, dewlemend û têvel, hînbûna,vî zimanê kişîner hesanî ye û xweşikayiyeke wî ya xweser heye. Îtîbareke mezin ya gotinên peşiyên wî hene û ev gotinên pêşiyan bihejmetkarî têne bikaranîn. Gotinên pêşiyan bingeh û îşka hemû xeberdanan e û ew bi rastî jî hunera jixweber ya zimanê kurdî ne. Li ser her tiştî, her mijarê gotineke pêşiyan heye di zimanê kurdî de û ew arîkariya qod û rê û rêbazên jiyanê dikin. Xweza jî di vê yekê re derbas dibe û zanatiya kurdan her tişt dîtiye û gotiye ji wextên ewil ve. Ji fîlozofekî ne hindiktir rayda, zimanê kurdî ji serî heta binî poêtîk e û helbesta wî hemû cûreyan hembêz dike û cih dide her aliyên xwezayê.''



    2014.04.14-04:10 | endazer

    44. zimanÊ wÊjeyÊ Û zimanÊ tirşikÊ ye..



    2014.06.08-13:26 | endazer

    47. (bnr: hebûn û heyîna me zimanê me ye)



    2014.07.02-11:48 | xendekî

    48. carinan laşekî bêruh, carinan ruhekî bêlaş...



    2015.05.05-03:32 | xwezade

    49. zimanê ne di alfabe/elîfba latînî erebî soranî û shorbevanî o di tı formata de bi cîh nabe zimanek bê teşeye û şêrine. gava kû ez mirim dilê min tine lê disa ezê bimrim xwedê nehêle...lê wê dinyayê gava ez heşr bûm bi zamanê kurdî pirs mirsa nekin ez naçim wê dinyayê ez ji anhada bazara xwe dikim bila paşê pirsgirêk dernexin bazar mazara jî bi minre nekin ez bi tirkî û erebî li wan nakim û di bazara meda tune.



    2015.05.05-11:26 | shorbevan

    50. dema xwe li ber wergerandina metneke teknîkî/zanistî didim ji zimanekî biyanî ji bo kurdî, dilê min jê sar dibe, ji ber ku hêj bingeh û binesaziyek birêkûpêk jê re nehatiye danan, hema bêje serê her çend hevokan carekî berê xwe didim ferhengan lê di ferhengan de jî ya ku lê digerim nabînim, taliyê li cem xwe tiştinan li hev tînim lê di wê pêvajoyê de gelek wextê min di avê de diçe, konsantrasyon û motîvasyon namîne, ber û bala min ji wergerê diçe ser tiştinên din û dilê min ji wergerê jî û kurdî û kurmancî jî sar dibe..

    ya ku ez li ber dikevim peyvên ku min li cem xwe li hev anîne, li cihekî min tomar kiribûna bawerim niha ferhengeke fêris ya têgehên zanistî û teknîkî jê derketibû.. heyf!



    2015.07.07-03:58 | endazer

    51. Zimanê di warê teknîkî de hê gelek riya wê heye, û riyeke bi zor û zehmetî. Xwedê alîkar be!



    2015.07.07-23:58 | azadixwaz

    52. ted-ed vîdyoyê zanistî,dîrokî,tenduristî,hunerî,civakî û çandî bi awayekî şahî bi şiklê anîmasyon çêdike.

    ted-ed kurdish - van Anîmasyona bi binnivîsa (subtitle) Kurdî amade dike û parve dike.



    li ser facebook:Here lînkê

    li ser twitter Here lînkê

    li ser youtube:Here lînkê



    2015.07.11-20:16 | mîr bedirxan

    53. tiştekî ji bo parastinê ye, ne ji bo axaftinê.



    2015.12.02-16:50 | daskan

    54. ew qas ji kurd Û KURDİSTAnê sar bûme ku hema bêje ez ê dev ji axaftina vî zimanî jÎ berdim..



    2015.12.02-20:31 | brusk56

    55. "Di kurdî de gelek peyv hene ku xelk ji mêj ve bi kar tîne û her kes jê fehm dike lê dîsa jî nivîskarên kurd û medyaya kurdî ji wan direvin û xwe dispêrin bikaranîna hin peyvên din ku ji piraniya kurdîaxivan an kurmancîaxivan re nenas û xerîb in."
    "Bi gotineke din, eger mirov li pey kurdiyeke ”paqij” be, divê mirov peyvên wek ”pere/pare, meydan, zengîn” bi kar bîne, ne peyvên wek ”dirav, qad, dewlemend”. Bi taybetî jî eger mirov bixwaze wî zimanî bi kar bîne ku xelk wek zimanê xwe dibîne û tê digihe."

    (bnr: husein muhammed)
    Qanûn, yasa yan zagon?
    Here lînkê
    Pere yan dirav, meydan an qad, zengîn an dewlemend…
    Here lînkê



    2018.01.13-23:04 | biruya hayao miyazaki

    56. zimaneke ku dema mirov kurdî diaxive, xwe weke pîran hest dike.



    2018.01.16-11:40 ~11:40]| kurdokercewsî

    57. zimanek bêşans e ku bûye zimanê netewekî ya ji zimanê xwe fedî dike.



    2018.01.27-01:08 | umed

    58. ewqasî kêfa'm jê tê, ewqasî pê dilşa me ez, niza'm çi bibêjim. xwedê wî zimên bisitirîne!



    2018.02.20-23:54 | mirovekirind

    59. evîna min a heq e.
    - pir hez dikim toxtor!



    2018.06.28-19:30 | biruya hayao miyazaki

    60. ji bo pêşveçûna ferhenga bajarvaniyê, divê kurd her tim kurdî(kurmancî) bi kar bînin û zarok tv* xêzefîlmên xort û keçan pirtir bike. *



    2018.09.26-19:18 ~19:19]| biruya hayao miyazaki

    61. Zimanê min e.

    Û EZ GELEK dilşadim ji bo ez xwedîyê zimanek wiha dewlemend û delalim.
    Heyf ewe ku axaftinerên wê , bi nivîskîda xwedî lê derneketine û ev 100 sale ku li bakûr , ev ziman bi xwe xwe şerê mayîna xwe dide.



    2019.03.28-19:32 | brzn

    62. ez ne di wê baweriyê de me ku zimanê me zimanekî xurt e. dibe ku dewlemend be lê xwedan alozîyeke gelek mezin e ku kurd nayînin ziman. Mixabin rastî ev e. hê ferhengeke pak a vî zimanî tune. zimanekî ku kurdî-kurdî xwedî ferhengekê nebe, çi xêra wê heye. ji we dipirsim. bi hezaran peyv di bin guhê hev ketine lê hêz û qeweta wan nizm e carna ji ber gelek sedeman heta wateyekê hildigirin ser xwe bi dehan sal ser rew derbas dibe. qet ji rewşa heyî ya zimên memnûn nînim û bes êdî dewlemedîya zimên bila li ser dik be.



    2019.03.29-00:13 | serhednişîn

    63. Zimanê ku ji bo apohêz ( apoîst ) ango wek gotina wan apocîyan , ne girîng e.Ji bo wan çiqas diqêrî biqêre guhê xwe zimanê kurdî girtin e.Dema ku tu dibêjî ziman hebûn e , ew dibêjin ya girîng "partîdîr heval". Bi zimanek "biratîya gelan" û bi zimanek "sosyalîst" diaxifin ku tirk qet ji wan bawer nakin e.
    Li ser twitter , facebook , instagram bi zimanê kurdî nizanin binvîsin û ji xwe hîn nabin.Dema ku rexne dikî jî dikarin te bikujin jî.



    2019.06.04-00:27 | brzn

    64. tu carî ji kurdiya xwe kêfxweş nebûm, her tim wek di destpêka hînbûnê de me. çewtiyên rêzimanî, wateyên kêm an jî bêhna hevokên wergerî jê kêm nabin. lê di demên dawî de tu yê bibêjî qey kurdiya min paşve diçe û nikarim wê bisekinînim. her ku diçe xira dibe. *

    nîşe: li vir an bloga xwe, dema nivîsên xwe yên çend sal berê dibînim, yekcar direvim. yeaq! tiffffî.



    2019.12.01-22:11 ~22:12]| biruya hayao miyazaki

    65. Derûniya ku entrya di roj de hatî gotin, ez bixwe jî hindek caran dikevim Evê derûniyê.
    Heya Kurdistan ne azad û zimanê kurdî ne fermî bû ev rewş dê her hebe. Ez bawer im meriv her çi qasî xwe pêş ve dibe ewqasî hay ji kêmasiyên xwe dibe.
    Berê em bêjim 200 peyv besî min dibûn aniha 20000 hezar peyv kêm tê belkî ji ber wê ye jî



    2019.12.01-22:16 | ferhenga şikestî

    66. Zimanê gelê Kurd.Ez jî nû perwerdehî dibînim û dizanim gelek xeletîyên min hene.Bi taybetî alîyê rêziman da.Mixabin ez û kesên mîna min ji bo vê zimanê can diavîjin lê ev ziman zimanê me hemûyan xema kurdan da nîn e.Roj bi roj winda dibe û dimire lê em dubare dikin heyanî kesên wek me hebe ev ziman jî ê hebe ! Em nahêlin bimire!



    2019.12.02-00:54 | mêrxasê serhedê

    67. Li bakur ji dêvla kurmancî pirr tê bikaranîn.



    2019.12.02-14:03 | giyanstêr

    68. ez im ez!! ez bi kurdî bêtir ez im. bêtirîn. ez im welhasil. ew ê ku tirkî qise dike yeke din e. hino hino dibim şîzofren bawerke. sps.



    2019.12.26-00:59 | xwelî li ser

    69. Zimanê kû li gor pir buna peyvan di gerdûnê de di
    Rêjeya 9. De ye

    Li gor zanyarîyên herî dawî 730 hezar û 686 peyvan pêk tê

    Û rêjeya zimanê dagirkerên Kûrdistanê jî bi vî rengîne :
    Tirkî rêjeya 20. 334473 peyv
    Farisî rêjeya wê 44
    Erebî rêjeya wê 45

    Wekî kû xûya dike peyvên kûrdî ji dû qatê tirkî zêdetire û her sê zimanê dagirkera têxin ser hev hin jî bi qasî kûrdî nabe

    Çavkanî : wikipedia



    2020.01.11-14:47 | tîrêj zana 21

    70. zimanê ku kurd jê hez nakin û jê direvin. Bi taybetî jinên kurd.



    2020.02.12-01:22 | dijber

    71. di zimanê kurdî de (zaravayê soranî ne têde) problema herî mezin hevok e, belê ji bo min aniha mezintirin gelemşe hevok e.
    her ziman xwedan sentakseke ciyawaz e. yanî îroj wek mînak tu bîst peyv hilbijêrî, heman bîst peyvan bidî sed zimanan û tu bêjî bi van bîst peyvan vê gotina bijartî binivîsin, wê bi her sed zimanan jî hevokên bi awayekî ji hev cudatir bên sazkirin. qesta min ji bîst peyvan ne ew e ku her kes van peyvan wergerîne zimanê xwe, na bi heman peyvan. çimkî hevoksazîya hemî zimanan -carinan zaravayÊn zimanekî jî- cuda ye.

    îro ro di zimanê kurdî de pirsgirêka peyvan tune ye, di sedsela bîst û yekemîn de bi kurdî tu dikarî li ser hemî meseleyan biaxifî; gotar, maqale, kitêb binivîsî. yanî ji aliyê peyvan de kêmasîyekê tune ye. çimkî di dinyayê de hama bêje di hemî zimanan de peyvên bîyanî hene, wek mînak îroj zimanê îngîlîzî wek dewlemendtirîn zimanê dinyayê te pejirandin. derbarê vÊ mijarê de ji vir çend sal berê min maqaleyek xwendibû; dihat gotin ku di zimanê îngîlîzî de rêjeya peyvên bîyanî ango ji zimanên dî ketî di sedî heştê ye. û her roj bi qasî 11 peyv ji zimanên dî tên dikevin îngîlîzî. îroj hemî pisporên zimên dibêjin pîvanên dewlemendiyê ne bi tenê peyvên resen ên zimên e. yanî eger em bi gotineke dî meseleyê îzah bikin; dewlemendbûna zimên ne girêdayî peyvan in. bo vê yekê em dikarin du mînakan bidin. di dinyayê de herî zêde zimanê îngîlîzî ji derve peyv girtine, lê herî kêm jî zimanê aborjîniyan ji derve ve peyv girtine. eger krîtera zengînîye girtin an negirtina peyvan bûya diviyabû zengintîrîn zimanê dinyayê dê zimanê aborjîniyan bûya. lê zimanê aborjiniyan de (di zimanê aborjiyan de çend zaravayên cuda hene ew jî ne yekgirtî ne) bi qasî 600-2000 peyv hene. aniha gelo em dikarin bêjin aborjînî ji îngiliziyê pêşdetir e? bê guman na.

    bi kurtasî em dikarin bêjin zengînbûna zimanekî pêbendî karanîna wî ye. yanî bi zimanê hanê; çend kitêb hatine nivîsin, çend kitêb hatine wergerandin, çend maqale û gotar hatine nivîsîn, çend maqale û gotar hatine wergerandin, zimanê çend dewletan e, çi qas însan pê diaxifin, zimanê çend bername, tv, radyoyê ne...hwd? yanî em bi rehetî dikarin bêjin ku zimanek bi çi qasî bê karanîn, xebitîn ew qasî dewlementir dibe.

    niha ez dîsa vegerim li ser hevoka xwe ya ewil. di zimanê kurdî de ji ber hindek egerên heyî ku ji me gişan eyan û beyan e, nehatiye karanîn, hê jî nayê karanîn. zimanê kurdî îroj bi tenê di nava hindek malbatan de, di gund û navçeyan de tê karanîn û bi tenê di mûzîk û edebiyatê de tê karanîn. ji ber wê yekê zimanê kurdî ew kirasê teng ku ji not salan zêdetir e ku lê hatiye fesilandin nikare veqetîne û xwe ji sînorên teng rizgar bike. ji ber wê yekê ku hemî berhemên edebî û hunerî yên kurdî dişibin hevudu, tu dibêjî qey ji heman qalikê derketine, cotikên heman hêkê ne.

    ji bo ku aso û sînorên zimanê kurdî vebe lazim e ku hefsarê xwe ji edebiyat û mûzîkê xelas bike û bibe zimanê tarîx, hiqûq, tib, mîmarî, sanayî, kîmya, fîzîk, cografya, bîyolojî...hwd
    ji bela ku zimanê kurdî ketiye labîrentekê tim li dora xwe diçe û tê, ji rêya ku bihurîbû sed carên dî jî dibuhure.
    gelemşe û arîşeya herî mezin jî ew e ku em kurd ji ber vê sînora teng nikarin ezberên xwe birûxînin. ez ji bo basîd be mînakek bidim. îroj em kurd dişibin zarokekî neh salî. îroj gava tu ji zarokekî neh salî re bêjî çîrokek bixwîne dê karibe bixwîne, şîrove bike lê tu wî zarokî re bêji ca here maqaleya darwînê bixwîne dê nikaribe bixwîne, ku karibe jî nikare tiştekî jê fêm bike. em îroj negêhiştine rehên esil ên zimanê xwe, em li ber zimanê xwe wek zarokekî neh salî ne. ji ber wê yekê nivîskarên kurd jî her dubare ne. ne sucê wan e, zimanê ku pê dinivîsin zimanekî jihalketî ye. ji ber wê ye ku hevokên wan basîd in, peyvên wan basîd in.
    hindek nivîskar dixwazin vê sinorê parî parî bikin. ji bo vê em dikarin kawa nemirî mînak bidin.
    kawa nemir dike ku sînorên xwe firehtir bike, heta radeyekê jî bi ser dikeve. em lê dinêrin çawa? camêr mesela bi qasî heft hezar helbest wergerandine, wergera kitêbên William Shakespeare û James Joycê dike. ev yek dike ku camêr bi zimanê xwe hevokên ciyawaz biceribîne. lê problemeke dî vê carê rû dide ''ez ji kawa nemir fêm nakim!''
    belê hevalên ezîz em ji kawa nemirî fêm nakin. çima? çimkî hevokên camêr zirecêb in. lê ez dixwazim wisa tespît bikim; hevokên camêr zirecêb nîn in û wek gotina kawa nemir e 'kawa bixwe hîç peyvek jî çênekiriye', problem ev e ku hevokên ku ji ezberên me dûr in, ji me re zirecêb tên. ji ber ku tecrûbeya me ya xwendinê dibêje ku di zimanê kurdî de hevokên kurt gewre û rewa ne, hevokên dirêj çêkirî û mekanîk e.

    min bixwe vê yekê tecrube kiriye. ez dema ji zimanê tirkî hevokeke dirêj î grîft werdigerînim, eger wergêr ne ez bûma min bixwe jê fêm nedikir.
    hevokên kurdî kurt in, sed sal berê hevokên tirkî jî kurt bûn (tirkiya xelkê, ne yê serayê) sed sal li ser xebitîn, aniha tu bi tirkî dikarî hevokeka deh rûpelî binivîsî û jê fêm bikî.
    ziman bi karaninê pêş ve diçe. em dikarin ji zarokan mînak bidin; dema zarok fêrî axaftinê dibin cara ewil bi peyvên deforme diaxifin, dûre fêrî peyvan dibin û heta çar pênç saliya xwe derdê xwe bi tenê bi çend peyvan tînin zimên. ev rewş ji bo mezinan jî wisa ye, ez nikarim li ser fîzîkê biaxifim lê dikarim li ser edebiyatê biaxifim, li ser fîzîkê ancaX karim bi du sê peyvan îzahat bikim. çikî nizanim. yanî divê em li xwe mikur bên; em kurdî nizanin! hê em negêheştina kûrahiya vî zimanî loma em nikarin hevokên xwe baştir saz bikin. mîlyonek jî peyv, bêje hebe, eger tu bi kar neyênî tu bi van mîlyon peyvan nikarî hevokên baştir, girîfttir û komplekstir saz bikî.

    min heta aniha bi dehan romanên kurdî xwendine, di hemî romanên kurdî de problema analîza karakteran û tahîla psikolojîk heye. her kes eynî rexneyî dike. erê heye çimkî nivîskarên kurd nizanin analîza karekteran bi zimanê kurdî bikin. çimkî ev li derveyî ezberên wan e.
    tekana çareserî ev e ku divê dewletek kurdî ava be û nifşek jê bi tenê bi vî zimanî mezin be û hemî xweNdinên xwe yên teknîk, zanîstî û edebî bi vî zimanî bike û hemî lîteratûrên heyama klasîk bi vî zimanî xitim bike.
    heke na emê sed sal ji vir şûnde jî qala problema zimanê kurdî bikin; wek sed sal beriya niha



    2020.02.12-14:37 ~14:55]| ferhenga şikestî

    72. Zimanê ku dayika min ji bilî wî bi ti zimanî nizane lê mixabin qiymeta wî jî Nizane ye.



    2020.02.12-19:50 | xabûrî

    73. ziwanê min o. weş o la bêqîmet o. Gedê biraye mi ziwanê xwu nêzanî, gedê waya mi ziwanê xwu nêzanî. Sebeb çî yo? Çimkî ma û pî bi geda rey de ziwanê xwu qisey nêkenî. Ya homa ti kurdan ma rî hiş û aqil bidî.

    Bi sêr û sûr o
    Cewahîr dûr o
    Ziwanê Kurdkî

    Bi xeml û nejr o
    Şîrîn û weş o
    Ziwanê Kurdkî

    Awazê weş o
    Letîf û naz o
    Ziwanê Kurdkî

    Beytê Feqî yo
    Vengê Xanî yo
    Ziwanê Kurdkî

    roja ziwanê ma pîroz bo.



    2020.02.21-19:25 | kajav

    74. hêlîna min e.
    dayika min û zimanê şêrîn yek in di hişê min de.
    yek delala min e, yê din delalê min e.



    2020.02.21-19:29 ~19:30]| biruya hayao miyazaki

    75. zimanê ku her diçe zêdetir hez dikim e.Li stranan , şanoyan , helbestan , mamikan û her tiştî tê.Her dewletên bê esl , bê ziman , bê dîrok dixwaze bibe xwediyê vî derfetê lê nabe.

    Zimanê ku car caran bênamûsên bê eslên ku nizanin biaxivin derbarê wî de şîroveyan dikin e.

    Ji xwe nezantî jî ew tişt nîne ? Dema ku mirov tiştekî nizanibe û derbarê wî de derewan bike.

    Kurd, bê ziman nikarin gavekî bavêjin.Divê tevger bi ziman re bê kirin.



    2020.03.01-14:26 | brzn

    76. Mirov dema ku zimanê Kurdî nas dike û dikeve tora wê , zêdetirîn jê hez dike û dibîne ku wek behrek e.Mirovên ku bi kurdî dikine jiyana xwe ,dizanin û dixwînin bo min ew daneyeke erêkirina kurdbûna wî ye.(Erê ez dizanim ez çewt im lê aliyekî ve jî li min rast tê.)

    Yek jî ev e ku ez dibînim tirk pirr derewan dikin derbarê zimanê kurdî de.Pirsa min bo wan ev e , mirov çawa dikare tiştekî ku qet derbarê wî de tiştekî nizanibe û bêje ew baş e / ne baş e.bi min kesên wisa ya pirr nezan in ango zanebûn derewên wisa dikin (ew dem jî dibin bê rûmet.)



    2020.03.28-23:14 | brzn

    77. Zimanê ku kurd pê naxivin. Zimanê ku ji endamê wê re şêrîn nayê. Zimanê ku ji ber pere nake hatiye terk kirin.mixabin niha li bakurê kurdistanê rewşa zimanê kurdî gelekî xeternak e. Hêj gel girîngiya ziman nizane . Tew pirî ji wan nizanin ku ji aliyê dewletê ve tên bişaftin jî. Kesên ku dibêjin ez kurdim û welatparêzim jî ji 3 peyva 2 yê peyvên wan bûye tirkî. Sedeme vê yekê ji sedî 90 tv û tora civakî ye. Berê tiştekî dema di tv yê de didîtin ji hevala re hinekî werdigerandin kurdî êdî ewjî çûye hama tevî bi tirkî dibêjin. Heya bi hejmara û renga jî nema kes bi kurdî dibêje. Tew kesên temen dirêj jî awha dikin. Dema tu bi kurdiya resen jî bi wan re daxivî, dibêjin ev çi zimane?
    Êdî dema kesek daxive bêyî ku ez fêm bikim bê ka çi dibêje, guhê min dere ser peyvên wan yê biyanî û qertafa "mîş" ê, hindik maye giyanasiya min xera bibe. Axaftina bi wan re bûye wek êşkencê. Wer dixuye heya kurdî pere neke dê di vê rewşê de be.



    2020.03.29-00:05 | tîrêj zana 21

    78. Kurdî çava pere nake? Min hêrs nekin. Kesên ku daweta distrên pere nas tînin. Ma belaş distrên?
    Ma ji kurdî pere nas tînin. Spikerê kurd, ma pere nas tînin, ma belaş dişulin?Kurdî çawa pere nake? Hîn jî heye ne hevce ye ez bêjim



    2020.03.29-02:01 | dilreş

    79. Nizanim hun jî wusane, ku min dest nivîs û xwendina kurdî kir jî min re bu mîna nexweşî yekî, lê nexweşiyeke pîroze bona min !!!!!!!!



    2020.03.29-16:48 | serhedo bê kiras

    80. Zimenê gele kurda ye. Nêzike 50 milyon mirov di peyvin. Ez gelek xemginim ji bo zimanê me. Ez zimanê xwe zor di pipeyvim.



    2020.04.11-02:38 | bedevlet

    81. Zimanê mirovên ku li Kurdistanê dijîn.
    Zimanê kal û pîrên me.



    2020.04.16-00:55 | master kurd

    82. erê,
    kes nikare vi zimani rake, xuda çekirye ev ziaman, ne kes u partiyan.
    dive kurd sist nebin u jibo xatrê tu kesan zimanê din bikar ne ênin.
    Di karê fermide zimanê din divin le têkiliyande ne şerte, ji sed heval u mirovan 80 kesên kurdi nezanin bavêjin 20 kurdinus besi wene.
    jibo evînê 6 meha zimanê qedim bernedin, zimanê xerib dimejide kelha dijmine.



    2020.05.04-21:55 | hak buddy

    83. dixwazim dilêxweda axifim, waxtê gûhdarîya kurdê botan dikim birastî zimanên van min re hinek giran dê. axaftina serhedê jî mixabin li vê demê tirkmancîye.
    gelo em çawa dikarin zimanê xwe, zimanê netewî zêdetir paqij axifin?
    bikaranînê q,w,ê,û em çawa dikarin sade bikin an ew fikirîya min gotina tirka da 'aşağılık psikolojisi' ye?



    2020.05.08-21:06 | doesntmatter

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    dqn [3]
    Kurteya ku ez çend caran di tirsik.netê de lê rast hatim. Bi r...
    veganên kurdîstanê [3]
    komeke vegana ye ku li gorî ew dibêjin: (paldayi: em komek veganên Kur...
    six pack [1]
    lemlateyên weke şeş çînîyên beqlewatan ser zikÊ mirov derdikevÊre bi î...
    kovara gog [1]
    navê wêneromanekê ye. lê aniha li benda piştgiriyê ye. e...
    pozîsyona tirşikvanan ya bikaranîna komputerê [2]
    Jiber ku ez li malê wek malofîs dixebitim, pozîsyonên min ên b...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdipedia

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî