Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tevgera mijarên bi tirkî bila bên qedexekirin - tirşik
tevgera mijarên bi tirkî bila bên qedexekirin
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. tevgereke ji bo qedexekirina mijarên bi tirkî ye. sedem ne ew e ku zimanê me ji hemû zimanan hêjatir û qîmettir e lê sedem ew e zimanê me ji yên din hejartir e û bi kesên malum an jî mel'un ve hatiye asîmilekirin. ji ber vê yekê jî em* naxwazin mijarên bi zimanê tirkî bêne vekirin. wer tu jî tevlî bibe bila ev dawî bibe...



10.07.2013 16:36 | azadixwaz

2. kampanyayek beredayî û bêbingeh e.. em qebûl bikin û nekin jî em netewek bindest in û gelek tiştên me di bin tesîra neteweya serdest yanî tirkan de maye.. bivê nevê em di bin tesîra rojeva tirkan de dimînin û em xwe neçar dibînin ku bîr û boçûnên xwe yên derbarê bûyer û rûdanên ku tirkan eleqedar dikin de îfade bikin.. wekê din gelek biwêj û qalib û jargon û slogan hene ku me kurdan ji tirkî standine an me bi xwe bi zimanê tirkan çêkirine.. em rabin pişta xwe bidin van zimanê me wê rijî û kêmber bimîne.. wekê din eger tirkî vê qedexe kirin divê zimanên din ên biyanî jî bên qedexekirin ê hingî jî em ê çawa stran û fîlm û nivîs û helbest û tiştên din yên ku êdî em kurd jî di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin di tirşikê de binivîsin..

axirê û dawiya dawîn canikno û camêrno şûna ku tiştekî qedexe bikin an rê li ber bigirin alternatîfeke kurdî ya wê tiştê çêkin û danin ber destê xelkê..



10.07.2013 17:19 | endazer

3. kampanyayek rast e.çawa mu dikare bêje me bivê nevê em xwelîser î ..!! .hin heval mixabin he jî ne hişyarin ku kurdî an jî tevgerek bi tenê zimanê kurdi dikare serkeftî bibe. lê tişta ku eceb ew e ku hin kesen evîndarê zimanên bîyani heta peşiya çend rojan digotin bi tenê ji bo ku bi zimanê tirkiye ez imze nadim hin kampanyayan.



10.07.2013 09:35 | feqiyêteyran

4. camêrno tir û dasê tev li hev nekin.. bikarneanîn an tercîh nekirina zimanê kurdî tiştek e û qedexe kirin û rê li ber girrtina zimanekî tiştekî din e.. ez jî dixwazim kurdî bi hemû zarava û devokên xwe ve pêş bikeve lê rê û rêbaza vê pêşketinê ne ev e.. wek min di peyama xwe ya din de jî gotiye eger we divê term û têgînên trkî an yên bi zimanekî biyanî ji aliyê kurdan ve neyê bikar anîn xêra xwe û ya dêûbavên xwe pêşniyarên alternatîv yên maqul û bimantiq bêjin an binivîsin ku em sûdê jê bigirin û feyzê jê hilînin.. bi qedexe û astengiyan mirov hew şaxa bin lingê xwe dibirre..



10.07.2013 17:45 ~2017.07.23 14:09 | endazer


6. bi tu awayî tirşikê de nabe ku peyamên bi zimênên ji xeynî kurdî hebe.

lê belê navê mijarê de her ziman û her tişt heb.

weke mînak mijara ticari bekleme yapma. bi ya min vekirina vê mijarê de tu problem tune. mirov dikare vê mijarê veke û bin vê mijarê de bi peyamên kurdî qala vê gotinê bike, heneka xwe pê bike, jê re alternatîf bigere, reş bike û hwd. ev nayê wê hateyê ku ez dibêjim em vê bêjeyê nav axatina xwe ya rojane de an jî tirşikê de bi kar bînin.

yanê divê em van herdu tiştan ji hev veqetîni= bi her zimanî vekirina mijaran re, erê; lê nivîsandina peyamên bi zimanên din de û karanîna bêjeyên bi zimanên biyanî re, na.



10.07.2013 23:08 | simurg56

7. tevgera mafdar e. weke hinek kes difikirin tekane armanca wê ne qedexekirina ziman an jî zimanan e. helbet alternatîf avakirin tişteke pîroz e lê hin tişt hene ku alternatîfên wan jî ne pêwîst in ji ber ku hin gotinên ji ber tişteke taybet derketî holê tenê ji bo wî rewşî pêwîst e û dema ew rewş ava bu wê derkeve holê. weke din bi hêsanî nayê wergerandin jî û bê wergerandin jî nabe weke ya resen. weke mînak em bêjin "ticarî nesekine" nabe weke ya resen ji ber ku nayê bikaranîn. lê em ne mecburê vê gotinê ne, ger em her zehmetiyê de ya hêsantir hilbijêrin wê demê wê hewce nemîne em bi tirkî binivîsin, ji xwe ji me hemuyan re jî bi tirkî nivîsandin hêsantir e*.



11.07.2013 18:23 | azadixwaz

8. tevgerek pêvîst û rast e. belê em jî dizanin ku em wek gelê kurd mane bin bandor û tesîra çand û zimanê tırkî lê eger em xwe di bikaranîna kurdîde neêşînin, zehmetî nebînin mixabin em nikarın bigehijin mıraza xwe. tırşik kurdî hatîye dinyayê bila kurdî mezin bibe û bikemile.



01.01.2016 13:55 | azad30

9. Wey pepû ... ilo bila peyamên tirkî qurbana kîrê we bin. Min jî got gelo seva çi reşik dane min ,şewat berdane dilêmin.



26.03.2016 21:18 ~21:20 | xeteraqirêj

10. (bnr: tek dil, tek dîn, tek bayrak,...) mijara piştgiriya min bi dawîye jêre ger em jî qedexe bikin çi firqa me ji wan dimîne... lê ev jê dernayê ku ez jiwan xweşim, dîsa ez bi diya wanre fanteziya bikim * edî kêfa minî ji wan şikîyayî hell û hûrbû..



26.03.2016 22:59 | shorbevan

11. mesele mijarên tirkî nîn e. mesela em carina di ekşi sözlükê de jî mijarên ku bi zimaneke din hatiye nivîsandin dibînin lê naverok bi tirkî ne.



wekî mînakî yek ji me bi navê stiraneke tirkî mijarek vekir.em nikarin navê wî mijarî biguherînin. lê naverok bi kurdî be bes e. jixwe gava em mijareke vedikin ji xeynî çend îstisnayan, wek min niha qal kir, bi kurdî dinivîsin. tiştê girîng ev e.



27.03.2016 01:25 | kurê xelkê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tevgera mijarên bi tirkî bila bên qedexekirin
» mijarên ku wesf û taybetmendî û nasnameyên nivîskaran deşîfre dikin
» tirkî
» bila wisa be
» bênimêjî
» qedexekirina youtubeê ya li tirkiyê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî