74. Zimanê mirovên ku li Kurdistanê dijîn. |
|
16.04.2020 00:55 |
master kurd
|
75. erê, |
|
04.05.2020 21:55 |
hak buddy
|
76. dixwazim dilêxweda axifim, waxtê gûhdarîya kurdê botan dikim birastî zimanên van min re hinek giran dê. axaftina serhedê jî mixabin li vê demê tirkmancîye. |
|
08.05.2020 21:06 |
doesntmatter
|
78. kesên kole, xulam bin destê serdestan nizanin xulamin, dema ku ew azad dibin û behna azadîyê, firehbûnê hildidin vê waxtê dizanin ku tehma azadîyê çawa ne. nivîsa zimanê xeberdana zimanê jî wisa ne. dema ku dest pê dikî zimanên hûkûmrana wek behna tehl wek barekî giran tê. |
|
10.12.2020 12:27 ~12:55 |
doesntmatter
|
79. zimanekî ku dikare bibe zimane zanistî û teknolojiyê; |
|
11.01.2021 16:57 ~16:59 |
hueyn
|
80. Zimanek di bin zordariya dewletan de ye. Zimanek bêxwedî ye lê zimanek xurt e. |
|
21.02.2021 12:32 |
de facto hozan
|
81. Sernivîsa ko xelkên ku ji jinên netewa xwe acizbûne eşkere dike. Xwe nexeyidînin lê zilamên Kurd çawa bin, ên pîrek jî wilo ne. Tu cûdahî di navbera wan de tunneye. baz bi bazan re mirîşka kor bi dîkê kulek re |
|
25.05.2021 19:17 ~19:19 |
pîroz
|
82. Zimana ku ger hûn bi rastî hez bikin, îmkana we ya ne-polîtîkbûne tûne ye. |
|
29.07.2021 01:44 |
heval.js
|
83. bi rastî jî kurdî ji zimanê din cihê ye gava ku mero li ser dişoxile ramanên mero bi xwebera dihere ser kurdistan û pirsgirêkên kurdan . |
|
29.07.2021 13:30 |
shwinsherm
|
84. letîf û naza |
|
04.11.2021 15:16 |
golikvan
|
85. di cosmo kurdî de li ser perwerdehiya zimanê kurdî ya almanyayê nûçeyekê xweş hatiye çêkirin. Here lînkê Li Almanya’yê ji destpêka salên 90'î û vir ve dersên Kurdî hene û niha li 6 eyaletan, NRW, Rheinlandpfalz, Bremen, Brandenburg, Niedersachsen û Berlîn’ê, li dora 40 bajaran bi her sê zaravayên Kurdî, anku Kurmancî, Soranî û Zazakî ders tên dayîn. Û hejmara zarokên ku tev li van dersan dibin jî dora 3 hezar e. Li Almanya’yê zêdeyî milyonek Kurd hene. Li Swêd’ê dora 100 hezar. Ji sedî 57'ê Kurdên Swêd'ê zarokên xwe dişînin dersên Kurdî. Mirov dikare hesabekî bike: Li Almanya’yê dora 3 hezar zarok diçin dersên Kurdî. Li Swêd’ê 9 hezar zarok. Bi ser de jî zarokên ku nû çûne Swêd’ê dersên alikariyê jî bi Kurdî distînin, ku bi vî awayî hejmar digihîje 13 hezar zarokan. Weha xuya ye, em li Almanya’yê şaşitiyekê dikin. Lê em hemû ne sûcê Kurdan e. Ji ber ku Almanya, Kurdan wekî komeke serbixwe ya koçberan qebûl nake. |
|
01.03.2022 19:36 ~19:37 |
biruya hayao miyazaki
|
86. zimanê kurdî |
|
06.07.2022 17:01 |
pirtûkhez
|
87. Nasnameyê netewêyi Kurd e. Em Kurd in û Zimane me Kurdî ye. Egêr Zîmane Kurdî tinne be,Kurd ji tinne yê. |
|
25.07.2022 04:57 |
parezerbeg
|
88. Ev çend sal berê hevalê min ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka di tendurustiyê de nezanbûna zimanê kurdî û pirsgirêkên ragihandinê ku ji vir derdikeve, lîsansa xwe ya bilind ser vê mijarê çêkir û heta ji ber bal kişandibû ser zimanê kurdî zanîngehê gelek alozî jê re derxistibû (zanîngehek taybet bû!), lê dîsa bi awayekê dabû qebûlkirin û axirê teza xwe da weşandin. Vêca îro ez dema rastî vê nûçeya ku ser heman mijarê lêkolîn kiriye hatim gelek bala min kêşa û min bi carê de xwe avêt ser û xwend. Welehî tu dibê qey ji dev û mêjiyê fanon axaftine. Ha di vê beşa nivîsê de bêhna min çikiya û li ser hev min got "erê law, raste kuro, erê bi xwedê". Min hewl da wê beşê wergerînim kurdî: |
|
09.01.2023 05:39 ~10:33 |
rizgarm
|
89. Kurdî, taca zêrîne |
|
09.01.2023 18:59 |
afiyetbe
|
90. Zimanê kurdî zimanê min ê herî hezkirî ye û li Kurdistanê tê axaftin. Li bakur û rojava kurmancî û li başûr jî soranî tê axaftin. Di kurmancî de zayenda rêzimanî heye, lê di soranî de tune. |
|
11.02.2024 08:23 |
boracasli
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |