Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
kurdî - tirşik
kurdî
(66) (7) (1)
di mijarê de bigere

54. Zimanê min e.

Û EZ GELEK dilşadim ji bo ez xwedîyê zimanek wiha dewlemend û delalim.
Heyf ewe ku axaftinerên wê , bi nivîskîda xwedî lê derneketine û ev 100 sale ku li bakûr , ev ziman bi xwe xwe şerê mayîna xwe dide.



28.03.2019 19:32 | brzn

55. ez ne di wê baweriyê de me ku zimanê me zimanekî xurt e. dibe ku dewlemend be lê xwedan alozîyeke gelek mezin e ku kurd nayînin ziman. Mixabin rastî ev e. hê ferhengeke pak a vî zimanî tune. zimanekî ku kurdî-kurdî xwedî ferhengekê nebe, çi xêra wê heye. ji we dipirsim. bi hezaran peyv di bin guhê hev ketine lê hêz û qeweta wan nizm e carna ji ber gelek sedeman heta wateyekê hildigirin ser xwe bi dehan sal ser rew derbas dibe. qet ji rewşa heyî ya zimên memnûn nînim û bes êdî dewlemedîya zimên bila li ser dik be.



29.03.2019 00:13 | serhednişîn

56. Zimanê ku ji bo apohêz ( apoîst ) ango wek gotina wan apocîyan , ne girîng e.Ji bo wan çiqas diqêrî biqêre guhê xwe zimanê kurdî girtin e.Dema ku tu dibêjî ziman hebûn e , ew dibêjin ya girîng "partîdîr heval". Bi zimanek "biratîya gelan" û bi zimanek "sosyalîst" diaxifin ku tirk qet ji wan bawer nakin e.
Li ser twitter , facebook , instagram bi zimanê kurdî nizanin binvîsin û ji xwe hîn nabin.Dema ku rexne dikî jî dikarin te bikujin jî.



04.06.2019 00:27 | brzn

57. tu carî ji kurdiya xwe kêfxweş nebûm, her tim wek di destpêka hînbûnê de me. çewtiyên rêzimanî, wateyên kêm an jî bêhna hevokên wergerî jê kêm nabin. lê di demên dawî de tu yê bibêjî qey kurdiya min paşve diçe û nikarim wê bisekinînim. her ku diçe xira dibe. *

nîşe: li vir an bloga xwe, dema nivîsên xwe yên çend sal berê dibînim, yekcar direvim. yeaq! tiffffî.



01.12.2019 22:11 ~22:12 | biruya hayao miyazaki

58. Derûniya ku entrya di roj de hatî gotin, ez bixwe jî hindek caran dikevim Evê derûniyê.
Heya Kurdistan ne azad û zimanê kurdî ne fermî bû ev rewş dê her hebe. Ez bawer im meriv her çi qasî xwe pêş ve dibe ewqasî hay ji kêmasiyên xwe dibe.
Berê em bêjim 200 peyv besî min dibûn aniha 20000 hezar peyv kêm tê belkî ji ber wê ye jî



01.12.2019 22:16 | ferhenga şikestî

59. Zimanê gelê Kurd.Ez jî nû perwerdehî dibînim û dizanim gelek xeletîyên min hene.Bi taybetî alîyê rêziman da.Mixabin ez û kesên mîna min ji bo vê zimanê can diavîjin lê ev ziman zimanê me hemûyan xema kurdan da nîn e.Roj bi roj winda dibe û dimire lê em dubare dikin heyanî kesên wek me hebe ev ziman jî ê hebe ! Em nahêlin bimire!



02.12.2019 00:54 | mêrxasê serhedê

60. Li bakur ji dêvla kurmancî pirr tê bikaranîn.



02.12.2019 14:03 | giyanstêr

61. ez im ez!! ez bi kurdî bêtir ez im. bêtirîn. ez im welhasil. ew ê ku tirkî qise dike yeke din e. hino hino dibim şîzofren bawerke. sps.



26.12.2019 00:59 | xwelî li ser

62. Zimanê kû li gor pir buna peyvan di gerdûnê de di
Rêjeya 9. De ye

Li gor zanyarîyên herî dawî 730 hezar û 686 peyvan pêk tê

Û rêjeya zimanê dagirkerên Kûrdistanê jî bi vî rengîne :
Tirkî rêjeya 20. 334473 peyv
Farisî rêjeya wê 44
Erebî rêjeya wê 45

Wekî kû xûya dike peyvên kûrdî ji dû qatê tirkî zêdetire û her sê zimanê dagirkera têxin ser hev hin jî bi qasî kûrdî nabe

Çavkanî : wikipedia



11.01.2020 14:47 | tîrêj zana 21

63. zimanê ku kurd jê hez nakin û jê direvin. Bi taybetî jinên kurd.



12.02.2020 01:22 | dijber

64. di zimanê kurdî de (zaravayê soranî ne têde) problema herî mezin hevok e, belê ji bo min aniha mezintirin gelemşe hevok e.
her ziman xwedan sentakseke ciyawaz e. yanî îroj wek mînak tu bîst peyv hilbijêrî, heman bîst peyvan bidî sed zimanan û tu bêjî bi van bîst peyvan vê gotina bijartî binivîsin, wê bi her sed zimanan jî hevokên bi awayekî ji hev cudatir bên sazkirin. qesta min ji bîst peyvan ne ew e ku her kes van peyvan wergerîne zimanê xwe, na bi heman peyvan. çimkî hevoksazîya hemî zimanan -carinan zaravayÊn zimanekî jî- cuda ye.

îro ro di zimanê kurdî de pirsgirêka peyvan tune ye, di sedsela bîst û yekemîn de bi kurdî tu dikarî li ser hemî meseleyan biaxifî; gotar, maqale, kitêb binivîsî. yanî ji aliyê peyvan de kêmasîyekê tune ye. çimkî di dinyayê de hama bêje di hemî zimanan de peyvên bîyanî hene, wek mînak îroj zimanê îngîlîzî wek dewlemendtirîn zimanê dinyayê te pejirandin. derbarê vÊ mijarê de ji vir çend sal berê min maqaleyek xwendibû; dihat gotin ku di zimanê îngîlîzî de rêjeya peyvên bîyanî ango ji zimanên dî ketî di sedî heştê ye. û her roj bi qasî 11 peyv ji zimanên dî tên dikevin îngîlîzî. îroj hemî pisporên zimên dibêjin pîvanên dewlemendiyê ne bi tenê peyvên resen ên zimên e. yanî eger em bi gotineke dî meseleyê îzah bikin; dewlemendbûna zimên ne girêdayî peyvan in. bo vê yekê em dikarin du mînakan bidin. di dinyayê de herî zêde zimanê îngîlîzî ji derve peyv girtine, lê herî kêm jî zimanê aborjîniyan ji derve ve peyv girtine. eger krîtera zengînîye girtin an negirtina peyvan bûya diviyabû zengintîrîn zimanê dinyayê dê zimanê aborjîniyan bûya. lê zimanê aborjiniyan de (di zimanê aborjiyan de çend zaravayên cuda hene ew jî ne yekgirtî ne) bi qasî 600-2000 peyv hene. aniha gelo em dikarin bêjin aborjînî ji îngiliziyê pêşdetir e? bê guman na.

bi kurtasî em dikarin bêjin zengînbûna zimanekî pêbendî karanîna wî ye. yanî bi zimanê hanê; çend kitêb hatine nivîsin, çend kitêb hatine wergerandin, çend maqale û gotar hatine nivîsîn, çend maqale û gotar hatine wergerandin, zimanê çend dewletan e, çi qas însan pê diaxifin, zimanê çend bername, tv, radyoyê ne...hwd? yanî em bi rehetî dikarin bêjin ku zimanek bi çi qasî bê karanîn, xebitîn ew qasî dewlementir dibe.

niha ez dîsa vegerim li ser hevoka xwe ya ewil. di zimanê kurdî de ji ber hindek egerên heyî ku ji me gişan eyan û beyan e, nehatiye karanîn, hê jî nayê karanîn. zimanê kurdî îroj bi tenê di nava hindek malbatan de, di gund û navçeyan de tê karanîn û bi tenê di mûzîk û edebiyatê de tê karanîn. ji ber wê yekê zimanê kurdî ew kirasê teng ku ji not salan zêdetir e ku lê hatiye fesilandin nikare veqetîne û xwe ji sînorên teng rizgar bike. ji ber wê yekê ku hemî berhemên edebî û hunerî yên kurdî dişibin hevudu, tu dibêjî qey ji heman qalikê derketine, cotikên heman hêkê ne.

ji bo ku aso û sînorên zimanê kurdî vebe lazim e ku hefsarê xwe ji edebiyat û mûzîkê xelas bike û bibe zimanê tarîx, hiqûq, tib, mîmarî, sanayî, kîmya, fîzîk, cografya, bîyolojî...hwd
ji bela ku zimanê kurdî ketiye labîrentekê tim li dora xwe diçe û tê, ji rêya ku bihurîbû sed carên dî jî dibuhure.
gelemşe û arîşeya herî mezin jî ew e ku em kurd ji ber vê sînora teng nikarin ezberên xwe birûxînin. ez ji bo basîd be mînakek bidim. îroj em kurd dişibin zarokekî neh salî. îroj gava tu ji zarokekî neh salî re bêjî çîrokek bixwîne dê karibe bixwîne, şîrove bike lê tu wî zarokî re bêji ca here maqaleya darwînê bixwîne dê nikaribe bixwîne, ku karibe jî nikare tiştekî jê fêm bike. em îroj negêhiştine rehên esil ên zimanê xwe, em li ber zimanê xwe wek zarokekî neh salî ne. ji ber wê yekê nivîskarên kurd jî her dubare ne. ne sucê wan e, zimanê ku pê dinivîsin zimanekî jihalketî ye. ji ber wê ye ku hevokên wan basîd in, peyvên wan basîd in.
hindek nivîskar dixwazin vê sinorê parî parî bikin. ji bo vê em dikarin kawa nemirî mînak bidin.
kawa nemir dike ku sînorên xwe firehtir bike, heta radeyekê jî bi ser dikeve. em lê dinêrin çawa? camêr mesela bi qasî heft hezar helbest wergerandine, wergera kitêbên William Shakespeare û James Joycê dike. ev yek dike ku camêr bi zimanê xwe hevokên ciyawaz biceribîne. lê problemeke dî vê carê rû dide ''ez ji kawa nemir fêm nakim!''
belê hevalên ezîz em ji kawa nemirî fêm nakin. çima? çimkî hevokên camêr zirecêb in. lê ez dixwazim wisa tespît bikim; hevokên camêr zirecêb nîn in û wek gotina kawa nemir e 'kawa bixwe hîç peyvek jî çênekiriye', problem ev e ku hevokên ku ji ezberên me dûr in, ji me re zirecêb tên. ji ber ku tecrûbeya me ya xwendinê dibêje ku di zimanê kurdî de hevokên kurt gewre û rewa ne, hevokên dirêj çêkirî û mekanîk e.

min bixwe vê yekê tecrube kiriye. ez dema ji zimanê tirkî hevokeke dirêj î grîft werdigerînim, eger wergêr ne ez bûma min bixwe jê fêm nedikir.
hevokên kurdî kurt in, sed sal berê hevokên tirkî jî kurt bûn (tirkiya xelkê, ne yê serayê) sed sal li ser xebitîn, aniha tu bi tirkî dikarî hevokeka deh rûpelî binivîsî û jê fêm bikî.
ziman bi karaninê pêş ve diçe. em dikarin ji zarokan mînak bidin; dema zarok fêrî axaftinê dibin cara ewil bi peyvên deforme diaxifin, dûre fêrî peyvan dibin û heta çar pênç saliya xwe derdê xwe bi tenê bi çend peyvan tînin zimên. ev rewş ji bo mezinan jî wisa ye, ez nikarim li ser fîzîkê biaxifim lê dikarim li ser edebiyatê biaxifim, li ser fîzîkê ancaX karim bi du sê peyvan îzahat bikim. çikî nizanim. yanî divê em li xwe mikur bên; em kurdî nizanin! hê em negêheştina kûrahiya vî zimanî loma em nikarin hevokên xwe baştir saz bikin. mîlyonek jî peyv, bêje hebe, eger tu bi kar neyênî tu bi van mîlyon peyvan nikarî hevokên baştir, girîfttir û komplekstir saz bikî.

min heta aniha bi dehan romanên kurdî xwendine, di hemî romanên kurdî de problema analîza karakteran û tahîla psikolojîk heye. her kes eynî rexneyî dike. erê heye çimkî nivîskarên kurd nizanin analîza karekteran bi zimanê kurdî bikin. çimkî ev li derveyî ezberên wan e.
tekana çareserî ev e ku divê dewletek kurdî ava be û nifşek jê bi tenê bi vî zimanî mezin be û hemî xweNdinên xwe yên teknîk, zanîstî û edebî bi vî zimanî bike û hemî lîteratûrên heyama klasîk bi vî zimanî xitim bike.
heke na emê sed sal ji vir şûnde jî qala problema zimanê kurdî bikin; wek sed sal beriya niha



12.02.2020 14:37 ~14:55 | ferhenga şikestî

65. Zimanê ku dayika min ji bilî wî bi ti zimanî nizane lê mixabin qiymeta wî jî Nizane ye.



12.02.2020 19:50 | xabûrî

66. ziwanê min o. weş o la bêqîmet o. Gedê biraye mi ziwanê xwu nêzanî, gedê waya mi ziwanê xwu nêzanî. Sebeb çî yo? Çimkî ma û pî bi geda rey de ziwanê xwu qisey nêkenî. Ya homa ti kurdan ma rî hiş û aqil bidî.

Bi sêr û sûr o
Cewahîr dûr o
Ziwanê Kurdkî

Bi xeml û nejr o
Şîrîn û weş o
Ziwanê Kurdkî

Awazê weş o
Letîf û naz o
Ziwanê Kurdkî

Beytê Feqî yo
Vengê Xanî yo
Ziwanê Kurdkî

roja ziwanê ma pîroz bo.



21.02.2020 19:25 | kajav

67. hêlîna min e.
dayika min û zimanê şêrîn yek in di hişê min de.
yek delala min e, yê din delalê min e.



21.02.2020 19:29 ~19:30 | biruya hayao miyazaki

68. zimanê ku her diçe zêdetir hez dikim e.Li stranan , şanoyan , helbestan , mamikan û her tiştî tê.Her dewletên bê esl , bê ziman , bê dîrok dixwaze bibe xwediyê vî derfetê lê nabe.

Zimanê ku car caran bênamûsên bê eslên ku nizanin biaxivin derbarê wî de şîroveyan dikin e.

Ji xwe nezantî jî ew tişt nîne ? Dema ku mirov tiştekî nizanibe û derbarê wî de derewan bike.

Kurd, bê ziman nikarin gavekî bavêjin.Divê tevger bi ziman re bê kirin.



01.03.2020 14:26 | brzn

69. Mirov dema ku zimanê Kurdî nas dike û dikeve tora wê , zêdetirîn jê hez dike û dibîne ku wek behrek e.Mirovên ku bi kurdî dikine jiyana xwe ,dizanin û dixwînin bo min ew daneyeke erêkirina kurdbûna wî ye.(Erê ez dizanim ez çewt im lê aliyekî ve jî li min rast tê.)

Yek jî ev e ku ez dibînim tirk pirr derewan dikin derbarê zimanê kurdî de.Pirsa min bo wan ev e , mirov çawa dikare tiştekî ku qet derbarê wî de tiştekî nizanibe û bêje ew baş e / ne baş e.bi min kesên wisa ya pirr nezan in ango zanebûn derewên wisa dikin (ew dem jî dibin bê rûmet.)



28.03.2020 23:14 | brzn

70. Zimanê ku kurd pê naxivin. Zimanê ku ji endamê wê re şêrîn nayê. Zimanê ku ji ber pere nake hatiye terk kirin.mixabin niha li bakurê kurdistanê rewşa zimanê kurdî gelekî xeternak e. Hêj gel girîngiya ziman nizane . Tew pirî ji wan nizanin ku ji aliyê dewletê ve tên bişaftin jî. Kesên ku dibêjin ez kurdim û welatparêzim jî ji 3 peyva 2 yê peyvên wan bûye tirkî. Sedeme vê yekê ji sedî 90 tv û tora civakî ye. Berê tiştekî dema di tv yê de didîtin ji hevala re hinekî werdigerandin kurdî êdî ewjî çûye hama tevî bi tirkî dibêjin. Heya bi hejmara û renga jî nema kes bi kurdî dibêje. Tew kesên temen dirêj jî awha dikin. Dema tu bi kurdiya resen jî bi wan re daxivî, dibêjin ev çi zimane?
Êdî dema kesek daxive bêyî ku ez fêm bikim bê ka çi dibêje, guhê min dere ser peyvên wan yê biyanî û qertafa "mîş" ê, hindik maye giyanasiya min xera bibe. Axaftina bi wan re bûye wek êşkencê. Wer dixuye heya kurdî pere neke dê di vê rewşê de be.



29.03.2020 00:05 | tîrêj zana 21

71. Kurdî çava pere nake? Min hêrs nekin. Kesên ku daweta distrên pere nas tînin. Ma belaş distrên?
Ma ji kurdî pere nas tînin. Spikerê kurd, ma pere nas tînin, ma belaş dişulin?Kurdî çawa pere nake? Hîn jî heye ne hevce ye ez bêjim



29.03.2020 02:01 | dilreş

72. Nizanim hun jî wusane, ku min dest nivîs û xwendina kurdî kir jî min re bu mîna nexweşî yekî, lê nexweşiyeke pîroze bona min !!!!!!!!



29.03.2020 16:48 | serhedo bê kiras

73. Zimenê gele kurda ye. Nêzike 50 milyon mirov di peyvin. Ez gelek xemginim ji bo zimanê me. Ez zimanê xwe zor di pipeyvim.



11.04.2020 02:38 | bedevlet

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîniya malî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî